În, 23 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tuncer Bakirhan û Ahmet Davutoglû li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Serketina pêvajoyê bi têkoşîna birêxistinkirî re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê partiyên siyasî hemû tevkariyê li pêvajoyê bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Gulistan Dûrsûn kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke din hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî ÎBB’ê operasyona nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rapora binpêkirina mafên mirovan a li 20 girtîgehan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo şoreşeke nû ya herêmî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava ku Rêber Apo da destpêkirin hêviyeke nû ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cûdî: Em ê ji bo jiyana hevpar a gelan têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 herêmên Pîranê ji bo 10 rojan hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nahît Eren: Divê qanûna bingehîn a nû veguhere hevpeymana civakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Talîban qedexeyên nû li ser rojnamevan û mamosteyên jin ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên a Ewropayê hate ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Wênesaz Hezer: Divê hunermend di pêvajoya nû de cih bigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Almanyayê pêşbirka çîrokan a ji bo bîranîna Fevzî Ozmen

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bi Mihemed Xan re li dû şopa têkoşîna azadiyê
Rojava

Bi Mihemed Xan re li dû şopa têkoşîna azadiyê

Mihemed Xan yê ku 40 salên xwe fedayê têkoşîna azadiyê kir, ji bo şehîd Alî Haydar Kaytan got, “Gelekî dilnizm, têgihiştî û mirovek dilger im bû” û ji bo şehîd Riza Altûn jî got, “ Mirovekî wêrek û jêhatî bû.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Gulan 2025 Dema xwendinê: 22 dq.
Parvekirin

Mihemed Xan, bi navê rastîn Mihemed Ahmed Mahmûd, Kurdekî welatparêz ê ji gundê Qeremox ê girêdayî Kobanê ye. Mihemed Xan ê ku di salên 1980’yî de li Şamê bi cih dibe û di sala 1985’an de bi navbeynkariya hevalê Rêber Apo Hasan Bîndal PKK’ê nas dike, ev nêzîkî 40 salî ne di nava Têkoşîna Azadiyê de cihê xwe digire. Li gel salên ku bi Rêbertî re derbas dike, bîranînên wî yên li gel Alî Haydar Kaytan (Heval Fûat) û Heval Riza Altûn ku di 12’emîn Kongreya PKK’ê de şehadeta wan hate ragihandin, bingeha çîroka wî ava dikin. Mihemed Xan bi berfirehî têkildarî têkoşîna xwe, bîranên xwe yên li gel Rêber Apo û rojên xwe yên li gel hevrêyên xwe derbas kirine ku bi taybetî jî rojên li gel Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn ji ANF’ê axivî.

RÊYA BER BI ŞAMÊ VE: NASÎNA TÊKOŞÎNÊ

Di salên ku hûn derbasî Şamê bûn de we jiyaneke çawa hebû û we çawa PKK nas kir?

Di sala 1980’yî de, dema ez 20 salî li gel malbata xwe em li Şamê bi cih bûn. Di wan salan de me baer nedikir ku wê xaniyekî me jî çêbibe. Nêzîkî 15 heval em bûn yek, me piştgirî da hevdu û me li ser erdekî vala dest bi çêkirina xaniyekî kir.  Di navbera Kurdên dûrî welatê xwe de hevkariyeke xurt hebû; em gelek caran diçûn seredana hevdu. Rojekê dostekî min hate seredana min û ji min re got; ‘’Birayê Mıhemed Xan, li vir hin kes hene û ji wan re dibêjin ‘’Heval.’’ Got; ‘Hemû jiyana xwe bexşandine Kurdıstanê û xebatan bi rê ve dibin. Dixwazin rastiya Kurdistanê bi hemû kesan bidin naskirin.’’ Van gotinan di dilê min de çirûskek pêxist.  Jixwe ez li kesên wiha digeriyam.  Min jî jê re got ku ez dixwazin tavilê wan bibînin û min israr kir.

