Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Doza Komkujiya Duyemîn a Parîsê 23’ê Sibatê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Albûma Nû ya Hozan Comerd derket
Çand û Hûner

Albûma Nû ya Hozan Comerd derket

Hozan Comert albûmeke nû ya bi navê “Xozan” derxist. Hozan Comerd got, “Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bavê şehîdan, hunermendê Kurdistanê Comerd, albûma xwe ya nû derxist. Navê albûmê “Xozan” e û gotinek bi Dimilî ye. Ji gotinên “xwe” û “zan” tê û wateya wê “xwe bizane” ye.

Di albûmê de 9 stran cih digirin. Hunermend helbestên Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Pertew Begê Hekarî û Seydayê Tîrêj hilbijartiye. Albûmek taybet e. Bi maqama kasîdeyê û helbestên sûfî hatiye amadekirin û guhdar bi 14 enstrumanên cuda têrî muzîkê dibin. Aranjorê albûmê Hakan Akay e û amadekirina albûmê du sal kişandiye.

Albûma “Xozan”ê Art Recordsê derxistiye. Hozan Comerd dê roja Şemiyê beşdarî Newroza Frankfurtê bibe. Ew ê albuma xwe li vir li standa Art Recordsê îmze bike. Cîhana îro êdî albûm wek kaset û CD nayên derxistin. Mirov bi QR Code guhdar dike. Ji bo albumê pirtûkek bêrîkê hatiye amadekirin. QR Code û gotinên stranan di vê pirtûkê de cih digire.

Ji ber ku hin helbestên albûmê beriya sedsalan hatiye nivîsandin, îro hin gotin nayên fêmkirin. Di pirtûka bêrîkê de hem helbestên orîjînal û hem jî guhertoya wê ya ku li gorî kurdiya îro hatiye adaptekirin cih digire. Her wiha amadekaran helbestan wergerandine îngilîzî jî.

STRANÊN ALBUMÊ

Stranên ku di albumê de cih digirin ev in:

Dil ji Min Bir

Gotin: Meleyê Cizîrî

Muzîk: Xozan Comerd

 

Hezar Hezar Sal û Zeman

Gotin: Rezaliyê Reşîd

Muzîk: Xozan Comerd

 

Bejna şepal

Gotin: Pertew Begê Hekarî

Muzîk: Xozan Comerd

 

Husna Te

Gotin: Melayê Bateyî

Muzîk: Hozan Comerd

 

Aşiqê Zulfa Reş im

Gotin: Melayê Bateyî

Muzîk: Hozan Comerd

 

Sorgulî

Gotin: Melayê Bateyî

Muzîk: Xozan Comerd

 

Des û Dû Îmam:

Gotin û Muzîk: Xozan Comerd

 

Govenda Felekî

Vatê û Muzîk: Emîr Alî Yağan, Ferhat Tunç

 

Ti Kê Berbena û Gozelê:

Gotin: Seydayê Tîrêj

Muzîk: Xozan Comerd

 

MUZÎKJENÊN ALBÛMÊ

Muzîkjen û ekîba teknîkî ya ku di albûmê de cih digire ji van navan pêk tê:

Music Producer: Hakan Akay

Mastering: Fisheye Music, Stefan Heger

Bass: Philipp Bardenberg

Piano: Clemens T.Orth

Tembur: Hakan Akay

Guitar: Klaus Bittner

Percussion: Fethi Ak

Daf, Tombak: Reza Samani

Traditional Violin:Metehan Dada

Ney: Eyupcan Acikpazu

Santur: Kiomars Musayyebi

Violin 1: Rostislav Kozhevnikov

Violin 2: Barbara Streil

Viola: Justyna Sliwa

Cello: Teemu Myöhänen

Photo: Pîroz

MEQAMA KASÎDEYÊ Û HELBESTÊN SÛFÎ

Hozan Comerd heyranê wêjeya sûfî û muzîka kasîdeyan e. Ev albûm nîşaneya vê heyraniyê ye. Hunermend ji ajansa me re axivî û wiha got:

“Dema ku em helbestvanên xwe yên sûfî dixwînin, em felsefe, trajedî û destanan dibînin. Min xwest ku felsefe û hunera wan bi muzîkê re bigihînim hev. Mesela min Ehmedê Xanî 4 caran xwendiye. Dîsa jî ez têr nebûm e. Divê mirov wê ezber bike. Helbestên kesên wek Melayê Cizîrî û Melayê Batê pir kûr in. Carnan tenê peyvek we digihîne cîhanek cuda.

Min xwest ku fîlozofên me fahm bikim. Lewma em demeke dirêj bi hevalên muzîkjen re xebitîn. 2 sal in em li studyoyê ne. Me xwest em muzîkeke dewlemend û hêjayî felsefeya wan bi dest bixin. Me li stûdyoyê ji xwe re tenê muzîk çênekiriye. Me gotinên wan nirxandin, carinan bi saetan li ser peyvekê em axivîn. Nirxên gelê me ye. Em bi wêje û fîlozofiya wan serbilind in.”

Hozan Comerd, bavê şehîd Sînan Cemgîl Kahraman û Taylan Kahraman e. Bavê şehîdan Hozan Comerd herî dawî ev tişt got:

“Bi salan e em ji bo hewcedariyên rojane baz didin. Em diçin bîranîn, şahî û  pîrozbahiyan… Ji ber vê yekê min nekarî wextê pêwîst bidim wêjeya tesewuf, tevî ku min pir jê hez dikir. Ev album lêborînek e ji wê hezkirinê re. Her wiha em mirovên çand û hunerê ne. Erkên me bilind kirina moralê gelê me ye. Em êş û kêfxweşiya gelê xwe tînin ziman.

Yek jî Kurdistan ev 40 sal in di nav tofanekê de derbas dibe. Me bi deh hezaran şehîd dan. Şehîdên me gelê me parastin û em kirin yek. Felsefeyek mezin derket holê. Vê felsefeyê gelê me parast û em bûn yek. Di vê albûmê de yek ji tiştên ku me herî zêde bala xwe dayê ev bû: Me hewl da ku em muzîkek layiqî van nirxan bikin. Êdî albûm dê di destê guhdaran de be. Ew ê xebatên me binirxînin. Ez hezkirin û rêzdariya xwe pêşkêşî gelê me dikim.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran êrîş birin ser tunelên berxwedanê, gerîla bersiv da
Nûçeya Pişt re Li Şerîda Xezeyê xwepêşandan li dijî şer: Dirûşma ‘Hamas derkeve’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

17 qurbaniyên Komkujiya Dîgorê hatin bîranîn

17 kesên ku beriya 31 salan li Dîgorê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê Kurd ê nehate dermankirin, jiyana xwe ji dest da

Li Girtîgeha Ûrmiyeyê, girtiyê Kurd ê ku tedawiya wî hate astengkirin, jiyana xwe ji dest…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 8’Ê GULANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?