Sabahattin Tekin ê piştî ragirtina 30 salan hate berdan, li warê xwe Amedê bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin. Malbata Tekin li Balafirgeha Amedê pêşwazî kir. Hevalên têkoşînê yên Tekin, rêveberên MED TUHAD-FED, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Emin Ay û gelek kes beşdarî pêşwazîkirinê bûn. Tekin bi kulîlkan û bi dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate pêşwazîkirin.
Sabahattin Tekin piştî pêşwazîkirinê axivî û got, “Îro beriya her tiştî em bi serbilindî hatin. Ev şeref e, ev rûmet e.”
Tekin diyar kir ku moralê girtiyan baş e û destnîşan kir ku vê hêzê ji têkoşînê, ji îradeyê û nirxên xwe yên manewî werdigirin.
Tekin bi bîr xist ku li girtîgehan girtiyên extiyar û nexweş hene, nerazîbûn nîşanî kiryarên lig irtîgehan da û got, “Li her devera Tirkiyeyê li ser gel zext, rizgandin, dejenerekirin hebe, herî zêde ev yek li girtîgehan tê meşandin. Bêhiqûqî, kêfiyetî û her tişt li wir heye.”