Rojeke Înê dostê min dubare hat û got; ‘‘Heval hatine, li cihekî ne, dixwazin te û hevalên te bibînin. Wê civînekê li dar bixin, hûn jî başdar bibin.’’ Em 16 heval kom bûn, bi wesayiteke aîdî şervanan me bi rê ketin. Li bajarokeke biçûk bi heval Hamza Bîndal re li rastî hev hatin. Ji me re têkildarî dîroka Kurdistanê, hevalên li çiyayan, pêvajoya wê demê û kiryarên dijmin axaftinek kir. Di wê kêliyê de, min hîs kir ku hebûna me di asta navê me de jî tê înkarkirin, dengê me, zimanê me û mafên me hatine qedexekirin. Min xwest ez têkildarî dîroka Kurdistanê zêdetir agahiyan bi dest bixim. Ev yek ji bo min bû destpêka têkoşînê.

YEKEM PÊNGAVÊN LI ENIYA RIZGARIYA KURDISTANÊ

Piştî ku we PKK nas kir we roleke çawa girt ser milên xwe û hûn çawa daxil bûn?

Di civîna dyemîn de min di asta Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) de dest bi xebatan kir. Me di nava gel de xebat bi rê ve dibirin; dostên nû bi dest dixist û deriyên malên nû ji têkoşînê re vedikir. Partiyê çi ji me dixwest me dikir, ya diket berê me, me dikir.

Piştî heval Hamza Bîndal min gelek hevalên din jî nas kirin. Bi mehan bi salan me bi vî rengî kar kir, heya sala 1989’an.  Wê salên hevalan ji min re got ku ew ê civînekê li dar bixin û xwestin ez jî beşdarî wê bibim. Me nedizanî ku em ê biçin ku derê lê belê ji min re gotin ku bi malbata xwe re biçim. Ez û hevjîna Fatma em bi rê ketin.  Dema em çûn li rastî surprîzeke mezin hatin: Rêbertî wê civînê li dar bixe.

YEKEM RASTHATINA BI RÊBER APO RE

Yekem rasthatina we ya bi Rêbertî re çawa çêbû, we di wê kêliyê de çi hîs kir û we qala çi kir?

Beşdarbûna ji civîna Rêbertî re kêfxweşiyeke gelekî mezin bû. Hembêzkirina Rêbertî ya însanan û hezkirina wî ya însanan ez tu caran ji bîr nakin.  Ez jî perçeyekî wê hembêzkirinê bûm. Gelek heval beşdarî civînê bûbûn. Rêbertî têkildarî mijarên weke dîroka Kurdistanê, pêvajoya wê demê, zehmetiyên heyî, kesayetên xirab ên di navbera me de û rewşên cuda yên li Başûrê Kurdistanê axivî.

Di dawiya civînê de got; ‘’Gelo pirseke kesekî/ê heye?’’ Min destê xwe bilind kir û min got; ‘’Ez jî di nava xebatan de cih digirim. Ez dixwazim derbasî çiyayan bibim û tevlî hevalan bibim.’’

Rêbertî pirsa ‘Ev heval kî ye?’ kir.

Hevalan min dan nasîn û gotin ku demeke dirêj e dixebite.

Ji min pirsa “Tu zewicî yî?” kir. Min got, “Belê”. Piştre pirsa “Çend zarokên te hene?” kir. Min jî got “5 zarokên min hene.” Li ser vê yekê Rêbertî got, “Ma tunê van zarokan li ser milên min bikî bar? Bixebite û zarokên xwe bike şoreşger. Dema ku bûn şoreşger em ê wê demê hemû bi hev re biçin.”

Bi rastî jî wisa bû. Zarokên min wê demê biçûkbûn, mezin bûn û piştre 3 ji wan tevlî nava refên PKK’ê bûn.

