Hikumeta Srî Lankayê diyar kir ku kampanya têkoşînê hatiye berfirehkirin ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewba dangê tê meşandin û artêş piştgiriya wê dike.
Di vê çarçoveyê de hejmara tîmên ewlekarî û personelên tenduristiyê wê bi du qatî bê zêdekirin. Tîm wê li ser wê yekê bisekinin ku qadên pêşû yên Aedesê tespît bike ku vîrûsa dangê bi wan re ye û wan ji holê rake.
Serokê Yekîneya Têkoşîna li djiî Dangê ya Neteweyî Kapila Kannangara li paytext Kolomboyê daxuyanî da û got, “Ji bo li qadeke hîn berfireh bi hejmareke hîn zêde ya personelan kar bikin, em kampanyayeke nû didin destpêkirin.”
49 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li gorî rayedaran ji destpêka salê û vir ve li welêt zêdeyî 60 hezar nexweşên bi vîrûsa dangê hatin tespîtkirin. Ev hejmar li gorî heman dema sala bihurî bi du qatî zêde ye. Ji ber şewbê îsal 49 kesî jiyana xwe ji dest dan.

