Duşem, 20 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê banga hevrûbûna Komkujiya Pirsûsê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemager Mûrat Çîçek hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna komkujiya Pirsûsê: Em ê xewn û xeyalên wan pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mersînê: Ji bo aştiyê divê qenalên diyalogê vekirî bêne hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    SGDF: ‘Wê tu xeyal nivco nemînin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TAJÊ: Weşandina dîmenê jinên Êzidî yê dîlgirtî êrîşa şerê taybet a plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Binarê Qendîlê şivanek birîndar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê hişyariya li dijî belavkirina fitneyê li nava civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa bajarê Wanê ya DEM Partiyê: EM ê mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmaşanê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî, di salvegera Fermana Şengalê de kampanyaya navneteweyî dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Çîrokên Serhedê hatin berhevkirin
Çand û Hûner

Çîrokên Serhedê hatin berhevkirin

Komek ji rojnamevanên ji Wanê mohra xwe danî binê projeya bi navê 'Çîrokên Serhedê'. Karê ku destpêkê bi dîmenan hate kirin, bû pirtûkê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çîrokên Serhedê weke projeyeke Komeleya Medya, Jin û Ekolojiyê di Hezîrana 2023’an de bi piştgiriya Bernameya Fikrê Sivîl a Yekîtiya Ewropayê destpê kir. Proje li Wanê pêk hat. Komek ku ji zarokatiyê ve bala xwe li ser çîrokan e, li çîrokbêjên li herêmên cuda guhdarî kir û çîrok qeyd kir. Ji bo çîrok neyên jibîrkirin û tevkariyê li çandê bike, destpêkê weke dîmen hate amadekirin û piştre jî bû pirtûk. Armanca bingehîn a ji Çîrokên Serhedê ew bû ku çîrokên li ber windabûnê ne bêne parastin û çand bê dewamkirin.

Yek ji endamên koma kar a Çîrokên Serhedê rojnamevan Zelal Sahîdenûr Sarî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku proje wê dewam bike û ji herêmên din re bûye mînak. Sarî got, “Ji bo Çîrokên Serhedê ji bîr nebin me qeyd kir. Weşandina vê yekê jî ji bo vî fikrê me gaveke girîng bû. Me xwest hem çanda xwe, hem çîrokên xwe qeyd bikin.”

Sarî anî ziman ku bi rojnamevanên ji Wanê Yeşîm Karaagar û Zafer Avaç re timî qala çîrokan dikir û fikrê li ser vî karî jî di dema sohbetên li ser çîrokan derkete holê. Sarî got, “Li Westan, Erdîş, Şax, Payîzava û Elbakê me ji sê jin û du mêran li çîrokan guhdarî kir û qeyd kir. Bi rêya dostên xwe me xwe gihand van çîrokbêjan. Çîrokên me lê guhdarî kir çîrokên welê bûn ku bala her mirovekî dikişand ên bi Kurdî zanin. Di nava wan de çîroka herî zêde tê naskirin jî ya Xanê Lepzerîn e, me ji Apê Tahîr ê ji Elbakê li vê çîrokê guhdarî kir. Çîrokên ku me qeyda wan kir, daxwaza me ya taybet nebû. Mîna rojên berê me dîwan danîn û me ji çîrokbêjan xwest ku em dixwazin guh bidin çîrokên wan.”

Ji bo pirsa ‘Herî zêde kîjan çîrokê bandor li we kir?’ Sarî got, “Çîroka ‘Rovî û Pîrê’ li navçeya Şaxê me ji Xaltîka Muhteber guhdarî kir. Ev çîrok çîroka zarokatiya min bû. Di vê çîrokê de zordariya hevtemenan û encamên wê bi zimanekî ku dersê dide, tê vegotin. Di çîrokên din de jî dersên bi heman rengî û çîrokên efsanewî hene.”

Sarî got, “Me çîrokên bi Kurdî û çîroka xwe kirin yek” û qala pêvajoya çapkirina pirtûkê kir: “Me pirtûkek ji 5 çîrokan weşand. Dostê me wênevan Şîrîn Çelîk wêneyê van çîrokan ji me re amade kir. Ji ber ku li herêmên me guh dan çîrokan cudahiya devokan hebû, me piştgirî ji dostên xwe yên nivîskar jî wergirt û dawiya dawî ji bo bibe karekî profesyonel em di bin sîwana Weşanxaneya Sîtav de li hev kom bûn û me pirtûka xwe çap kir. Pirtûka me ji bo qezenceke madî nîne. Di serî de nîşandan me pirtûka xwe bêpere li gelek saziyan belav kir. Ji ber ku maliyeta çapkirinê ya li Tirkiyeyê zêde bû me kêm pirtûk çap kir.”

Sarî diyar kir ku karê Çîrokên Serhedê wê dewam bike û got, “Ji ber ku me gelekî hez ji karê xwe kir. Karê bi heman rengî dibe ku beriya niha hatibe kirin, lê belê me tişta ku nehatibû qeydkirin qeyd kir, li çavkaniya çîrokê yanî li gundan me li çîrokan guhdarî kir. Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku ev kar ji bo herêmên cuda bûye mînak. Dawiya dawî me xizmet ji armanceke hevpar, ji dewamkirina çandê re kir.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Aslan 10 roj in di binê çavan de ye
Nûçeya Pişt re Derhêner Aydemîr: Di hunerê de zimanekî nû tê afirandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eren: Divê komîsyon berfireh û beşdar be

Têkildarî avakirina komîsyona li Meclîsê pêngavên şênber tên avêtin, Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat…

Ji aliyê Stêrk TV

Dinya wê ji pêşbiniya ku tê dîtin zûtir bê asta neyê jiyîn

Li gorî lêkolîneke nû hat weşandin, wê dinya ji ya ku dihate fikirîn zûtir bê…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

KNK’ê êrişa li ser navenda Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir û bang li hemû hêz û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Konferansa bajarê Wanê ya DEM Partiyê: EM ê mal bi mal, tax bi tax xwe bi rêxistin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?