LI QADA RÊBERTÎ DEMEK NÛ

Hevalan, di sala 1993’yan de gotin “Hevalê Mihemed, xwe amade bike em diçin.” Meha Cotmehê bû, ez qet nikarim ji bîr bikim. Şevekê ez birin cihekî ku piştre jê re dihat gotin Dibistana Tirkî. Kampa me ya li Lubnanê di sala 1992’yan de hatibû girtin. Rêbertî xwest vê kampa nû ava bike û nîqaşan bike. Hevalekî ji Bakur ji min re got, ‘Divê hûn vê derê di nava mehekê de amade bikin’. Em bi şev û roj xebitîn û me kamp temam kir. Me qadên razanê, qadên perwerdeyê, her tişt amade kir. Dema Rêbertî hat dîtina wir, gelekî kêfxweş bû û got, ‘Mîna ku min xwestiye bûye.” Ji wê rojê û pê ve ez her tim li kampê mam.

Pêvajoya perwerdeyê ya destpêkê di sala 1994’an de destpê kir. Dema Rêbertî dihat dersê bide, bi giştî ez bi tena xwe li ber deriyê derve min nobet digirt. Tişta ku divê bihata kirin min dikir: ajokarî, karê kampê û ewlekarî… Carna Rêbertî rojekê li cem me dima, carna jî piştî dersa xwe dida, diçû. Ji sala 1994’an û pê ve kamp bû navenda perwerdeyê. Ji Ewropa, çiya, Erebîstana Siûdî, Lîbya û Rûsyayê bi hezaran heval hatin perwerde dîtin û çûn. Rêbertî digot, ‘Ev der li gorî dilê me ye. Em ê li vir tiştên mezin bikin.’

Di dewreya yekemîn de 400 hevalan perwerde dîtin. Rêbertî got, “Ez ê bi vî dewrî re Kurdistanê azad bikim.” Ew gelekî kêfxweş û bi biryardar bû. Ji sala 1994’an heta 1998’an her sê mehan dewreyek nû a perwerde destpê dikir.

Ez pir bi şens bûm; Min gelek kadroyên pêşeng naskirin. Hûn dikarin ji hevalên berê pirs bikin. Bi hemûyan re min hevaltî kir. Ji Rêbertî û pê ve bîranînên min bi hemû hevrêyên xwe re hene. Ez hem ajokar bûm û hem jî min karê pratîk ê Rêbertî dimeşand.

Di sala 1996’an de li dijî kampê êrîşeke bombeyî pêk hat. Di demeke ku Tansû Çîller Serokwezîrtî dikir de wesayiteke bombebarkirî li pêşiya kampê hate teqandin. Wê gavê min hevalekî nexweş dibir cihekî ku bikaribin lê binêrin. Wê demê heval Cemal (Mûrat Karayilan) gotibû, ‘Li vir kes nîne ku ji heval re asta pêwîst xizmetê bike, wî bibe kampa akademiya Kurdî.’ Piştî ku ez veqetiyam ji wir, min dengê teqîneke bilind li pişt xwe bihîst. Dema vegeriyam, min dît ku ji ber bandora teqînê darên mişmişan heta 50 metreyan ji kokê hilweşiyan e. Hin kokên daran heta qada sporê ku nêzî 200 metreyî ye ketibûn. Deriyên kampê ji cih derketibûn û hemû cam şikestî bûn. Li nuqteya teqînê çaleke bi qasî 2 metre kûr çêkiribû. Lê belê bi mucîzeyê ti hevrêyên me zerar nedîtibûn.

PIŞTÎ TEQÎNÊ CIHÊ KAMPÊ DEŞÎFRE BÛ

Rojekê Rêbertî ji min re got, ‘Mihemed, nasnameyeke ERNK’ê hilde ba xwe da ku neyê fêmkirin ku tu ji virî û te negirtin.’

Wê demê veşarîbûn pir girîng bû; cîranên me nizanibûn em çi dikin, em kî ne û em çend kes in. Me bi dîwaran dor li xwe girtibûn, hevalan hesasiyeteke mezin raberî xebatê dikirin. Dibe ku rayedarên Tirk dizanîbûn vê yekê, lê yên din û gel nizanîbûn.

Piştî teqînê cihê kampê deşifre bû. Me nîzamiyek asayî ya vekirî ava kir û dema Rêbertî dihat, me dest bi parastina ewlekariya wî dikir. Berê min bi tenê li derve nobet digirt, kesî nedizanîbû ku em çi dikin. Dijmin ji bo Rêbertî ji Sûriyeyê derxîne, şerekî dijwar ê propagandayê dimeşand.

