Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû qala çalakiya xwe ya destpêkê kir ku hîn tevgera çend mehan a Apoyî bûn û li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê li hemberî serokwezîrê wê demê kirin.
Endamê Kayseriyê yê Senatoya Komarê Husnu Dikeçligil li derveyî rojevê mafê axaftinê wergirt û qala zanîngehan kir. Dikeçligil ku sê serdeman senatorê Partiya Edaletê (AP) bû perwerdekarekî neteweperestên Tirk bû ku ji Komeleyên Têkoşîna li dijî Komunîzmê hatibû. Dikeçligil got, Serokwezîr Sadi Irmak tevlî vekirina sala nû ya dersê ya Mulkiyeyê bû û li wê derê dema ku got “Ciwanên Tirk ên xoşewîst” bi gotina “Li vê derê ne tenê ciwanên Tirk hene, ciwanên cuda jî hene; ciwanên gel hene” axaftina wî hate birîn û şermezarkirin. Dikeçligil ji bo qala yên nikaribin bibn weke Jon Tirk qala vê mînakê kir û axaftina xwe ya ku derbasî girtekên wê demê bû bi vî rengî edwam kir: “Sadi Irmak beg mirovekî bi sebir e; çavên wî tijî hêsir bûn, derket û çû… Gelo kîjan wijdan dikare vê qebûl bike? Yên ku vê qebûl dikin, zanyarên bi vî rengî nikarin li vî welatî bimînin, divê nemînin û hikumet jî bi sirar divê bi ser vê ve biçe. Eger heta niha li ser vê tevgerê nesekinî be, hingî heyf e. Her wiha tevgera van ciwanan a li hemberî Serokkomarê Tirkiyeyê jî li holê ye…”
TURKEŞ GOT ‘EM Ê WAN BIECIQÎNIN’
Serokê Giştî yê MHP’ê Alparslan Turkeş jî ev mijar xist rojevê. Di axaftina xwe de ku li kovarên heftane yên MHP’ê de dihate weşandin, beşa bi sernavê “EM Ê YÊN KU HEWL DIDIN MILETÊ TIKR PARÇE BIKIN BIECIQÎNIN’ bi vî rengî ye: “Dema ku Serokwezîr Prof. Irmak bi peyva ‘Ciwanên Tirk ên xoşewîst’ dest bi axaftina xwe kir, dengê ‘Bimire Tirkiye, em Tirk nînin’ bilind bû. Birêz Irmak bi çavên tijî hêsir ji kursiyê daket û weke ku ji dibistanê bireve çû. Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê li dibistaneke Tirk nikare biaxive, tê şermezarkirin. Ev xak bi xwîna pêncî milyon şehîdî hatiye avdan. Tevahiya Milletê Tirk ji rojhiat, rojava, bakur, başûr, tevahiya mirovên Anatoliyê ji bo vî welatî mil bi mil şer kirin. Mafê kesî nîne ku van parçe bikin, li ber hev rakin, hêza wan wê têrê neke. Milletê Tirk yekpare ye ku parçebûnê qebûl nake. Berpirsyariya me ye ku em serê fesadan bieciqînin ku hewl didin vê yekparebûnê ji hev bixe û parçe bike. Çavkaniya xwe çi dibe bila bibe, li hemberî tevdan û her cûre fikrên ku hewl dide welat û dewleta Milletê Tirk parçe bike, weke endamên Partiay Tevgera Neteweperest em ê rê nedin. Em di wê baweriyê de ne ku Tirkîtî yekpare ye. Eger milletê Tirk derdên xwe di nava yekîtî û hevgirtinê de binirxîne wê karibe çareser bike. Divê bi polîtîkayeke çandê ya neteweyî mirovên me hemû di nava Çanda Tirk de bibe yek û ev yek weke meseleya me ya esasî bê dîtin…”
KARASÛ YEK JI WAN CIWANAN BÛ
Yek ji wan ciwanên ku wê rojê Serokwezîr Sadi Irmak şermezar kir Mûstafa Karasû bû ku niha endamê Konseya Rêveber a KCK’ê ye. Karasû qala wê rojê kir: “Roja damezrandinê ya Fakulteya Zanistên Siyasî hebû. Serokwezîr Sadi Irmak ji bo di roja damezrandinê de biaxive, hat. Dersxaneyeke mezin bi qasî hezar kesî tijî bû. Serokwezîr bi gotina ‘Ciwanên Tirk ên xoşewîst’ dest bi axaftina xwe kir. Em li wir 5 Apoyî bûn. Ji nişka ve em rabûn ser piyan û bi dengekî bilind me got, ‘Li vir ciwanên Kurd jî hene’. Sadi Irmak şaş bû. Di dewama axaftina xwe de careke din got ‘Ciwanên Tirk’. Em dîsa rabûn ser piyan û me got, ‘Li vir ciwanên Kurd jî hene’. 40-50 kesî ji bo me li çepikan xist. Careke din got, ‘Ciwanên Tirk ên xoşewîst’, em dîsa rabûn ser xwe û me got, ‘Li vir ciwanên Kurd jî hene’. Vê carê 200-300 kesî ji bo me li çepikan xist. Dema ku heman tişt dubare kir, vê carê temamiya amfi -bêguman Fakulteya Zanistên Siyasî çepgir bûn- ji bo me li çepikan xist. Serokwezîr axaftina xwe nîvco hişt û çû.”

