Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku wan biryar dane ku qadên petrolê û deriyên sînor ên li Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta navendî bêne kirin. Xwest ku qadên petrolê û deriyên gumrukê yên li Başûrê Kurdistanê radestî wan bê kirin. Ev yek tê wê wateyê ku temamiya çavkaniyên aboriyê yên federasyona Başûrê Kurdistanê radestî hikumeta navendî bê kirin. Civakek û sîstemeke siyasî dema ji çavkaniyên malî bêpar bimîne, hingî bi temamî tê girêdan. Bi taybetî di serdema heyî de çavkaniyên malî ji aliyê avakirin û parastina sîstema siyasî, çandî, civakî û aborî ve xwedî roleke girîng e. Lewma biryara hikumeta Bexdayê tê wateya sînordarkirina aliyên bingehîn ên jiyanê û destwerdana yekser a li qada jiyanê ya federasyona Başûrê Kurdistanê.”
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Sedema bingehîn a rûdana pirsgirêkên navbera civakên neteweyî, bawerî û etnîkên cuda dewamkirina feraseta desthilatdariya navendî ya sedsalên 19’emîn û 20’emîn e. Ev yek jî tê wateya afirandina pirsgirêkan li nava jiyana siyasî û civakî. Piştî damezrandina Iraqê feraseta serwerî û desthilatdariya navendî kir ku bi Kurdan re bikeve nava pirsgirêkên cidî; Kuran ev polîtîka qebûl nekirin û têkoşiyan. Halbûkî piştî rapora komîsyona Mûsilê ya ku sala 1924’an Cemiyetî Akvan diyar kir, dema ku biryar hate dayin ku Başûr di nava Iraqê de bimîne, heman komîsyonê biryareke din jî qebûl kir ku Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibin û bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Lê belê ji ber ku hikumeta Iraqê ev biryara Komîsyona Mûsilê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih neanî, Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn ên neteweyî bi dehan salan têkoşîn meşand. Di sala 2003’an de desthilatdariya hegemonya navendîperestiyê hilweşiya û destûreke bingehîn a nû hate amadekirin. Di vê destûra bingehîn de li şûna feraseta dewleta navendîperest a berê sîstemeke siyasî ya hîn demokratîk hate avakirin; federasyona Başûrê Kurdistanê jî weke statuyeke destûra bingehînî hate qebûlkirin.
Hewldana hikumeta Iraqê ya jinûve ketina nava feraseta navendîperestiyê, hewldana kêmkirina mafên federasyonê yên Başûrê Kurdistanê tê wateya jinûve ferzkirina feraseta navendîperestiyê ya berê. Halbûkî ev feraset bûbû sedem ku Iraq bi dehan salan bi Kurdan re bikeve nava pirsgirêkên cidî. Lewma hikumeta Iraqê gaveke şaş diavêje. Gaveke şaş avêtiye ku ji aliyê yekîtiya demokratîk û aramiya Iraqê ve dikare pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Hem ji bo tevahiya Iraqê hem jî ji bo Kurdan ya bi xêr û baş ew e ku hikumeta Iraqê dest ji vê gava şaş berde, bi feraseta ku yekîtiya demokratîk a Iraqê xurt bike tevbigere.
Ji bo Kurd li rewşên bi vî rengî rast neyên, yekîtiya Kurd a demokratîk gelekî girîng e. Kurd jî divê ji aliyê siyasî ve dest ji feraseta navendîperestiyê berdin û feraseta yekîtiya demokratîk ji xwe re bikin esas. Ya ku niha pêwîstiya Başûrê Kurdistanê pê heye avakirina hikumeteke yekîtiya neteweyî ya demokratîk e ku hemû partiyên siyasî di nav de bin. Hikumetek ne ji partiyekê ne jî ji du partiyan, hikumeteke ku hemû derdorên civakî û siyasî yên hemû partiyên Kurd lê têne temsîlkirin, wê Kurdan û Federasyona Başûrê Kurdistanê xurt bike. Feraseta partiyan a ferzkirina serweriya xwe Kurdan û federasyonê xurt nake. Ji xwe sedema lawaziya heta niha rû da, neafirandina yekîtiya Kurd a demokratîk e.
Federasyona Kurd a li Başûr di encama têkoşîna gelê Başûr û tevahiya gelê Kurdistanê weke destketiyekê hate afirandin. Têkoşîna me ya 54 salan di avabûna van destketiyan de xwedî pareke mezin e. Lewma tevahiya gelê Kurd û hêzên siyasî yên gelê Kurd wê xwedî li destketiyên li Başûrê Kurdistanê derkevin. Tevgera me ya Azadiyê ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê weke berê wê ji niha û pê ve jî bi berpirsyariya xwe rabe. Rêber Apo di vê pêvajoyê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû têne danîn, bi dîtina girîngiya yekîtiya demokratîk a Kurd 2 sal in pêşniyara avakirina hikumeta yekîtiya demokratîk dike ku hemû partiyên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê tê de cih bigirin. Bangên xwe yên bi vê armancê yekser gihand PDK û YNK’ê jî. Divê hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çareseriya pirsgirêkan di yekîtiya demokratîk de bibînin. Ya ku Kurdan xurt bike hikumeta yekîtiya demokratîk e ku Rêber Apo pêşniyara wê dike. Em bi mehan e ji bo vê bangê dikin, dinirxînin. Îro hîn bêhtir û baştir hatiye fêhmkirin bê pêşniyar û banga Rêber Apo çiqasî girîng e.
Hîn jî li ser 4 parçeyên Kurdistanê ferasetên siyasî yên ji bo Kurdan di bin desthilatdariyê de bigirin û îradeya neteweya demokratîk a Kurdan nas nekin, dewam dikin. Lewma divê Kurd li her parçeyên Kurdistanê di nava yekîtiya demokratîk de bin. Her wiha divê hemû hêzên demokrasî û azadiyê yên Rojhilata Navîn û cîhanê jî hêz bidin têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan.
Em bang dikin ku Iraq dest ji gavên hegemon û navendîperestiyê berde û Kurd divê di pêvajoyên wiha de ji bo parastina destketiyên xwe di nava yekîtiyê de tevbigerin.”