Rêbertî piştî teqînê ji ajokarê xwe re got, “Biçe kontrol bike, ev ne teqîneke normal e” û fikara xwe anî ziman û got, “Eger tiştek bi hevalên min were ez ê çi bikim? Eger ewqas hevalên min li wir şehîd bikevin, ez ê çawa bijîm?” Şikur, dema hîn bû ku tiştek bi hevalan nehatiye, hinek rehet bû. Me jî karê xwe dewam kir.

DERKETINA RÊBERÊ JI SÛRIYEYÊ Û BÎRANÎNÊN DAWÎ

Beriya derketina Rêbertî ji Sûriyeyê we çi jiya, bîranînên we yên dawî çi bûn?

Rêbertî beriya ji Sûriyeyê derkeve ji hin hevalan re gotibû, ‘Gelo Mihemed wê mala xwe bar bike vir?’ Dûre yekser bi min re axivî û got, ‘Malbata xwe bîne vê derê. Ev der jixwe cihê te ye. Li vir bi cih bibe, mala xwe ava bike.’

Em matmayî man; Me fêm nekir ku wî çima ev tişt gotin. Me nizanibû ku wê Rêbertî derkeve dervî welat.

Rojekê ez çûbûm mala Ebû Xelîl. Çawa ku ez derketim, Şehîd Nûda ber bi min ve hat û got ku Rêbertî gazî min kiriye û xwestiye em bi hev re xwarinê bixwin.

Em 28 heval li ser maseyek dirêj hatin ba hev. Rêbertî di serî de rûdinişt. Li wir axaftinek kir û behsa rewşa em dijîn kir. Rêbertî got, “Min xwe parast û gelek xebat meşand. Eger hevrê Mazlûm Dogan jî xwe parastiba, ez û wî bi tena serê xwe me yê Kurdistanê rizgar kiriba.” Qala xebatên Mahîr Welat ên li Rûsyayê û karê Dîlan ê li Yewnanîstanê kir, lê diyar kir ku ew nikarin ji bo şexsekî bi tenê jî cih amade bikin. Rêbertî gotibû, “Em li Sûriyeyê rastî ewqas zehmetiyan tên. Hevalên me tenê bi çend kîlometreyek ji me dûr tên girtin û bi salan di girtîgehê de tên ragirtin. Tevî vê yekê jî min bi hezaran mirov perwerde kir.”

Ez li dawiya maseyê bûm, Rêbertî gazî min kir û got were ba min. Ji min re got, ‘Mihemed, ji tepsika min bixwe’, kevçiyek da min. Tevî hevalek xwe me bi Rêbertî re şîv xwar. Wêneyek heye ku di wê kêliyê de hatiye kişandin, hê jî ew wêne li ba min e. Me xatirê xwe xwest, lê piştî demeke kurt em pê hesiyan ku Rêbertî ji Sûriyeyê derketiye, çûye Rûsya, Yewnanîstan û Îtalyayê. Li cîhanê tu welat wî qebûl nedikir. Di balafirê de jî xîtabî gelê xwe kir û got, ‘Cih nadin me’. Li Îtalyayê bi sed hezaran mirov li dora wî civiyan û bi dehan hevalên me canê xwe dan ber agir. Rêbertî di hevpeyvîna xwe ya bi Mahmût Baksî re li Îtalyayê behsa Derwêşê Evdê kir. Derwêşê Evdê gotibû, ‘Heta ev pirsgirêk çareser nebe ez ê nezewic im.’ Rêbertî digot, “Yên ku di rêya me de herî zêde astengiyan derdixin ne dijminê me ne, mirovên ji nav me ne. Tevî vê yekê jî em ê bi serkev in. Ji ber ku bi dehan heval ji bo min canê xwe dan ber agir’ û baweriya xwe anî ziman. Got, ‘Ez bawer im ku ez ê bi ser bikevim.’

BÎRANÎNÊN BI HEVRÊ FÛAT RE

We çawa hevrê Fûat nas kir û we çi li gel wî parve kir?

