Li Sûriyeyê êrîşên li dijî civaka Elewî gihîştiye asta komkujiyê. Komkujiî, revandin, serdegirtinên gundan û koçberkirinên bi darê zorê ku li Hums, Lazqiyê, Tartus û herêmên derdor diqewimin, ewlehiya canî û malî ya civakê Elewî bi temamî ji holê rakiriye.
Lêkolîner- Nivîskar Azîz Tûnç diyar kir ku tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin, ne êrîşên cuda ne, encama polîtîkayeke tunekirinê ya plankirî û sîstematîk in.
Tûnç bilêv kir ku bi hilweşîna rejîma Esadê û hatina komên cîhadîst ên radîkal ji bo desthilatdariyê re êrîşên li ser Elewiyan zêde bûye û got ku êrîşên dawî bi organîzasyona hem hikûmeta demkî ya Şamê hem jî komên radîkal derbasî qonaxekî nû bûye.
Tûnç destnîşan kir ku ji meha Adarê û şûnde ev êrîş veguheriye qirkirinê û anî ser ziman ku peyamên, “êrîş hatin sînordarkirin an jî pêşîlêgirtin” ku ji raya giştî ya navneteweyî re tên dayîn, rastiyê nîşan nadin.
Tûnç bi berdewamî wiha got, “Êrîşên li dijî Elewiyan tu caran nerawestiyan. Yek bi yek bi ser malan de hatin girtin, hatin talankirin, jin û zarok hatin revandin û mirov di kolanan de hatin qetilkirin. Di tevahiya vê pêvajoyê de gund hatin talankirin û Elewiyan her tim neçarî tirsê kirin.”
‘RÊXISTINBÛNA ELEWIYAN JI NEÇARÎ ÇÊBÛ’
Tûnç destnîşan kir ku li hemberî vê wêneyê ji xeynî berxwedanê ti vebijerka Elewiyan nemaye û diyar kir ku bertekên ku li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê pêş ket, bandor li berxwedana li qadê jî kir. Tûnç destnîşan kir ku bi taybet têkoşîna ku avaniya xweser a Kurd a li Rojava û civaka Durzî, ji bo Elewiyan bûye çavkaniyek girîng a moral û tecrubeyê.
Tûnç wiha got, “Durzî li ber xwe didin û Kurd jî piştgiriyê didin wan. Kurd bi mînaka berxwedan û têkoşînê moralê didin. Elwiyan demekê li ber xwe nedan, lê ev valahî hate dîtin. Elewiyan xwe ji nû ve birêxistin kirin. Pêvajoya ku bi greva pênc rojî destpê kir, tevî hemû zextan jî îradeya gel nîşan da.”
Tûnç diyar kir ku berxwedana Elewiyan bi tenê bi çalakiyên kolanan ve sînordar nîne, di heman demê de pêvajoya rêxistinbûn, hevgirtin û zelalkirina daxwazên siyasî yên civaka Elewiyan di nav xwe de digire.
‘DAXWAZA FEDERASYON Û NENAVENDÎBÛN REWA YE’
Tûnç diyar kir ku yek ji encamên herî girîng ên berxwedanê zelalkirina daxwazên siyasî bû û bilêv kir ku Elewî êdî hikûmeteke Sûriyeyê ya navendî qebûl nakin û got ku daxwaza pergaleke nenavendî ji bo tevahiya welat wê encamên erênî derbixe.
Tûnç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, “Durziyan federasyonê dixwazin, Kurd federasyonê dixwazin. Elewî jî êdî vê daxwazê bi eşkere diyar dikin. Ev gavekî dîrokî ye ku dikare pêşiya diktatoriya cîhadîst û radîkal ku tê xwestin li Sûriyeyê bê avakirin, bigire. Ev daxwaz ne tenê ji bo Elewiyan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê tê wateya pêşerojeke demokratîk.”
Tûnç diyar kir ku berxwedana ku Elewiyan pêşxistin, ne tenê hevsengiyên hundirîn a Sûriyeyê, bandor li ser polîtîkayên herêmî û navneteweyî jî bike û destnîşan kir ku DAÎŞ û avaniiyên wekî wî li Sûriyeyê ne xwedî piştgiriyek civakî ne û ev kom bi piştgiriyên derve li ser piyan têne hiştin.
