În, 21 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê hemû partî jî bi awayekî erênî nêz bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP’ê beriya rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê Taybet ê NY’yê yê ji bo Iraq’ê serdana lîderê YNK’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê endama komîsyonê ya ku biçe Îmraliyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo zarokan banga ‘aştî û ewlekariyê’ hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji jîngehparêz Elî yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Mafên gelê Kurd divê li Sûriyeyê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Sedema bêdengiya civakê ya li pêşberî kuştina jinê, feraseteke veşartî ya qebûlkirinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jin û civaka rêxistinkirî rêya gihiştina azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di gulistana Rêbertî de em ji bo azadiya jin û civakan dixebitin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li herêmên dagirkirî bîlançoya komkujiya jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Em di asteke krîtîk de ne, bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne!
Rojane

Bakirhan: Em di asteke krîtîk de ne, bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne!

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rojhilata Navîn jinûve ava dibe, her tiştên hişk wê dûkel û ji holê rabe. Bakirhan got, "Em di asteke krîtîk de ne" û bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Endamên Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina bûyerên di rojevê de ne li hev kom bûn.

Civîn li navenda giştî ya partiyê pêk hat û Hevserokên Giştî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari seokatî jê re kir.

ROJHILATA NAVÎN A NÛ AVA DIBE

Bakirhan beriya civînê daxuyaniyek da, bal kişand ser bûyerên li Rojhilata Navîn û got, “Cîhaneke nû, Rojhilata Navîn a nû ava dibe. Ber bi nîveka sala 2025’an hem siyaseta navneteweyî, hem jî Rojhilata Navîn ji xwe re li rêyeke nû digerin. Ûkraynay ji ber şer dişewite; Xeze bi êrîşên Îsraîlê wêran bûye. Iraq nediyar e, Sûriye parçe parçe ye. Her wiha bi êrîşên Îsraîlê û polîtîkayên ewlekariyê re Îran di nava rageşiyên piralî de ye. Em li Rojhilata Navîn a bi vî rengî ne. Bûyerên gelekî mezin hene ku me hemûyan eleqedar dikin. Rojhilata Navîn bi serkêşiya welatên Kendavê bi şer tê dîzaynkirin.”

TIFAQÊN BERÊ HILDIWEŞIN, HER TIŞTÊN HIŞK WÊ JI HOLÊ RABIN

Bakirhan bi dewamî got, “Tifaqê berê yek bi yek hildiweşin, tifaqên nû ava dibin. Lêgerînên nû yên dîplomasî û ewlekariyê dewam dikin. Bêguman di navenda vê dema nû de korîdorên enerjiyê û hevsengiyên hêzê hene. Li Rojhilata Navîn rewşeke welê heye ku yên veneguherin wê nikaribin li ser piyan bimînin. Welê xuya dike ku her tiştên hişk wê bibin dûkel û ji holê rabin. Divê ev rastî baş bê dîtin. Biryara veguherînê ya dîrokî ya PKK’ê encamek ji fêhmkirina vî bayê global e. Hem Tirkiye, hem Rojhilata Navîn hem jî di nava bahozên jeopolîtîk ên li cîhanê de hewl dide rêyeke nû ji bo xwe diyar bike. Di vê nuqteyê de li ber me du rê hene; ya krîz û kaos wê dewam bike, yan jî di nava selametiyê de Tirkiye wê rêya aştiyê pêk bîne û em ê bi vî rengî bikevin ser rêyeke rast. Em di asteke bi vî rengî ya krîtîk de ne.

ME RÊYA SELAMETÊ DAN BER XWE, NE YA FELAKETÊ

Gava Birêz Bahçelî ya 22’ê Cotmehê, banga dîrokî ya Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê, îradeya ku Birêz Erdogan nîşan da û biryarên kongreyê yên PKK’ê ku di 12’ê Gulanê de hatin ragihandin, gelekî girîng in. Van gavan girêka nîv sedsalî vekir. Berê pûsûlayê ji şer zîvirand aştiyê. Me rêya selametê dan ber xwe ne ya felaketê. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan ku bêyî dereng bimîne aştiyê bi ser bixînin.

EM BI HILBIJARTINEKE DÎROKÎ RE RÛ BI RÛ NE

Derengketina vê armancê dikare bibe sedema windahiyeke giran a can û mal. Em bi hilbijartineke dîrokî re rû bi rû ne. Ya em ê têkiliyên Kurd û Tirk li ser bingeha demokratîk ji nû ve ava bikin ya jî di nava senaryoya felaketê ya Rojhilata Navîn de tine bibin.