Min hevrê Fûat (Alî Haydar Kaytan) di sala 1994’an de nas kir. Ew û heval Abbas ji Ewropayê vegeriyabûn. Hevalên ewil yên Rêbertî dihatin, ji ber vê hevalên li kampê pir kelecanî bibû. Rêbertî ji bo bi wan pêşwazî bike, heta nuqteya kontrolê meşiya. Dema min wan dît gelek kêfxweş bûm, lê nikarim wan hestên xwe rave bikim.

Hevrê Fûat hevrêyekî gelekî dilnizm, têgihiştî û xwîn germ bû. Bi her kesî re têkilî danî. Ew bi gelemperî bi karê nivîsî ra mijûl dibû. Rêbertî digot, “Eger hûn dixwazin Partiyê nas bikin, biçin cem Hevrê Fûat.” Gelekî ji zarokan hez dikir, bi taybetî ji zarokên şehîdan. Di dema çalakiyên moralê yên me her du hefteyan carekê organîze dikirin de digot, “Mihemed, zarokên xwe jî bîne.” Ji wan kêliyên bi min ra wêneyek heye, ez dikarim nîşanî we bidim.

Dema em bi karên li kampê re mijûl dibûn, carnan ji bo pêdiviyan em diçûn Şamê. Heval Fûat bi gelemperî li gel wî pere tunebû, lê dema ku tiştek biketa destên wî jî digot, ‘Mihemed, em ji hevalan re tiştekî bistînin.’ Rojekê ji hevrêyek ji Dersimê ya bi navê Zinarîn re gotibû li daran lênihêrînê bike. Min alîkariya wê dikir. Dema Heval Zinarîn bi rêk û pêk nedixebitî, nîqaşeke di navbera me de rû da. Heval Fûat hat ba min û got, ‘Mihemed tu çima bi heval re eleqedar nabî?’ Min jî got, ‘Ez eleqedar dibim lê yan bila rast bixebite yan jî bila qet nexebite.’ Heval Fûat ji Heval Zinarîn re got, ‘Heval Mihemed fermandarê me hemûyan e. Eger ji min re bêje bixebite, ez ê yekser bixebitim’. Heval Zinarîn ewqas guherî ku heval Fûat digot, ‘Ez wê ji xwe re mînak digirim; Xwezî ez jî bi vî rengî bixebitîma.’ Dayik û xwişka Heval Fûat Heval Rêha jî li kampê bûn. Me kurê wê yê biçûk Mazlûm mezin kir. Heval Fûat yek ji endamên damezrîner ên Partiyê bû û hevrêyekî ku ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin bû.

ROJÊN KU BI HEVAL RIZA RE BIHURÎN

Têkiliya we û heval Riza çawa bû, serpêhatiyên we çi ne?

Min cara ewil dema vekirina kampê de heval Riza nas kir lê belê piştî derketina Rêbertî ya ji Sûriyeyê di sala 2001’an de me zêdetir bi hev re kar kir. Hevrêyekî sakîn û hêja bû. Piştî dîlgirtina Rêbertî barê ser milên me jî zêde bûbû. Ji bo parastina 45 ciwanên nû tevlî bûbûn, ez bi şev û roj dixebitîm, min her roj cihê ku lê diman diguherand.

Bi heval Riza re li heman malê man. Însanekî wêrek û jêhatî bû. Ji min re digot; ‘’Dema me li Tirkiyeyê dest bi xebatên şoreşgeriyê kir, kesî nedikarî serê xwe rake lê belê Rêbertî û Partiyê cesaret dan me.’’ Digot; ‘’Însanên jêhatî û xizan, bi keda xwe jiyanê fêm dike, siyasetê dizane û dikere berpirsiyariyan bigire ser milên xwe.’’ Dema Partî dida naskirin cidîbûn û kelecana wî nuwaze bûn.

Me bi hev re xwarin çêdikir ji min re digot; ‘’Mihemed, ez ê ji te re seleteyeke gelekî xweş çêkim ku tu tiliyên xwe jî bixwî.’’ Xwarinên ji destê wî gelekî xweş bûn.

