Nexweşiya Lymeyê di encama enfeksiyona ji yek curên çar bakteriyên sereke ku bi rêya keneyan tên girtin, çêdibe.
Nexweşiya Lymeyê ku çavkaniya xwe ji bakteriya Borrelîa Burgdorferiyê digire, kêm caran dibe sedema mirinê. Di kesên ku ji aliyê qijniyek a bi nexweşiyekê ketî ve tên gezkirin de piranî sorahî çê dibe, şaneyên mîna şewbê yên weke êşa masûlke û movik, êşa ser, lêdana mehd û vereşîn tên dîtin.
Ji ber ku qijniyên bakteriyan hildigirin zêde bûne, rîska ketina vê nexweşiyê ji bo kesên li cihên çêre û bi daristan dijîn zêdetir e.
Li gorî lêkolîna di kovara BMJ Global Health de hat weşandin, Ewropaya Navîn xwedî rêjeya sedî 20 û rêjeya herî bilind e.
Mirovên li ser temenê 50 saliyê yên li cih û warên bej dijîn, di bin xeteriyek a zêdetir de ne.
Lêkolîneran ji 4 hezar û 196 lêkolînan 137 lêkonînên guncaw diyar kirin û ji van daneyên 89’an anîn dan ber hev.
Bi giştî nêzî 160 hezar beşdar, di xwîna wan de ji sedî 14.5 antîkorên li dijî bakteriya Borrelîa burgdorferî (Bb) hat dîtin.
Li gorî lêkolînerên ku gihîştin encama ku zêdeyî ji sedî 14’ê nifûsa cîhanê bi nexweşiya Lymeyê ketiye, piştî Ewropaya Navîn herêmên ku nirxa antîkorê lê zêde bi 15,9 Rojhilatê Asya, bi 13,5 Rojavayê Ewropa 3 û bi 10,4 Rojhilatê Ewropayê. Reşahî jî bi herêma herî kêm ji sedî 2 antîkor hildigire balê dikêşîne.
Lêkolîner radigihînin ku ev zêdehî ji ber sedema guherîna demsalan, koça ajalan û kirina destên xwe bi ajalên kedî, havînan dirêjtir diajo.