Di ser şerê Rusyayê yê ji bo dagirkirina Ukraynayê re nêzî pênc sal derbas bûn. Têkildarî windahiyên artêşa Rus texmînên nû hatin eşkerekirin.
Li gorî daneyên dawî ku xwe dispêrin lêkolîna Meduza û Mediazonayê û ji aliyê The New York Times (NYT) ve hate weşandin, ji destpêka şer û vir ve dibe ku zêdeyî 700 hezar leşkerîn Rus jiyana xwe ji dest da bin.
Texmîn xwe dispêre daneyên nû ku hackerên alîgirê Ukraynayê ji Servîsa Statîstîkan a Federal a Rusyayê (Rosstat) bi dest xistine.
Tê gotin, di meha Îlonê de haya Moskowê herî kêm ji mirina 490 hezar leşkerî hebû û qeydkirina mirinan li daneyên fermî yên li Rusyayê bi derengî tê kirin.
ji ber vê yekê jî tê texmînkirin ku beşeke girîng a mirinên di salên 2025 û 2026’an de hîn nehatine qeydkirin.
Kremlin ji Îlona 2022’an û vir ve bîlançoya windahiyan a şer bi fermî eşkere nake. Hejmara leşkerên birîndar jî tenê bi daneyên cihê baweriyê sînordar dike.
Li gorî Navenda Karên Navneteweyî û Stratejîk ku saziyeke fikrî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ye, ji destpêka dagirkeriyê û vir ve nêzî 150 hezar leşkerên Ukraynayê jiyana xwe ji dest dan.

