Parêzerên Ekrem Îmamoglû yê ku di 19’ê Adara 2025’an de hate binçavkirin û piştre hate girtin, bi hinceta ku girtina Îmamoglû derqanûnî ye çend serlêdanên tehliyekirinê kiribûn. Lê belê serlêdan ji aliyê dadgehan ve hatin redkirin.
Girêdayî vê yekê li ser navê Ekrem Îmamoglû ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re serlêdana şexsî hate kirin. AYM’ê serlêdan nirxand û biryar da ku mafên Ekrem Îmamoglû nehatine binpêkirin.

