Lîstikvan û hunermendê vezarkirinê Kivanç Kilinç diyar kir ku divê huner nebe alîgirê wêrankerî, tundî û dîkekirinê berovajî wê divê li dijî van nêzîkatiyan derkeve. Lîstikvan Kivanç Kilinç diyar kir ku divê huner bi awayekî xwezayî li dijî otorîte, neheqî, bêedaletî û îstîsmarê derkeve û anî ziman ku ji bo dabînkirina aşitiya mayînde û azadiyan divê hemû kes berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.
Lîstikvan Kivanç Kilinç piştre diyar kir ku zimanê serweriya mêran gelekî belav bûye, destnîşan kir ku divê hunermend li dijî vê yekê helwestekê pêş bixin.
Lîstikvan û hunermendê vezarkirinê Kivanç Kilinç têkildarî mijarên weke mîsyona civakî ya hunerê û têkiliya aşitî û hunerê ji ANF’ê re axivî.
Lîstikvan û hunermendê vezarkirinê Kivanç Kilinç di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku huner dikare pêşdarazên însanan bişkîne û got: ‘’Tişta ku em jêre dibêjin efsûniya hunerê jî ev e. Huner bi tena serê xwe dikare meseleyê ji perpektîfên cuda nîşan bide. Êdî piştre ya mayî ji hesasiyet, niyet û çanda takekasan re maye. Di atmosfera şer û tundiyê de bi awayekî xwezayî em nikarin qala lihevkirin, çêkerî û çareseriyê bikin yan jî em van yekan nabînin. Ez di wê baweriyê de me ku divê huner li dijî vê yekê zimanekî nû û yan jî rêbazekê biafirîne. Divê huner ji ber xweza û hebûna xwe li dijî otorîte, neheqî, bêedaletî û îstîsmarê derkeve. Aşitî di pratîkê de divê li gel lihevkirina civakî di nava civakê de belav bibe û piştre xwe li her derî nîşan bide. Nêzîkatiyeke kolektîf bes bi hewla takekasan pêkan e. Rûbirûbûna kolektîf ji rûbirûbûna takekesî hêsantir pêk tê.’’
‘MÎZAH DIKARE XWE BIGIHÎNE CIHÊN KU POLÎTÎKA NIKARE XWE BIGIHÎNÊ’
Lîstikvan Kivanç Kilinç piştre anî ziman ku mîzah dikare xwe bigihîne cihên ku polîtîka nikare xwe bigihînê û ev yek anîn ziman: ‘’Mîzah di nava îfadeyên hunerî de xwedî cihekî gelekî taybet e. Rexneyeke rasterast gelek caran rê li ber refleksa parastinê vedike lê belê bi mîzahê parastin tê bêbandorkirin. Ruhê demê dibêje ku li xweşiyê bigere, wê biqedîne û ji bîr bike. Rojev jî wisa ye. Gelek kêliyên ku ez bêhêvî bûme û di wê baweriyê de bûme ku her tişt ji bo min bêhude bûye, çêbûn. Wele lîstikvan pêvajoya min jî girêdayî ruhê welêt, civak, pêvajoya temaşevan û demê ye.’’
‘ZIMANÊ SERWERIYA MÊRAN GELEKÎ BERBELAV BÛYE’
Lîstikvan û hunermendê vezarkirinê Kivanç Kilinç di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku zimanê serweriya mêran gelekî berbelav bûye û got: ‘’Ez di wê baweriyê de me ku xwesteka guherandina zimanê serweriya mêran ji cesaretê wêdetir girêdayî niyetê ye. Mixabin ku di zimanî de rewşeke hatiye qebûlkirin heye. Ez hewl didim xwe ji vê yekê dûr bigirim. Bi gotineke gelemperî dema ku kesek bi zimanê mêran ê toksîk diaxive, ez jê aciz dibim. Dema ku mirov zêdetir kesan nas dike, fêm dike ku ev yek gelekî berbelav bûye û xwerizgarkirina ji vê yekê yan jî sererastkirin gelekî ne xema kesî ye. Em şoveke mêran a tiliya xwe dihejîne û jinan bêqîmet dike, heye. Ev yek cihê şermê ye. Her wiha ez estetîzekirina qetilkirina jinan gelekî aciz dibim.’’

