Jinan di 18’ê Mijdarê de li Stenbolê ‘Komîsyona Şopandin û Çavdêriya Aştiyê ya Jinan’ ragihandin. Komîsyon ji bo şopandina gavên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bêne avêtin, gotina xwe li ser mijarê bibêje û bibe hêmana esasî ya pêvajoyê, ava bû. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demirel li ser armancên komîsyonê ji ajansa me re axivî.
Li gorî vê yekê, cihnedana jinan li nava avabûna komîsyonê û qanûna çarçoveyê, her wiha nebûna mekanîzmayeke serbixwe ya ku pêvajoyê bişopîne ji sedemên sereke yên avabûna komîsyonê bû.
Çaglar Demirel diyar kir ku jin divê di asta şopandinn û temaşekirina bûyeran de nemînin û got, girîng e îradeyeke welê nîşan bide ku dest li cihên xitimandî yê pêvajoyê werdin, berpirsyariyên dewletê li bîra wê bixin û çareseriyê biafirînin.
Aktîvîsta TJA’yê anî ziman ku hem Tevgera Jinê ya Tirkiyeyê hem jî Tevgera Jinên Azad pêwîstî bi karekî bi vî rengî yê komîsyonê dîtin û ev pêwîstî bi vî rengî vegot:
“Di encama nîqaşên ku me li eniya jinan kir, di asta dawî de bi ‘Înîsiyatîfa Jinê ya pêwîstiya min bi aştiyê heye’ me nirxandineke hevgirtî kir. Di encama van nirxandinan de me destnîşan kir ku pêwîstî bi komîsyoneke şopandin û çavdêriyê heye. Ji ber ku hevalên me yên jin hene ku ji girtîgehê derketin. Hevalên me yên jin hene ku ji gerîla, ji Ewropayê bên. Beşeke girîng a vê pêvajoyê wê ji jinan pêk were. Lê belê ji ber ku desteyeke bi vî rengî ya şopandinê ji aliyê dewletê yan jî mekanîzmayên rayedar ve nehate kirin, pêwîstî çêbû ku ji bo jinan komeke şopandinê bê avakirin.”
Çaglar Demirel diyar kir ku ew girîng dibînin ku Komîsyona Şopandin û Çavdêriya Aştiyê ya Jinan xwe bi rengekî serbixwe bi rêxistin bike û bi bîr xist ku li welaetên cuda ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî komîsyon hatin avakirin û ev tecrûbe li ber çavan hate girtin. Çaglar Demirel got, “Ji bo vê du mehan karê amadekariyê hate meşandin. Di vê pêvajoyê de hevdîtinên şexsî û saziyî hatin kirin. Karekî berfireh hate kirin ku her kesên dibêjin ‘Ez jî di vê pêvajoyê de heme’ dikarin tevlî bibin. Heta niha deklarasyon hate weşandin û komîsyonê xwe ragihand. Weke ku di deklerasyonê de hate gotin, jinan xwe bi navê Komîsyona Şopandin û Çavdêriya Aştiyê ya Jinan îfade kirin.”
Çaglar Demirel destnîşan kir ku piştî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li jinê wê careke din civîneke berfireh lidar bixin û pêvajoya ji niha û pê ve bi nîqaşên hevpar diyar bibe.
Aktîvîsta TJA’yê bi bîr xist ku di pêvajoyên aştiyê de dem bi dem rewşeke xitimandî û rawestînê rû dide û diyar kir ku tenê bi bêdengbûna çekan pirsgirêk çareser nabe û nêzîkatiya jinan a di vê mijarê de bi van gotinan vegot:
“Pêvajoyeke hêdîbûyî heye. Di pêvajoyên aştiyê de, weke ku em ji mînakên cîhanê zanin her tim sistbûn, lezbûn çêdibe. Di pêvajoyên şer û çareseriyê de dem bi dem xitimandin û rawestîn jî çêdibe. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê ji tecrûbeyên cîhanê hinekî cuda ye. Xwedî taybetmendiyeke xweser e.
Di vir de rol, mîsyon û tevlîbûna Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan a li pêvajoyê; ji aliyê derbaskirina rewşa xitimandî, ji avakirina civaka demokratîk heta bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoyên qanûnî û destûra bingehînî girîng e.
Lê belê gelekî girîng e ku dewlet pêvajoyê tenê bi mejiyê ewlekariyê nenirxîne. Divê pêvajo tenê bi bêdengbûna çekan neyê dîtin ku wê çareseriyê bi xwe re bîne. Jin ji xwe zanin ku tenê bi danîna çekann pirsgirêk çareser nabe. Zzanin ku ev pêvajo bi gavên aştiyane û demokratîk dikare bi pêş ve biçe.”
Çaglar Demirel destnîşan kir ku jin divê nebe temaşevan, lê bi rengekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.
Aktîvîsta TJA’yê ragrihand ku komîsyon wê ne tenê pêvajoyê bişopîne, her wiha rewşa xitimandî tespît bike, bi raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re parve bike. Çaglar Demirel bi bîr xist ku “çavê sêyemîn” ê ku pêvajoya li Tirkiyeyê bişopîne nîne û destnîşan kir ku jin wê bi vê berpirsyariyê tevkariyê li pêşveçûna pêvajoyê bikin.

