Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê, têkildarê rewş û geşedanên demên dawî yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî hate xwendin. Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Hevserokê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurd Mamoste Egînd Nasiro ve hat xwendin.
Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê de ev tişt hatin gotin:
“Ji bo hemû pirsgirêken Suriyeyê em her kêlî amade ne ku bi rêya diyalogê re çareseriya mayînde ku hemû gelên li Suriyê dimîne, bikarin bi awayek azad û aram bi hevre bijîn. Weke Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê, em diyar dikin tevî hemû partî û saziyên xwe ji bo her cure çareserî amade ne.
Di van çend rojên dawiyê de êrîşen berfireh li ser axa Suriyeyê ,Bakur û Rojhilatê Suriyê bê navber didomin. Bi taybetî li diji gelê me yê li Şehba û Minbicê bi desteka dewleta Tirk a dagirker ve êrîşên dijmirovî pêk hatin. Gelek jin, zarok û pir qal hatin qetil kirin. Bê guman ev êrîş li ber çavê hemû cihanê pêk hatin. Gelek dîmenên bi êş derketin pêş. Serî jêkirin, mirov şewitandin, êşkence kirin. Her cure kiryarên dijmirovî li hemberî gelê me pêk anîn. Li hemberî wan êrîşen dijmirovî şervanên QSD-YPJ’ê û Meclisên leşkerî bersivên tund dan dagirkeran, berxwedanek bêhempa dan meşandin. Gelek şervanên me bi qehremanî şehîd bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafiran û her cure teknîkê ve destê xwe li pişta çeteyên xwe xist û bi awayek hovane berê wan dan ser gelê me. Li Şehba, Minbic, Eyn Îsa û gundewarên Kobanê qetlîam li ser gelê me dan meşandin.
Armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina gelên li herêmê ye. Dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ew xeyala dewleta Tirk a qirkere. Dewleta Tirk pergala rêveberiya xweser bi salan e li hemberî xwe dibîne û êrîş dike. Çawa ku 19’ê Tirmehê şoreşa gelan li Kobanê destpê kir, di heman demê de êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê de ku qudimê Erdoganê faşîst şikand, di her gotinê de gefên ser Kobanê di rojeva dagirkeran de ye. Kobanê buye stiriya çave wan.
Di van kêliyan de gef û metirsiyek mezin li ser Kobanê heye. Lewra em dibêjin bila raya gişti wê bizane ku çawa çeteyên DAÎŞ’ê li Kobanê bi destên şervanan ve têk çû û mirovahiyê henase girt, cîhan di vir de dendarê şervan û gelê Kobanê ye. Dem dema xwedî derketina li Kobanê ye. Ji bo vê em bang li gelê xwe, raya giştî ya demokrat, azadîxwez, koalîsyona navneteweyî û hemû mirovahiyê dikin ku werin em bi hevra rûmeta mirovahiyê li Kobanê biparêzin.”