Jin û civak giştî ji bo azadiyê, ji bo wekheviyê bi awayek bêhempa li ber xwe didin û di heman demê de têkoşînekî ku di dîrokê de nimuneyên wê nînin dide. Yanî têkoşîneke mezin raber dikin, di vê oxirê de rojane berdêlên giranbuha didin, wisa mohra xwe li serkeftinên mezin û li jiyanê dide. Yan jî bi gotina Rêber Apo mîna bîra bi derziyê bê kolandin kêlî bi kêlî hewldaneke jinûve avakirina jiyanê mijara axaftinê ye û di vê xebatê de jin pêşeng e hatiye vegotin û berdêla wê di her qada jiyanê de tê dayîn. Lewre rastiya îro li Kurdistanê tê jiyîn, bi xwe re dîrokek nû diafirîne, jiyanek nû û di heman wextî de rastiyek nû bi xwe re dide afirandin. Bi taybetî bingeha dîroka azadiya jinê datîne û li ser xalên binghîn yên civakbûnê kar dike.
‘DÎROKA KOLEBÛNA JIN NEHATIYE NIVÎSÎN, A AZADIYÊ JÎ LI BENDA NIVÎSANDINÊ YE’
Bê guman di demên dirêj de Rêber Apo got, “Dîroka kolebûna jinê nehatiye nivîsîn, dîroka azadiya jinê jî li benda nivîsandinê ye.” Em ji dîroka mirovahiyê ya demdirêj hatî jiyîn dizanin ku jinê di civakê de her tim rola avakirin, afirandin û pêşxistinê lîstiye, bi ked û bîrberiya xwe pêşengî kiriye, jiyana mirovahiyê dewlemend û ava kiriye, rengîn û bedew kiriye. Lewma li hemberî vê kedkarî û afirîneriya wê, sîstema desthilatdariya ya zilam bi zîhniyeta êrîş û çewisandinê tim hewl daye vê heqîqeta jinê binpê bike û jin bike rewşeke ku neyê naskirin, bi heman awayî nehêle jin di civakê de bibe hêmana sereke di dîroka mirvahiyê de, em gelek caran rastî wê tên kesa ku berdevka civaka însan kiriye jin-dayike. Ji bona vê bi bêbextiyeke gelek mezin jin kirine qefesa xwe ya kolebûnê. Ji bo vê jinê qedr û qîmeta ku ji vê ked û hewldana wê ya birûmet re bibe bersiv nedîtiye. Tim weke hebûneke kêm, berdest hatiye nasandin, rastî şikandinên mezin hatiye, ji cewherê xwe hatiye dûrxistin. Ev feraset û hişmendî bi zilm û xapandineke ewqas mezin, kûr û zirav hatiye meşandin ku êdî jin bi xwe jî bawer bike ev cewher û çarenûsa wê ye, jê pê ve rêyeke derketinê tune ye. Ango jin hebûneke kêm, şikestî, berdestê zilam e!… Esas ev berovajîkirina heqîqeta jiyanê bû, berovajîkirina heqîqeta civaka mirovahiyê bû. Her wiha dîroka ku hatî nivîsandin a qaşo destanên jêhatin, serjêkirin, fetihkirin, serkeftinên desthilatdariya zilam bûn. Ku di wir de cihê jinê tune bû. Li hemberî vê dîroka hatî berovajîkirin, hewldana sererastkirina van hemû çewtkirin û berovajîkirinên jiyanê yên bi hişmendiya zilamê serdest hatine ferzkirinin, xwedî derketina li mîrasa afirînerî û berxwedana jinê ye, mafê Dayika Xwedawend radestkirine. Ji bo wê pêwîst e em vê mijarê ji pêvajoya herî nêz ve reva bikin û diyar bikin ku zilam di encama hêza xwe ya fizkî de û di navê de kurnazî, kariye xwe wekî kesê îstîsmarker pênase bike.