Tûnç bilêv kir ku desthilatdarbûna DAÎŞ û komên radîkal ên xwedî heman zîhniyetê, wê rastiya qadê neguherîne û wiha got, “Îro li Sûriyeyê Ereb, Kurd, Durzî û gel û baweriyên cuda piştgirî nadin van avaniyan. Bi berxwedana Elewiyan re zemîna civakî ya van avaniyan, bi temamî hilweşiya. Aktorên navneteweyî êdî nikarin berxwedana ku civaka Elewî raber kirin, ji nedîtî ve werin. Amerîka, welatên Ewropî, Rusya û aktorên herêmî wê neçar bimînin ku polîtîkayên xwe yên li ser Sûriyeyê li ser vê rastiya nû ji nû ve binirxînin.
‘DIVÊ EV BERXWEDAN NE TENÊ WEK TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ YA ELEWIYAN WERE NIRXANDIN’
Tûnç destnîşan kir ku berxwedana Elewiyan xwedî dînamîkeke ku dikare li Sûriyeyê rê li ber pêşerojeke demokratîk weke û wiha got, “Nabe ku ev berxwedana tenê weke têkoşîna hebûnê ya Elewiyan were nirxandin. Ev têkoşîna Sûriyeya demokratîk û pêşeroja wekhev û azad a gelan e. Dema ku ev pêk were wê ne tenê Sûriye, hemû herêm biguhere.”
Welatên wekî Ewropa, Amerîka, Îsraîl û Rusya HTŞ’ê bi fiîlî wekî hikûmetekî rewa qebûl dikin, lê wê were fêmkirin ku ev nêzîkatî ne mayînde ye. Tê fêmkirin ew rewabûneke demdirêj li HTŞ’ê bar nakin. Tê zanîn ku HTŞ û serokatiya wî li Sûriyeyê ne xwedî tu piştgiriyek civakî ne. Rastiyeke tê zanîne ku HTŞ bi saya hêz û piştgiriya dewleta Tirk li ser piyan dimîne.
Dewletên aktor ên din ku vê yekê dibînin, bi bandora berxwedana Elewiyan, dibe ku bimesafe nêzî têkiliyên xwe yên bi HTŞ’ê re bibin. Dibe ku bi li ber çavgirtina berxwedana Elewiyan û helwesta Durzî û Kurdan bimesafe nêzî HTŞ’ê bibin. Di heman demê de dibe ku zextê li HTŞ’ê bikin ku daxwazên Elewî, Kurd û Durziyan li ber çavan bigre.
Di van şert û mercan de li Sûriyeyê daxwaza federasyoneke demokratîk, veguhere rastiyeke ku divê ji aliyê HTŞ’ê ve jî were qebûlkirin û pêşketineke bi vî rengî dikare çêbibe. Ger ev yek nebe û êrîş zêdetir bibin, ev rewş wê derfetên HTŞ’ê yên desthilatdarbûnê sînordar bike. Ev êrîş nikarin HTŞ’ê rizgar bikin; nikarin Ehmed El-Şara û dewleta Tirk jî rizgar bikin.
Ger hêzên navneteweyî di asta têkiliyên navneteweyî de, piştgirî bidin êrîşên HTŞ’ê yên li ser Elewiyan, ev yek jî nikare HTŞ’ê rizgar bike. Nikare berxwedana Elewî, Kurd û Durziyan bitepisîne. Di vê rewşê de tenê avabûna Sûriyeya demokratîk dirêj bibe û pêvajo zehmetir bibe. Lê bi îhtîmaleke mezin hêzên navneteweyî berxwedana Elewiyan bibîne û guh bidin. Li ser bingehê dibe ku piştgiriyên xwe yên ji bo HTŞ’ê careke din li ber çavan derbas bikin û biguherînin.”
Tûnç diyar kir ku dibe ku berxwedana Elewiyan encamên ku wê ji Sûriyeyê jî derbas bikin bi dest bixe û bang li hemû raya giştî ya demokratîk ên li Ewropa û Tirkiyeyê jiyan dikin û Elewiyan kir ku piştgirî bidin vê berxwedanê.

