Li Êlihê çalakiyên li dijî desteserkirinê hatine destpêkirin di roja 5’emîn de didomin. Lijneyên Koordînasyona Bajêr ên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) li navenda bajêr daxuyaniyek da. Endamên desteyê li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn û bi girseyê re heta Xaçerêya Basinê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Qeyûm wê biçe, gel wê were” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mistefa Mesût Tetîk di çalakiyê got, “Rejîma qeyûman hewldana desteserkirina aştî, edalet û wekheviyê ye. Bertekên me wê bi rojekê yan du rojan nemîne. Heta em vîna xwe bi dest bixin wê berxwedana me bidome.”
Sekreterê TMMOB’ê yê Amedê Mahsûn Çiya Korkmaz jî wiha axivî: “Qeyûm talan e. Weke TMMOB’ê heta em li vê erdnîgariyê bin, em ê li hemberî van diziyan vîna xwe nîşan bidin. Em ê li qadan bi gelê xwe re bin.”
Berdevkê Demê yê Lijneyên Koordînasyona Herêmî yên TMMOB’ê Diyar Kut got, “Şertê bingehîn ê demokrasiyê naskirina vîna hilbijêran e.” Kut destnîşan kir ku divê peywira hevşaredarên hatine hilbijartin dîsa radestî wan bê kirin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî ev tişt anî ziman: “Qeyûm tenê neşandin çar dîwarên şaredariyê. Qeyûm şandin ser keda vî bajarî. Tê wateya talankirina bajêr. Qeyûm êrîşa li ser jinê, ciwanan û civakê ye, bêguman heta ku ev biryar paşve bê kişandin, wê berxwedana me bi biryardarî bidome. ”
‘EM JÎ WAN NAS NAKIN, BERXWEDANÊ SILAV DIKIN’
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM’ê Rûştû Tiryakî bersiva qeyûmê dagirker/walî Ekrem Canalp da û got, “Canalp daxuyanî da û em ê jî bersivê bidin wî. Me ti carî meqamê Walîtiya Êlihê nîqaş nekir. Em dizanin ku ew hurmetê ji Kurdan û zimanê Kurdî re nagire. Em baş dizanin ku bi şevê operasyon kirin û tehamulî Kurdî nakin. Gelê Êlihê tiştên ku 4 roj in diqewimin heq nekirine. Ger kesek aramiya vî gelî xera bike, ew jî hûn in, heta ku îradeya gelê Êlihê pêk bê em ê li vir bin û li ber xwe bidin. Gel Êlihê berxwedana ciwanên li kolanane silav dikin û xwedî li wan derdikevin.”