GER KOLETIYA LI SER JIN NEYÊ DERBASKIRIN AZADÎ NAYÊ BIDESTXISTIN
Li ser vê bingehê jin wekî zayindek, wekî mirovekî ji civaka xwezayî ye dikare werê fikirîn, lê bi demê re hêza xwe ya bingehîn ji dest dide û dibe mirova herî kêm a civakê ku mehkûmî koledariyekî herî berfireh tê kirin. Bê guman hemû koledariyên din jî bi koledariya jinan ve girêdayî pêş dikeve. Lewma ger koledariya li ser şexsê jinan neyê dahurandin, koledariyên din jî nayên dahurandin. Yanî mirov dikare diyar bike ku ger koletiya li ser jinan neyê derbaskirin, dê koletiyên din jî neyên derbaskirin. Bê guman gav bi gav kişandina jinan a ber bi civaka hiyaraşîk ve, hemû taybetmendiyên civakî yên bihêz windakirine, di civakê de şoreşa hember a herî bingehî ne. Zilamên ku bi rêya nêçîrê bihêz bûne û li derdora xwe komek rêxistinkirî, piştî ku vê hêza xwe ferq dike û dide pejrandin, di vî warî de hêdî hêdî jiyana rêk û pêk a jin-dayika kedkar dixe bin serweriya xwe.
Di vê mijarê de her ku civak bi pêş ve diçe ango (bi pêş dikeve) bi giranî di zilam de hêz kom dibe. Her ku di zilam de hêz kom dibe, di windakirina hêza jinan de bandoriyekî gelek mezin derdikeve holê. Ger mirov bi rengekî rast li dîroka olên Rojhilata Navîn meyze bike, di serdema qilan, qabîleyan de, tê dîtin ku jin-dayik wekî kesa sereke yê avabûna hişmendiya civakê xwedî cihêkî gelek bi bandor e. Yanî jin-dayik kesa ku bi rola avakirina hafîzeya mezin a civakbûnê ve radibe û nirxan li derdora xwe kom dike.
BI DERKETINA RÊBER APO JIN AZAD BÛ
Elbet weke Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi derketina Rêber Apo re dîrokeke jin ya ku em êdî bi şanazî dikarin behsa jinê û nirxên civaka komînal bikin, bi jinbûna xwe serbilind bin, bikin. Bi vê rûmet û hêzê li hemberî hemû bendên koletiyê serî rakin, bi zanista jina azad ber bi siberojê ve meş çêbûye.
Rêber Apo di navbera koletî û mirinê de rêya jiyanê nîşanê jinê da, ji bo jin birûmet û azad bijî divê wê rêya zirav ku di navbera mirin û koletiyê de ye, hilbijêr e. 68 sale ku Rêber Apo li dijî zîhniyeta qirêj têdikoşe. Di destpêka salên 70’ê de jin tevlî partiyê bûn, ji malbatê qutbûn û cihê xwe di nava xebatên rêxistinî de girtin. Qutbûyîna jin ji malbatê şoreşeke herî mezine û gava destpêkê ya têkoşîna jinê bû. Di salên 80’ê de artêşbûna jin gava duyemîn a têkoşînê bû û niha berferehtir bûye. Rêber Apo li pey hevdû berê jinê da heqîqetê.
Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkên civakî de rolek mezin da jinê. Ji bo dîroka jin lêkolînên gelekî girîng kirin û têkildarî jin bi belge agahiyên girîng derxistin holê. Çanda xwedawendan ku mêr tu carî destûr nedidayê ji aliyê Rêber Apo ve li tevahiya cîhanê hat eşkerekirin. Dîroknas sala 1960 têkildarî jin hinek agahî dan û ew jî gelekî sînordar bûn. Heyanî niha tevahî dewletên cîhanê di dibistanên xwe de cih nadin dîroka jin an jî têgehekî wisa nadin bikar anîn. Li ba wan tiştekî bi navê ‘Dîroka Jin tune ye’ û dema dibîhîzin matmayî dimînin.
Her wiha li Rojhilata Navîn hemû pîvanên di bin navê exlaq û ol de li ser jinê hatine ferz kirin û her tişt li jinê qedexekirine, an şer im hatiye dîtin. Rêber Apo ew qalib şikandin. Êdî pîvanên jina baş û xurt têne guhertin, berê jina bêdeng di nava civakê de meqbûl bû, niha jina bêdeng zeyîf tê dîtin. Li gorî civakê jina teqlîda mêr dikir xurt bû, lê niha ew jin di nava jinan de nayên qebûl kirin. Êdî jina têkoşînvan û berxwedêr ku dibe xwedî helwest mînak tê dîtin.
