În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê bertek nîşanî wekîlê CDU’yê da: Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo jî derbasdar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê 7 komxebat hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîdîmê jinên DEM Partiyî bi jinên Elewî re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir di civîna gel de axivî: ‘Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir
Jin

Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, derbarê mirina bi guman a Rojîn Kabaîş de daxuyaniyek da. Baroyê, diyar kir ku rastiya bûyerê hîna bi temamî derneketiye holê û ji ber vê yekê wan daxwazên nû yên ji bo lêkolînên edlî pêşkêş kirine.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Şopandina Doza Rojîn Kabaîş a ku ji aliyê Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Şaxa OHD’ê ya Wanê, Komeleya Jinan a Starê û ÎHAMED’ê ve hatiye avakirin, têkildarî mirina bi guman a xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku di 27’ê Îlona 2024’an de winda bibû û di 15’ê Cotmeha 2024’an de laşê wê li qiraxa Gola Wanê hatibû dîtin, daxuyaniyek da. Baroyê agahiyên dawî yên di dosyaya lêpirsînê de bi raya giştî re parve kirin.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê Seroka Baroya Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan ve hat xwendin. Di daxuyaniya Baroyê de hat diyarkirin ku di rojên destpêkê de lêpirsîn tenê li ser îhtîmala ‘întîharê’ hatiye kirin û li herêmeke teng lêgerîn bûye û ev yek got: “Bi hewldanên baroyê dozgerekî duyemîn ji dosyayê re hatiye wezîfedarkirin û lêpirsîn ber bi îhtîmalên din ên bi guman ve hatiye berfirehkirin.”

Baroyê, bal kişand ser rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê (ATK) û xalên girîng ên di raporê de û wiha rêz kirin: “Di rapora ATK’ê de, li ser hestiyê sîngê (sternum) û di herêma intravajînal a Rojîn Kabaîş de profîla DNA’yê ya du mêrên cuda hatiye tespîtkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku îhtîmala vediriyê bi rêbaza zanistî bê lêkolînkirin. Her wiha me daxwaz kir ku nimûneyên DNA’yê ji xebatkarên ku laşê wê hilgirtine, peywirdarên otopsiyê, cerdevanên taybet ên zanîngehê û hemû xebatkarên mêr ên wargeha KYK’ê ya ku di wê demê de wezîfedar bûn bên girtin û rûbirûkirin.”

Baroyê, diyar kir ku ji ber derengxistina raporan û lihevnekirina daxuyaniyên serdozgeriyê yên li ser herêmên DNA’yê, wan li dijî berpirsên ATK’ê bi hinceta ‘veşartina delîlan’ serlêdana sûc kiriye.

Di daxuyaniyê de derbarê raporên li ser sedema mirina Rojîn Kabaîş de agahiyên balkêş hatin parvekirin: “Her çend di pişikên Rojîn Kabaîş de av nehatibe dîtin jî, sedema mirina wê wekî ‘xeniqîna di avê de’ hatiye tomarkirin. Li ser vê yekê me daxwaz kir ku vekirina gorê di nav de hemû rêbaz bên bikaranîn û ‘Testa Diatomê’ bê kirin da ku bi awayekî teqez diyar bibe ka ava ku wê nefes pê girtiye ava Gola Wanê ye yan na.”

Baroyê, di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku şîfreya telefona Rojîn Kabaîş hîn jî nehatiye vekirin û ji bo vê daxwaza alîkariya teknolojîk a navneteweyî kirine. Her wiha hat ragihandin ku ji ber zafiyeta ewlehiyê ya di nav kampusê de û dereng agahdarkirina malbatê, li ser serlêdana wan li dijî Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û rêveberiya wargehê lêpirsîna îdarî hatiye destpêkirin.

Baroya Wanê, daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Zêdebûna mirinên bi guman ên jinan û cînayetên li Tirkiyeyê, me neçar dike ku em van pêvajoyan bi awayekî çalak bişopînin. Wekî Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, em ê li dijî polîtîkayên bêcezatiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya ji bo Rojîn û hemû jinan heta dawiyê bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Srî Lankayê alarma nexweşiya dang: Zêdeyî 60 hezar kes nexweş ketin
Nûçeya Pişt re ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

JinNews: Di meha Adarê de herî kêm 24 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JinNews’ê, di mehekê de herî kêm 24 jin û 4 zarok hatine…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelek polîs ber bi Navenda Giştî ya CHP’ê ve hatin veguhestin

Ji bo Navenda Giştî ya CHP'ê ku piştî biryara "Bêhukmiya Teqez" nobed lê tê girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump: Agirbest di meriyetê de ye, hemû balafir wê vegerin baregehên xwe

Serokê DYE’yê Donald Trump teqez kir ku agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, êdî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?