Carekê karek dabû kesekî bi navê Seyît lê belê Seyît karê xwe cidî negirtibû. Heval Riza bi gotina; ‘’Seyît ez ne her kes im, tu nikarî bi min re bilîzî’’ ew hişyar kir. Gelek caran wî xwarin çêdikir, min nedizanî. Di karê xwe de gelekî titîz bû, dizanî giramiyê bide însanan.  Em du zêdeyî du mehan li ba hev man. Xebitîna li gel wî cihê kêfxweşiyê bû.

BANGA RÊBERTÎ Û 12’EMÎN KONGREYA PKK’Ê

Banga Rêbertî û 12’emîn Kongreya PKK’ê ji bo we çi îfade dikin?

Tevî ku Rêbertî ev 26 sal in girtî ye jî deqeyeke xwe jî vala derbas nekir. Fikrên wî wê bes ne gelê Kurd di heman demê de gelên Rojhilata Navîn jî azad bikin.  Digot; ‘’Em ê sînorên di navbera gelan de rakin.  Em ê yekîtiya gelên Rojhilata Navîn ava bikin.’’ Kongreya 12’emîn jî nîşaneya vê hêvî û baweriyê ye. Ragihandina şehadeta Heval Fûat û Heval Riza ya di vê kongreyê de, bangeke serkeftinê ye. Hevrêyên damezrînerên Partiyê bûn. Şehadeta wan wê kesên bêbawer hişyar bike û wan poşman bike.  Fikrên Rêbertî me bi hemû cîhanê da nasîn. Êdî cîhan vê bangê bi awayekî erênî pêşwazî dike û di wê baweriyê de ye ku wê bi ser keve. Di şexsê Heval Fûat û Heval Riza de ez hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim.

GOTINA DAWÎ: BAWERIYA JI AZADIYÊ RE

Piştî têkoşîna we ya 40 salî, hûn dixwazin têkildarî roja îroyîn çi bibêjin?

Tê bîra min ku Rêbertî li Romayê di hevpeyvîna xwe ya li gel Mahmûd Baksî de qala Derwêşê Evdî kiribû.  Derwêşê Evdî digot: ‘’Heya ez vê pirsgirêkê çareser nekim, ez nazewicim.’’ Digot; ‘’Kesên ku ji me re astengiyan derdixin ne dijmin e, însanên di nava me de ne. Tevî vê yekê jî em ê bi ser kevin, çimkî bi dehan hevalan ji bo min xwe şewitandin.’’

Min di nava têkoşînê de fêm kir ku ked û hezkirin çi qasî bi qîmet in. Dema ku mirovek kedê dide û dibîne keda wî hêja tê dîtin ji karê xwe hez dike. Ew hezkirin li kampê gelekî zêde hebû. Şehadeta  hevrêyên weke heval Fûat û heval Riza, wê ji avabûna civaka Kurdistanê û azadiya Rêbertî re bibin bingeh.

Banga Rêbertî, di vê pêvajoyê de ku hemû cîhan bi ser me de tê, wê ji bo xwegihandina armanca me rêya me veke. Di rêya Rêbertî de, ji bo azadiya gelê me em ê bê navber bixebitin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tulay Hatîmogûllari: Azadiya jinê wê li vî warî pêk were
Nûçeya Pişt re Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdaneke din hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şirnexê dema ‘qedexeyê’ ya dagirkeran hate dirêjkirin

Walîtiya li Şirnexê gelek qadên li bejahiya bajêr weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' ragihand.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Semsûrê jinek hat qetilkirin

Li Semsûrê kesê bi navê Kemal Bîçer hevjîna xwe Esma Bîçer qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê jinek binçav kirin

Hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê li dijî malekê operasyon kirin û jina bi navê Hetaw…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

QSD’ê nasnameya 7 şehîdên xwe eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Tirbespiyê şehîd Goran spart axê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gundên Kobanê yên li ser sînor rastî êrîşan tên

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Reqayê muzexaneya li ser sûcên DAÎŞ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?