Berxwedana ciwanên Êlihê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê di roja 7’an de didome. Ciwan li gelek taxên Êlihê daketin qadan û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, “Qeyûm wê biçe, wê gel bê” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker li taxê guleyên plastîk, bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanên li dijî desteserkirina vînê li ber xwe didin kir. Ciwanên Êlihê jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsên Tirk.
Ligel tevgera hewayî ya bi helîkopteran jî berxwedana ciwanan berdewam dike.