Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) starta kampanyaya alîkariyê ya ji Rojava re, da.
Hevserokê Amedê yê DBP’ê Mehmet Şirîn Gurbuz têkildarî kampanyaya alîkariyê ji ANF’ê re axivî û got, “Di pêvajoyeke ku çeteyên mîna DAÎŞ’ê dixwazin jinûve zindî bibin de, ji bo têkbirina van êrîşên dijminane û ji bo piştevaniya gelê Kurd ê li Rojava, weke partî me kampanyayek wiha da destpêkirin.”
‘DIVÊ EM DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN’
Gurbuz anî ziman ku êrîşên li Rojava bi armanca tunekirina destkeftiyên gelê Kurd, tên pêkanîn û wiha got: “Gelan çawa bi ruhê Kobanê seferberî îlan kirin, bûn yek, weke partî me jî li Amedê starta vê yekê da. Ji bo astengkirina êrîşên li ser Rojava, me kampanyaya alîkarî û piştevaniyê da destpêkirin. Alîkarî wê li hemû avahiyên navçeyên me bên komkirin. Em pir baş dizanin ku wê hemû gelê me hestên piştevaniyê bi gelê Rojava re parve bikin.”
‘XELKÊ AMEDÊ DIVÊ JI BO ROJAVA SEFERBER BIBE’
Gurbuz bang li her kesê kir ku piştevaniyê bidin kampanyaya alîkariyê û ev tişt bilêv kir: “Armanca vê kampanyayê ew e ku gelê Rojava xwe tenê hîs neke. Em li dijî êrîşên çeteyan, piştevaniya gelan girîng dibînin. Em pir baş dizanin ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de, bi hemû gelên bindest re ye. OSO ya ku piştgiriya xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê digire û hin çeteyên dewama wê, gelan ji cih û warên wan dikin. Lewma em dibînin ku piştevanî wê di aliyê moral û motîvasyonê de, baş be. Gelê me divê hemû seferberiya xwe, ji bo gelê Rojava kom bike. Xelkê Amedê divê ji bo Rojava, seferber bibe, divê li qadan be û dest ji berxwedanê neberde.”