Pêncşem, 23 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Alî Koç piştî 34 salan ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cesur ê piştî 29 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîn bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyana Zeynep Celaliyan û 3 girtiyên din ên siyasî di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Demîrtaş û Mizrakli bang: Divê biryarên dadgeha neteweyî û navneteweyî pêk bên

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêrwan Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Surdaşê dîsa hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana rojnamevanên girtî hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzeran li Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de nerazîbûn nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li 3 girtiyên Kurd birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Latîf Fatîh Ferec: Yekîtiya neteweyî xeyal û armanca her Kurdekî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Zanîngeha Mûnzûrê ji bo Gulistan Doku meşek girseyî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li Bakurê Kurdistanê zêde bûne li Mexmûrê hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza Jinan a Ermen: Hevrêya me Talar şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Berxwedana li Colemêrgê didome: Divê gel li her derê rabe ser piyan!
Rojane

Berxwedana li Colemêrgê didome: Divê gel li her derê rabe ser piyan!

Hevserokên Giştî yên DEM Partî û DBP’ê ku tevlî çalakiyên li Colemêrgê bûn gotin, “Divê gelê me rabe ser piyan û li ber xwe bide. Divê îradeya li vê derê li her derê belav bibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Protestoyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê di tevahiya rojê de berdewam kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bi rêxistinên civaka sivîl ên li bajar re civiyan, piştre derketin kolanan û li çar aliyên bajar meş li dar xistin û bi gel re hevdîtin kirin. Hevserok li tevahiya cade û kolanên bajar meşiyan û tevî bi sedan kesan dirûşmên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Welatî jî bi çepik û tililiyan tevlî çalakiyê bûn. 

‘KOMPASA LI DIJÎ GEL E

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar piştî meşê axivî û wiha got: “Li dijî Kurdan bêhiqûqtiyek di meriyetê de ye. Barê tayînkirina qeyûman ê ji sala 2016’an ve dest pê kir, niha li ser milê tevahiya Tirkiyeyê ye. Serokkomar dibêje ‘ji ber polîtîkayên xelet ên dewletê cihêkarî li Kurdan hate kirin lê me ew bi jidil hembêz kirin.’ Hemû kes dizane ku ev rast nîne. Du roj piştî vê axaftinê li Colemêrgê qeyûm tayîn kirin. Ev sê roj in em bûn şahid bê ka li vir çi tê kirin. Em li bajareê ku fihûş, şerê taybe û tiryak yekser bi destê hêzên ewlekariyê tên kirin in. Cara sêyemîne qeyûm tê tayînkirin. Em li bajarê ku 153 milyon lîre bûdçe jê re hatiye veqetandin û qeyûm bi pereyê şaredariyê xebatên hilbijartinê lê dike ne. Qeyûm gelek deyn hişt û destkeftiyên Kurdan tune kir. Ev bi alîkariya dewletê kir. Em ê li her derê li dijî rejîma qeyûm bisekinin. Qeyûm, kompaseke li dijî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”

‘GELÊ KURD WÊ VAN KIRYARAN JI BÎR NEKE’

Bakirhan jî ev tişt anî ziman: “Tenê leşker ne anîbûn vê derê lê ew jî anîn. Li vir darbeyek heye. Piranî van tevdîran kesên sûcdar digirin. Yên li vir ketine kêmasiyê û xelet ew in. Erdogan gotibû ku dê rêzê ji bo encamên sindoqê bigire. Lê tu rêz ji bo vîna xelkê Colemêrgê negirt. Navê vê ne demokrasî ye, nenaskirina vîna gelê kurd e û darbeya qeyûm e. Ev yek, hiqûqa dualî ye. Yên encamên sindoqê nas nakin em jî wan nas nakin. Em qebûl nakin ku keda vî gelî were desteserkirin. Hûn di hafizeya gelê Kurd de weke kesên înkarger bên naskirin. Dê gelê Kurd van kiriyarên we ji bîr neke. Em ê di hilbijartinê de belda vê bi we bidin jiyîn.” 

TU ŞAREDARÎ DI EWLEHIYÊ DE NÎNIN 

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî wiha got: “Li Wanê xwe ceribandin lê vala derket. Niha li vir xwe diceribînin. Mehmet Siddik Akiş bi biryara îktîdarê ji peywirê hate girtin û ceza lê hate birîn. DEM Partiyî ne ji ber dizî û bêariyê ceza girtine. Lê qeyûman dizî û bêusûltî kirin. Gelek şaredarên AKP’î çavkaniyên şaredariyê pêşkeş kirine. Ev dewran dê wiha nedome. Qeyûm ne tenê mijara Colemêrgê ye. Heke bi ser kevin, wê demê tevahiya şaredariyên Tirkiyeyê di xetereyê de ne. Ev îktîdar, pirsgirêkeke demokrasiyê ye û divê em vê pirsgirêkê ji holê rakin.” 

‘EM Ê SERÎ LI BER WAN NETEWÎNIN’

Erdal Ataş jî li ser navê Federasyona Meclisên Sosyalîst axivî û wiha got: “Ev têkoşîna me ne tenê ji bo şaredariyekê ye, ji bo aştiya gelan e. Em vê rejîma birçîtî û qeyûman qebûl nakin. Em ê tu mewziyên hatine qezencekirin neterikînin. Berxwedana me ya li vê derê dê ji qada kedê heta ya têkoşîna jinê, ekolojî, ciwan û hwd. di her qadê de bi xwe re serkeftinê bîne. Çi dikin bila bikin em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê bi tu awayî serî li ber wan netewînin û dê têkoşîna me bidome.” 

‘DIVÊ GELÊ ME RABE SER PIYAN’

Herî dawî jî Bayindir axivî û ev tişt anî ziman: “Em ê li ber xwe bidin û vê jî bi pêşengtiya jin û ciwanan bikin. Dê nekarin xwe li hemberî vîna gel bigirin. Gelê me ne tenê li vê derê, divê li her derê xwedî li vîna xwe derkeve. Divê gelê me rabe ser pêyan û li ber xwe bide. Divê îradeya li vê derê li her derê belav bibe. Banga me ji bo wijdana gelê kurd e; roj roja xwedîderketina li ziman, ax û îradeya xwe ye.” 

 

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû. 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dagirkeran agir berda araziyên li Şêrawayê
Nûçeya Pişt re Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 124’an de dewam kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serdanên Heyeta Îmraliyê yên li girtîgehan: Dixwazin di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibin

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî sedana siyasetmedarên girtî ragihandin ku Fîgen Yuksekdag û…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2025’an

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê komcivîna xurtkirina yekrêziyê

Li bajarê Kobanê komcivînek bi dirûşma ''Werin em ji bona yekrêziyê û dengê Kobaniyan bixebitin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Alî Koç piştî 34 salan ji girtîgehê derket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cesur ê piştî 29 salan ji girtîgehê derket: Dê têkoşîn bidome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KMK: Divê azadiya karê çapemeniyê weke armanceke stratejîk bê dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jin ji bo azadiya Rêber Apo li Hesekê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?