HPJ’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.
HPJ’ê bal kişand ser girîngiya tekoşîna jinan ya li seranserê cîhanê û di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin:’’Di serî de em roja 8’ê Adarê li Rêberê Neteweya Demokratîk, Rêber Apo pîroz dikin. Di şexsê Heval Aryen Arê, Sara Hogir û Bîşengan de hemû şehidên şoreşê bi minetarî bi bîr tînîn û dubare soza serkeftinê didin wan. Bi vê wesîleyê em 8’ê Adarê li jinên ku îro di çeperan de bi wêrekî dagirkeriyê têk dibin, jinên ku di nav çar diwarên faşîzmê de bi îradeya Apoyî li ber xwe didin, jinên ku bê westan di kolanan de ji bo azadiyê qîr dikin, dayikên me yên ku di her pêvajoyê de bi fedakarî têkoşîna me dixemilînin, jinên Kurd, Ereb, Fars, Tirk, Belûc, Afgan, Azerî û tevahî jinên ku ji bo azadiyê têdikoşîn pîroz dikin.
Di roja me de tekoşîna azadiya jinan pêşengtiya hemû şoreşên cîhanê bi azwerî dide meşandin û dîrokê ji nû ve dide nivîsandin. Ev tekoşîn pergala hezar salan a baviksalariyê di şexsê zilamên nûnertiya Mardûkên hemdem dikin de, dihejîne. Diyar e wekî Rêber Apo jî gotibû; ‘Ev sedsal wê bibe sedsala têkoşîna jinan’. Ji niha de li hemû deverên jiyanê nimûneyên heyî mizgînîya bihara jinan û gelan dide. Jinan ji hemû deman bêhtir hay ji nasnameya xwe heye û di her qadên tekoşînê de bi rengê xwe cih digirin û pêşiya hemû cure koletiyê, bi îradeyeke bêhempa radiwestin.
HPJ’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêşengên jin û wiha berdewam kir: ‘’Em weke jinên vê erdnîgariyê xwedî mîrateyeke giranbiha ne. Ji Qedemxêran heta Zarîfeyan, ji Leyla Qasiman heta Sakîne Cansizan û Şîrîn Elemholiyan dîroka me di her kêliyê de bi şer û tekoşînê hatiye hûnandin. Jinên ku ev rastî pejirandine, îro pêşeroja xwe di parastina van nirxan de dibîne û ji bo vê rêxistinbûna xwe geştir û firehtir dike. Bê guman ji bo vê destpêkê pêwîstî heye ku li hemû qadan parastina jinan bê misogerkirin û li hemberî hemû êrîşên Modernîteya Kapîtalîst ku ji xeynî serweriya zilam û qirkirina jinan tiştekî din ji mirovahiyê rewa nabîne, tekoşîn were berfirehtirkirin.’’
HPJ’ê banga mezinkirina tekoşînê kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:’’Em bawer dikin ku di vê 8’ê Adarê de jî hemû jinên Kurdîstan û cîhanê wê bi rengê biharê biherikin kolanan û bi yek rih û bi yek deng israra xwe ya şoreşa jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hemû rojan veguherîne 8’ê Adarê.’’