Gotinên ‘veguherîn’, ‘jinûve bikaranîn’ û ‘dewamî’ dema dawî bi taybetî li sektora modayê gelekî têne bikaranîn. Yên ku herî zêde dibêjin çavkaniyên cîhanê gelekî zêde têne bikaranîn şîrketên moda û tekstîlê ne.
LI PIŞT ŞOPA KARBON ŞÎRKETÊN MEZIN ÊN PETROLÊ HENE
Her tiştî bi gotina ‘Şopa karbon a lingê me’ destpê kir ku ji nişka ve kete nava jiyana me. Şopa ling ê karbon bi nêzîkatiya ku çavkaniyên cîhanê têne çikandin bi carekê kete rojeva cîhanê û bi taybetî ji aliyê aktîvîstên avhewayê ve hate bikaranîn. Eşkere bû ku ev gotin beriya çend salan di reklama şîrketekê de hate bikaranîn ku yek ji şîrketên mezin ên petrolê BP’ê reklam da çêkirin. Ev pêvajo weke kampanya reklamê ya BP’ê destpê kir û şîrketeke ku li her devera cîhanê çavkaniyên gelan talan dike, bû parêzvanê herî mezin ê şopa lingê karbon.
Demekê piştî gotina şopa ling ê karbon, bi gotinên ‘veguherîn’ û ‘dewamiyê’ li ser mijara jinûve bikaranîna kincan kampanyayek hate destpêkirin. Li her devera cîhanê bi taybetî jî fîrmayên tekstîlê yên mezin li ser kampanya veguherîn û jinûve bikaranînê xebitîn. Ev kampanya hîn jî dewam dikin. Di vê pêvajoyê de ku dema dawî weke ‘moda bi lez’ zêde bû, modaya bi lez ku qumaşê tê bikaranîn bê kalîte ye, zû kevn dibe û dike ku li şûna wê yê nû bê kirîn, bi taybetî markayên kincan ên amade bi giranî têne tercîhkirin. Ji ber ku zêde tê bikaranîn, berhem hîn zêde têne firotin, firotina zêde jî qezenceke zêde bi xwe re tîne.
RASTIYA KU DI BIN NAVÊ DEWAMIYÊ DE TÊ VEŞARTIN
Li gorî daneyên sektora moda li tevahiya cîhanê her sal zêdeyî 100 milyar kinc têne çêkirin û beşeke girîng a vê yekê nagihêje mirovan. Ji sedî 65 ê kincên têne çêkirin bêyî ku bigihêje mirovan, ya bi şewitandinê têne îmhakirin, yan jî têne avêtin. Dema ku li gorî salê mirov vê binirxîne, rêjeya kinên têne avêtin an jî îmhakirin her sal 40 milyon ton e.
Sektora moda ku ji aliyekî ve herêmên xizan ên cîhanê veguherandine sergoyekî, li aliyê din jî qaşo bi ‘baldarî û hestiyariya xwe ya ji bo hawirdorê’ ketine nava pêşbirkê.
Her sal zêdebûna rêjeya kincên têne çêkirin, li cîhanê krîzeke tekstîlê jî bi xwe re tîne. Şîrketên mezin ên tekstîlê ji bo berpirsyariya xwe ya di vir de veşêrin û mîna ku yên krîz afirandine ne ew bi xwe ne, dest bi bikaranîna gotinên veguherînê, jinûve bikaranînê û dewamiyê kirin. Di vê demê de firoşgehên mezin û şaredariyan qutiyên veguherînê danîn, bi vî rengî dest bi kampanyayê kirin ku kinc bêne komkirin, weke yê destê duyemîn ji xizanan re bêne firotin, an veguherandin, bi vî rengî kincên nû bêne çêkirin. Her wiha daxuyaniyên welê didin ku mirovan sûcdar dikin ku bi kirîn û firotineke ne pêwîst, hevsengiya cîhanê xera dikin. Lê belê li tevahiya cîhanê tenê ji sedî 10 an jî 15 ji kincên di bin navê jinûve bikaranîn û veguherînê de têne komkirin, têne veguherandin an jî ji nû ve têne bikaranîn. Yên mayî jî di bin navê kampanya ‘jinûve veguheradinê’ de ji welatên Asya û Efrîkayê re têne şandin.
EFRÎKA Û ASYA BÛN SERGOYÊ DEWLEMENDÊN CÎHANÊ
Ti ji şîrketan bi aqûbeta kincên ji Efrîka û Asyayê re têne şandin eleqedar nabin. Li şûna ku pê re eleqedar bibin bê kincên ji xizanan re têne şandin digihêjin xizanan an na, tenê bi mijara şandinê re eleqedar dibin. Ji ber ku ji sedî 80 ê kincên têne şandin li van welatan diçin ser sergo. Welatên xizan ên cîhanê weke sergoyê dewlemendan têne bikaranîn.
HER SAL 92 MILYON TON KINC TÊNE AVÊTIN
Tenê DYE salane 450 hezar ton kinc dişîne welatên Efrîka û Asyayê. Efrîka ji sedî 70 ê kincên destê duyemîn ê navneteweyî werdigire. Lê belê piraniya van weke jinûve bikaranînê nayên bikaranîn. Zêdeyî nîvê 15 milyon kincên her hefte diçin bazara destê duyemîn Kantamanto ya Ganayê, ji ber ku ne di asta bikaranînê de ne, ji peravên Kendava Gîneyê têne rijandin. Li Kenyayê tenê sala 2019’an 185 hezar ton kincê destê duyemîn hate wergirtin û ji 55 heta 75 hezar ton a ji van kincan bûn sergo. Li Şîlî jî rewş bi heman rengî ye; her sal 39 hezar ton kinc li Çola Atacama ya Şîlî têne avêtin û ev rêje her sal zêde dibe.
Li tevahiya cîhanê her sal 92 milyon ton kinc ji welatên xizan re weke sergo têne şandin. Ev yek bandoreke neyînî li cihêrengiya biyolojîk a xwezayê û tenduristiya mirovan dike. Ev pirsgirêka ku her sal mezin dibe, dibe sedem ku cih û warê bi cih bûnê teng bibe, hewayê qirêj bike û tenduristiya mirovan xera bike. Ji bo veşartina vê jî şîrketên mezin her sal gotinên nû diafirînin, nîşan didin bê çiqasî hawirdorparêz in û hewl didin mirovan bixapînin.