DI 2-4’ê NÎSANA 2013’YAN DE YPJ HAT DAMEZIRANDIN
Di nava dîroka her gelekî de jinên şerker ku artêş bi rêve birine, serokatiya êlan kirine, şûrê xwe hildane û di qada cengê de şer kirine, hene. Têkoşîna wan jinan di roja îro de li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) mayînde dibe. Destpêka sala 2011`an bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin beşdarî nava Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê bûn. Sala 2013’yan bi damezrandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hejmara jinan di nava hêzên leşkerî de zêdetir bû, ji ber vê tabûrên taybet ên jinan hatin avakirin. Yekemîn tabûra jinan li Kantona Efrînê bi navê Şehîd Rûken 13`ê Sibata 2013`yan hat ragihandin, duyemîn tabûr bi navê şehîd Edalet li kantona Qamişlo di 9`ê Adara 2013`yan de hat ragihandin û sêyemîn tabûra bi navê Şehîd Dîcle li kantona Kobanê di 24`ê Adara 2013`yan hat ragihandin. Di 2-4`ê Nîsana 2013`yan de şervanên jin yekemîn konferansa xwe li bajarê Dêrikê li dar xistin. Di konferansê de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat ragihandin.
Di nava van salan de YPJ’ê bi lehengî berxwedaniyeke mezin li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê, artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên din ku hewl dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin, nîşan dan. YPJ’ê bi pêşengiya jinên Kurd xwe di hemû bajaran de bi rêxistin kir, paşê ji gelek pêkhateyên din bi taybetî jinên Ereb tevli nava refên YPJ’ê bûn. Hêzên YPJ’ê dîroka bi hezaran salan a jinan ji nû ve zindî kir û careke din bi hêza xwe dikaribû hebûna jinan ji tarîtiyê xilas bike. Îro YPJ’ê mohra xwe li dîroka jinan daye û bûye îlham ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re.
BI ŞOREŞA ROJAVA RE JIN AZADIYA XWE DÎT
Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê dîroka berxwedana jinan careke din zindî kir û rastiya wê ya dîrokî ya ku bi hezarên salan nehatibû tomarkirin û her dem her kes hewl dida ku nasnameya wê ji holê rake, vegerand. Yek ji nasnameyên ku Rojavayê Kurdistanê pê navdar bû jî, berxwedana jinê ye. Bi şoreşê re jin dîsa vegeriyan jiyanê û rol û şarezayiya xwe nas kirin. Ji ber ku jin niha di hemû qadan de xwedî rola sereke ye û di hemû qadan de jî xwedî desthilata biryardayînê ye.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin di berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de hêzeke çalak bûn û cîhan bi berxwedana şervanên jin matmayî ma. Ji ber wê jî gelek pirtûk û belgefîlm li ser berxwedan û têkoşîna şervanên jin hatin çêkirin. Di nava Sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jin ji sedî 50’ê erkên îdarî de cih digirin û hevserokatiya sîstema rêveberiyê dikin. Bi dehan rêxistin û meclîsên taybet ên jinan hatine avakirin.
Cîhan bi berxwedana jina Kurd matmayî ma û maskeya kêmhişmendiya ku di civakê de bi cih bûbû û jin bêhêz dihesiband, ket xwarê. Ji ber vê yekê şervanan îradeya azad a jinê temsîl kirin û hêza jinên Kurd kirin mînak û li tevahiya cîhanê bû pêşeng. Rol û şarezayiya jinan cihekî girîng û sereke digire û çawa ku mohra xwe li şoreşê da, niha jî bûye sembola jinên cîhanê.
Di dawiyê de mirov dikare diyar bike ku guhertina zihniyeta ku li ser jin pêk hatiye. Têkoşînek piralî lazim dike da ku zayenda zilam bi xwe ve were. Wekî ku em dizanin binpêkirina yekemîn di şexsê jin de hatibû pêk anîn û jina ku bi hezarên salan berdevkiya civaka xwezayî dikir ket reşek ku neyê zanîn. Ji lewra em dibînin ku jin îro bi paradîgma Rêber Apo xwe xemilandiye û ji bo jinê tevahî cîhanî bûye nimûniyek jiyanî ya têkoşînê.