Bi pêvajoya ji 22’yê Cotmehê ve dest pê kir û bi banga birêz Ocalan re derket lûtkeyê re deriyê rêya silametiyê jî vebû. Heke em bikarin ji vî derî têkevin hundir, dê Rojhilata Navîn û herêm bêhnekê bistîne. Ji Amedê heta Edîrneyê, ji Êlihê heta Îzmîrê li vê xakê firsenda avakirina pêşerojeke hevpar derket holê. heke em bikarin vê firsendê bi kar bînin, ne tenê Tirkiye, em ê ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê jî modêleke demokratîk a mezin biafirînin. Hin kes vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke pêvajoya bazariyê dibînin. Lê ev ne bazarî ye, meseleya hebûnê ye.

Hewce ye bi vê cidiyet û nêzikatiyê em nêz bibin. Di demeke ku dînamîkên kûrewî û herêmî diguherin de em tenê ne meseleya Kurd çareser dikin. Em Tirkiye û herêmê jî ji bo sedsala nû amade dikin. Em wiha mezin difikirin lê hin kes li pey hesabên biçûk in. Dixwazim dîsa bangî kesên dijbertiyê li pêvajoyê dikin bikim; ji bo îqbala xwe ya şexsî vê hêviya aştiyê têk nebin. Ji kerema xwe êdî li ser vê xakê tirs û paronayê şîn neafirînin. Ji Qersê heta Edîrneyê, ev polîtîkaya cihêkariyê bi xwe re tenê êş û hêsiran tîne. Heke em nezanin bi hev re bijîn, em ê bi hev re ber bi karesatê ve biçin. Binêrin, birêz Ocalan di hevdîtina dawî de giştekî girîng got û bangekî krîtîk kir. Dibêje; ‘Hin kesên dema li ser mafên herî însanî yên Kurdan nîqaş tên kirin, dema rewşekî erênî çêdibe qiyametê radikin hene. Ev kes, astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêkvejiyanê ne.’ Em jî tev li dibin. Em dixwazin bala 86 milyon însanên xwe bikişînin ser vê.

Hevalên hêja; di 12’ê Gulanê de biryara PKK’ê ya kongreyê heye. Ne tenê qedera rêxistinekê, ewqas girîng in ku dikare qedera erdnîgariyekê biguherîne. Ev biryar jî banga ‘bila çek bêdeng bibin, siyaset biaxive’ ye. Em îro bêhtir nêzî vê hêviyê ne. Divê em li dijî vê biryarê pir bi kelecan bin. Divê em heta dawiyê piştgiriyê bidin aştiyê. Ev biryar, di heman demê de lêgerîna jinûvesazkirina têkiliyên Kurd û Tirkan a li ser perspektîfa welatên hevpar e û lêgerîna çareseriya aştiyane ye. Heke ev firsend were nirxandin, dê ji bo me tevan deriyê Tirkiyeyeke nû, firsendeke nû û jiyaneke nû vebe. Bingeheke ku pêvajoya nû xwe dispêrê heye ku ew jî demokrasî ye. Di civaka demokratîk de çek tune ne. Heke çek biaxivin wê demê demokrasî bêdeng dibe. Heke demokrasî biaxive, çek bêdeng dibin. Aştî, demokrasiyê mezin dike, demokrasî jî dê bibe temînata pêkvejiyana Kurd û Tirkan.

Birêz Ocalan, di peyama xwe ya nû de balê dikişîne ser peymaneke nû û hiqûqa xwişk-biratiyê. Ev, di heman demê de mifteya pêşeroja me ne. Ev peyman ne belgeyeke jirêzê ye, teahûdeke civakî ye. Pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê tenê bi peymaneke civakî pêkan e. Birêz Ocalan, her tim têgeha xwişk-biratiyê ya klasîk kêm dît. Têgeheke ku me her tim dubare dikir lê tu kesî pê nedikir bû. Şêweyeke peymanê ya bêhtir temînata wê heye û bêhtir wekhevîparêz parast. Dema dibêje ‘yek jê bêqedir nabe’, tam jî balê dikişîne ser qedera me ya hevpar. Xwişk-biratiya ku Ocalan balê dikişîne ser, hiqûqa wekheviyê ye. Temînata jiyana demokratîk û hevpar e. Bêguman mitbaxa vê peymana nû jî Meclis e. Di esasê xwe de partiyên siyasî û derdorên civakî yên me heta niha pê re hevdîtin kirine jî wisa dibêjin. Navnîşana hiqûqa xwişk-biratiyê, Meclis e. Aştî û veguherîna demokratîk tenê dikare di bin sîwana Meclisê de watedar bibe.

Meclis, di heman demê de venêra pêvajoyê û şefafiyê ye: Pêvajoya 2013-15’an tê bîra we jî; yek ji kêmasiyên herî mezin ku belkî divê em ji ber wê rexnedayîna xwe bidin jî, di asta tê xwestin de tevlinekirina Meclisê bû. Hewceye em vê kêmasiyê dîsa dubare nekin. Birêz Bahçelî pêşniyar kir ku li Meclisê komîsyon were avakirin. Ev girîng e. Em jî di vê çarçoveyê de bi partiyên siyasî re hevdîtinan dikin. Em ê li van eywanan lijneyên xwe bicivînin.

