Nobeda ku di pêşengtiya MED TUHAD-FED’ê de û bi pêşengtiya DEM Partî û OHD’ê hate destpêkirin, kete roja xwe ya 11’an. Xizmên girtiyên nexweş, nûnerên rêxistinên demokratîk û mafparêzên ji bajarên cuda piştgiriyê dan nobedê.
Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa; ‘’Em li ber deriyê edaletê ne, em ê bi berxwedanê deriyên zîndanê vekin, ji girtiyên nexweş re azadî’’ hate hilgirtin. Her wiha gelek caran jî dirûşmeyên ‘’Bila girtiyên nexweş werin berdan’’, ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ û ‘’Girtiyên nexweş rûmeta me ne’’ hatin berzkirin.
‘REWŞA 56 GIRTIYAN GIRAN E’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dundar di nobedê de axivî û got ku divê tavilê 56 girtiyên nexweş ên ku rewşa wan gelekî xirab e werin berdan. Mahmût Dundar anî ziman ku heya daxwazên wan tên bicihanî ew ê çalakiya xwe bidomînin.
Emîne Surgeç a xwişka mezin a Huseyîn Surgeç ê ku ev 28 sal in li girtîgehê rehîn tê girtin û nexweş e diyar kir ku nexweşiya dil a cidî ya birayê wê heye û divê emeliyat bibe. Emîne Surgeç anî ziman ku ew Dêrsimê beşdarî çalakiyê bûye, destnîşan kir ku di encama şer û pevçûnan de sê xwişk û birayên wê jiyana xwe ji dest dane û got: ‘’Ez naxwazin yek din winda bikim.’’
‘EM LI BENDÊ NE DESTHILATDARÎ PÊNGAVAN BIAVÊJE’
Ayşegul Devecîglû jî li ser navê Komîsyona Çavdêrî û Şopandina Aşitiyê ya Jinan axivî û anî ziman ku ji destpêka aşitiyê heya niha 15 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane. Ayşegul Devecîglû daxwaz kir ku girtiyên nexweş tavilê werin berdan û werin tedawîkirin û banga sepandina qanûna çarçoveyê û avêtina pêngavên demokratîkbûyînê kir.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku nabe ku mirina girtiyên nexweş a li girtîgehê were normalîzekirin û got: ‘’Nabe ku ti girtî li girtîgehê bi mirinê re rû bi rû were hiştin.’’
Meral Daniş Beştaş piştre îfade kir ku taloqkirina înfaza girtiyên nexweş ne alîkariyek e û daxwaz kir ku hemû girtiyên nexweş tavilê werin berdan.
Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê, li gel çalakiya rûniştinê berdewam dike.

