Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Afirînera destana berxwedanê ya li Girê Hakkarî: Azê Erdal
Kurdistan

Afirînera destana berxwedanê ya li Girê Hakkarî: Azê Erdal

Şehîd Azê Erdal ku li dijî êrîşên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, bi sekna xwe ya jin a azad, bi hevrêtiya xwe ya ji dil dîrokeke berxwedanê ya destanî li pey xwe hişt.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêber Apo dibêje her cografya xwedî ruh û nasnameyeke xweser e. Herêma Şirnexê jî xwedî karakterekî şoreşger e. Heta niha bi hezaran leheng ji Şirnexê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn. Kurdistan Sîdar (Azê Erdal) jî yek ji wan lehengan bû. Ji nava malbateke welatparêz a Botanî û dilsozê nirxên azadiyê, di sala 1994’an de li Geliyê Qiyametê yê Etrûşê ji dayik bû.

Malbata wê ji ber zextên dewleta Tirk neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike. Kurdistan Sîdar jî ji ber vê yekê li Mexmûrê mezin bû, bi çanda Kurdîtî û welatparêziyê mezin bû. Lewma hîn di temenê biçûk de Tevgera Azadiyê nas kir. Ji bo peydakirina nasnameya xwe berê xwe da fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kurdistan Sîdar ku haya xwe ji êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê Kurd hebû, armanca xwe ya herî mezin vegera li Botanê û jiyanek li ser koka xwe bû. Li ser vê bingehê di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên partiyê bû, di sala 2012’an de şehadeta gerîla bandor lê kir û ji bo karibe berpirsyariyên xwe bi cih bîne heman salê berê xwe da çiyayên azad. Ew êdî bû Azê Erdal ku li dijî dijminê ku xaka wê dagir kiriye şer dikir.

Azê Erdal li nava refên gerîla li herêma Garê tevlî perwerdeya destpêkê bû. Di pêvajoya perwerdeyê de bi baweriya ji xwe, bingeha pratîkeke serketî afirand. Heta sala 2015’an bi giranî li herêmên Garê û Zapê kar kir. Di nava kar de û li her qada ku lê ma bi kesayetiya xwe ya cewherî û kedkar bû gerîlayeke YJA Star a mînak ji hevrêyên xwe re. Di sala 2015’an de tevlî perwerdeya îdeolojîk û leşkerî ya li Akademiya Hakî Karer, perwerde bi rengekî serketî qedand û derbasî herêma Heftanînê bû.

PÊŞENGÎ JI PÊNGAVA CENGA XABÛRÊ RE KIR

Gerîla Azê 5 salên herî bi tecrûbe yên jiyana xwe ya şoreşgerî li Heftanînê derbas kir û ti astengî û zehmetî nas nekir. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên ku sala 2020’î li herêma Heftanînê da destpêkirin, li refên herî pêş şer kir. Tevî hevrêyên xwe Esmer, Zelal, Amara û Cûdî pêşengî ji Pêngava Cenga Xabûrê re kir. Tank, top, leşker û balafirên dijmin nekarîn Azê û hevrêyên wê bisekinînin. Ji ber vê yekê wê rojê bi van gotinan nîşan da ku ti carî teslîmiyetê qebûl nake: “Dijmin bi teknolojiya xwe piştrast e, lê em bi çiyayên xwe piştrast in. Lewma ew nikarin li van çiyayan bimînin. Ev çiya çiyayên Kurdistanê ne. Yên ku ji vir biçin em nînin, dijmin e ku xaka me dagir kiriye.” Azê wezîfeya xwe ya li vê derê bêkêmasî bi cih anî û ji ber derbên giran li dijmin xist serbilind bû.

Gerîla Azê piştî pratîka 5 salan a dirêj û zehmet, di sala 2021’ê de li Akademiya Hakî Karer tevlî perwerdeyê bû, piştî ku perwerde temam kir li dijî êrîşên dijmin derbasî herêma Metînayê bû ku berxwedaneke destanî lê dihate meşandin. Şahidî ji berxwedana dîrokî ya li girê Zendûrayê kir, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî tevlî gelek karên serketî bû. Di her kêliya pêvajoya şerê giran de kedeke mezin da, carna bi bêrê tevlî karê çêkirina tunelên şer bû, carna jî bi çekê li dijî dijminê dagirker şer kir. Ji bo hêjayî berxwedana hevrêyên xwe yên şehîd bibe hewl da. Bi tevlîbûna xwe ya çalak ji hevrêyên li dora xwe re bû çavkaniya hêz û moralê.

KURDISTAN WÊ JI DAGIRKERAN RE NEMÎNE

Di 25’ê Gulana 2022’an de êdî derbasî qonaxeke nû bû. Di vê qonaxê de berê herî giran kete ser milê fermandar Nûrî, berxwedêr Amara, lehengê Kobanê Siyabend û xwedawend Azê Erdal. Gelek caran bi hev re birçî man, bi hev re cemidîn, bi hev re barên giran hilgirtin, bi girên Girê Hakkarî rapelikîn, lê belê ti carî nesekinîn, teslîmî zor û zehmetiyan nebûn. Mardîn û Roza, Serhed û Rojhat, Çekdar û Azê ji bo tunelên şer ava bikin kedeke mezin dan. Şert û mercên herî giran, kêfxweşiya herî bedew bi hev re jiyan. Pariyek nan, av bi hev re parve kirin. Heta dawî bûn hevrêyên hev ên rasteqîn. Taybetmendiya wan a şoreşgeriya Apoyî jî bicihanîna soza dabûn hev bû. Ji ber vê yekê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê şer kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku sûcên şer dike, li Girê Hakkarî careke din bi çekên kîmyewî êrîş kir. Li hemberî êrîşên dijmin, Azê tevî fermandar Nûrî Yekta û Amara Amed bi biryardariyeke mezin têkoşiya, da ser şopa şehîd Sara, Bêrîtan û Zîlan. Li dijî dijmin heta nefesa xwe ya dawî şer kir û tevî hevrêyên xwe Nûrî Yekta û Amara AMed tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Azê Erdal wê her tim bi sekna xwe ya jin a azad, bi hevrêtiya xwe ya ji dil bê bîranîn. Dîrokeke berxwedana destanî li pey xwe hişt

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li girtîgehên Espiye û Bafrayê gef li girtiyan tên xwarin
Nûçeya Pişt re Hisên Hecî: Îdareya nû wê bi îradeya Şengalê be!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê hate bîranîn

Ji bo bîranîna Dayika Aştiyê Hemra Apaydin li Mexmûrê çalakiyek hate lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Serhildêrekî nemir: Fîras

Fîras ne tenê şervanek e, serhildanek e ku di bîra gel de xwe nemir bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?