Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser parastina maf û desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Iraqê ya federal bi baldarî dişopînin û işaret bi daxuyanî û hewldanên sînordarkirina rêveberiya petrolê, çavkaniyên xwezayî û dahatên navxweyî yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin.
KNK’ê got, “Em teqez dikin ku pêwîstiya seqamgîriya siyasî û aborî li Iraqa federal û herêma Kurdistanê heye û em bawer dikin ku hêz û berdewamiya demokrasiyê ya dewleta Federal a Iraqê bi rêzgirtina îradeya gelan û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan ve girêdayî ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê destketiyek dîrokî ye û berhema têkoşîn û qurbaniyên gelê Kurd û Kurdistaniyan e. Her hewldanek ji bo kêmkirin an lawazkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê di mijarên petrol û dahatan de, berevajî prensîbên federalîzmê û prensîbên hevkariyê ne û wê hevsengî, lihevkirin û baweriya di navbera Hewler û Baxdayê de qels bike. Di heman demê de, em teqez dikin ku mijara para herêmê di budceya giştî, mûçe û mafên darayî yên karmend û welatiyên Kurdistanê de divê bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin, belkû divê weke mafek bingehîn û destûrî bi awayekî dadperwerane û berdewam were misoger kirin.”
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Her wiha em dubare dikin ku ji bo xurtkirina aramiya rasteqîn li Iraqê, pêkanîna hemû bendên destûrê, bi taybetî jî madeya 140 a destûrê Iraq a federal ya sala 2005’an, ji bo normalîzekirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û bidawîkirina siyaseta guhertina demografîk û marjînalîzekirinê pêwîst e.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bang li Serokkomar û Serokê Parlamentê û Serokwezîr û Hikûmeta Federal a Iraqê dike ku di çarçoveya destûrê de û bi giyanek berpirsiyar bi mafên Herêma Kurdistanê re serederiyê bikin. Em bawer in ku çareseriyek rast û dirust ji bo pirsgirêkên heyî, tenê bi diyalogek nîştimanî ya avaker, bêyî her fişar û zexteke tekrewiyê, dikare were bidestxistin, da ku qewareya destûrî ya herêmê û berjewendî û jîn û jiyara baş a hemû welatiyan were parastin.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de KNK’ê got, “Di heman demê de, em bang li tev hêz û partiyên siyasî yên li Kurdistanê û tevaya hevwelatiyên Kurdistan, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistan PDK û Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistan YNK dikin, ku di serî de arîş e û nakokiyên navbera xwe çareser bikin û bi yekrêzî û yek helwestiya neteweyî, bi berpirsiyariya herî mezin destketiyên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê biparêzin. Pêwîste jî êdî stratejîk e niştîmanî ya yekgirtî were dariştin û xelk û cadeya Kurdistanê aşt bikin, ji bo ku bi yek gutar û helwesteke bi hêz berevaniyê li îradeya siyasî û mafên destûriyên Kurdistaniyan bikin.”