Her kes bi rola dîrokî ya Meclisê bawer e. Tevahiya partiyên siyasî yên me pê re hevdîtin kirine, îşaret bi zemîna Meclisê dikin. Wê demê hewceye her kes pêşniyarên xwe yên çareseriyê êdî pêşkeş bikin. Rexnekirina rêveçûna heyî bi tena serê xwe têr nake, li şûna wê bila her kes pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bike. Raya giştî mereq dike ka di vê pêvajoyê de kî çawa difikire. Êdî tu lukseke me ya ji bo windakirina dem tune ye. Em nikarin xwe di kitekitan de xeniqînin û rastiyan beravajî bikin. Di vê pêvajoyê de şert e ku di ziman, kirin û nêrînan de jidilbûnek hebe. Hewceye em tevek jî zimanekê sûdewer bi kar bînin. Em hewl didin wisa bikin. Hevkêşeyên cîhanê û dînamîkên Rojhilata Navîn dê bi vê pêvajoyê re biguherin. Her kes bi baldarî lê temaşe dike. Derdorên tarî yên ketine kêmînê jî hene, divê em li dijî provokasyonan hişyar bin. Civaka Tirkiyeyê divê rê nede van derdorên tarî, dijminên pêvajoyê û ji bo îqbala xwe li dijî pêvajoyê disekinin.

Banga 27’ê Sibatê û biryarên 12’emîn Kongreya PKK’ê deriyê serdemeke nû vekirin. Di vê serdemê de herî zêde jî bar dikeve ser milê endamên me yên PM’ê anku milê me. Berpirsyartiyeke mezin ket ser milên me û barê me giran bû. Divê her endamekî/a me ya PM’ê bi zanebûniya vê berpirsyartiyê tevbigere. Divê bajarên me jî xwe li benda plansaziyên ji navenda giştî tên negirin û yekser dest bi xebatên rêxistinkirinê bikin. Hewceye em vê pêvajoyê vebêjin û bidin fêmkirin. Ji bo ev pêvajo bigihije encamê divê em pir zêde bixebitin. Xebata civaka demokratîk û aştiyê ya di vê pêvajoyê de hewceye ne tenê ji bo girseya me were kirin, divê ji bo hemû derdorên civakê, li her bajar û navçeyên Tirkiyeyê bên kirin. Ev, berpirsyartiya me ye. Jiholêrakirina fikaran, karê PM û lijneyên me ye. Qanehkirina civakê, wezîfeya me ya sereke ye. Avakirina piran jî berpirsyartiyeke me ya sereke ye. Ji bo vê jî hewcehiya me bi zimanekî rast û şêwazekî rêxistinkirinê ya rast heye.

Dema em dibêjin serdem û siyaseteke nû, di esasê xwe de em balê dikişînin ser vê tiştê. Divê em ne zimanekî polemîkê, divê em zimanekî parvekirinê bi kar bînin. Divê em cihêkariyê nekin, zimanê tevlikirinê bi kar bînin. Ne zimanê dabeşkirinê, divê zimanê hembêzkirinê bê bikaranîn. Em ketin serdemeke wiha. Divê em ji 86 milyon welatiyan re destkeftiyên aştiyê û civaka demokratîk baş vebêjin.

Em ji bîr nekin ku serkeftina pêvajoyê girêdayî zîrektiya me ya rêxistinkirinê, hêza me ya qanehkirina civakê ye. Heke em bikarin baş birêxistin bikin û bikarin civakê qaneh bikin, dê mezintirîn astengiya heyî ji holê rabe. Her destê me yê li deriyan dixe û her gotina me ya dilê gel xweş dike dê bibe birêxistinkirina xwişk-biratiyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Gretchen Dutschke-Klotz piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Nûçeya Pişt re Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Têkoşîna jinan wê bibe garantiya Sûriyeya demokratîk!

Koordînasyona KJK’ê salvegera 13’an a Şoreşa Jinê ya Rojava pîroz kir û got, “Berxwedan, rêxistinbûn…

Ji aliyê Stêrk TV

Saziyên çand û zimanê Kurdî: Em înkarê qebûl nakin

Saziyên çand û zimanê Kurdî diyar kirin ku ew di sedsala duyemîn a komarê de,…

Ji aliyê Stêrk TV

Kampa Govendên Kurdistanê bi dawî bû

Kampa Govendên Kurdistanê ku 20'ê Kanûnê li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê destpê kir, di 29'ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Divê hemû partî jî bi awayekî erênî nêz bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

AKP’ê beriya rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerê Taybet ê NY’yê yê ji bo Iraq’ê serdana lîderê YNK’ê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?