Êzîdiyên ku piştî êrîşa DAIŞ’ê koçber bûn û beriya bi 3 salan li Kampa Fîdanlikê ya Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê hatin bicihkirn, piştî ku Şaredariya Yenîşehîrê bi destê qeyûm hat desteserkirin, bi fermana Walitiya Amedê li Kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin bicihkirin. Êzîdiyan neheqiyên ku li kampê li wan dikin vegotin û diyar kirin, hefteyê rojekê diçine sûkê û lêzimiyên xwe dikin û her wiha gotin alîkariya ku ji bo wan a zad dihate dayin beşek jê birîne.
Êzîdiyên ku bi zorê ji Amedê birin AFAD a Mîdyadê ne dikarin xizmeta tendiristiyê bibînin, ne dikarin îbadeta xwe bikin û ne jî dikarin bi azadî bigerin. Êzîdiyan diyar kirin, piştî Kampa Fîdanlikê ya Amedê rewşa wan giran bûye û li Kampa AFAD’ê ew kirine weke êsîran.
‘FERQ DIKIRIN NAVBERA ME Û YÊN JI SÛRIYÊ’
Bişar Elî Ê 42 salî ku piştî êrîşa DAIŞ’ê bi hevjîn û zarokên xwe 20 rojan tî û birçî li rêyan mabûn û bi korîdorê gihaştine Zaxoyê û ji wir jî Kurdistanê wiha got:
“Me hê ew psîkolojiya êşa xwe ji ser xwe nevaêtiye. Dema ku em li Kampa Fîdanlikê ya Amedê bûn me digot ew talokeya li ser jiyana me rabûye. Ji ber ku temenê zarokên me biçûk bû, me didît ku tiştên ku em dijîn bandorê li wan dike, û ji bo vê jî me pir fikar dikirin. Piştî ku em li kampê hatin bicihkirin me digot piştî demekê em ê vê ji ser xwe bavêjin. Ji ber ku li kampê em me xwe ewle didît û hem jî pir li ser perwerde û tendiristiya zarokan disekinîn. Ji bo me mezinan jîg elek alternatîf hatibûn çêkirin. Mînak em em baçxe û çandiyê re mijûl dibiûn, hem me hildiberand û hem jî bi vî rengî me hinekî xwe ji bîr dikir. Bi demê re hem hilberîna me zêde dibû, hem jî me feydeyê vê didîtin. Lê em ji kampa Fîdanlik anîn vir. Ev der naşibe cihê ku berê em li diman. Penaberên ji Sûrî li vir hene û em li cem hev hatine danîn. Ferqê dixine navbera me û wan. Li vir guh nadin nexweşiyan û em nikarin derkevin derve. Piştre heftiyê carekê destûr dan ku em biçin bajêr û carinan du heftiyan me nikarîbû em biçin. Em li vir weke êsîran dijîn.”
‘EM BI ZORÊ ANÎN VIR Û WEKE ÊSÎRAN DIJÎN’
Xeyder Hisên jî ku bi zorê li Kampa AFAD’ê ya Midyadê hatiye bicihkirin dibêje dema ku ew li Amedê bûn kengî bixwestana dikarîbûn derkevin û di hêla lêzimiyan de ti pirsgirêkên wan nebûn lê li vir tenê heftiyê carekê dikarin derkevin û wiha domand: “Li Kampa Fîdanlikê kengî dilê me bixwesta me dikarîbû derkevin. Jixwe gelê Amedê tim dihat serî l îme dida, têkiliyeke me ya germ çêbûbû, gelek caran em bi ser hev de diçûn. Gelê Amedê û şaredariya wê tiştek ji me kêm nekir lê dema ku em hatin vir me dît ku rewş pir cuda ye. Em bi zorê anîn vir û em li vir weke êsîran dijîn.”