Zanyaran tespît kirin ku qirêjiya hewayê dibe sedema rûdana kansera pişikê.
Tu dikarî bi maîla xwe bibî abone, em ê ji te re nûçeyên lêzgin bişînin.
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Xelef El Hemed bi tevlîbûna gelek kesan hate veşartin.
Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên bi partiyên siyasî, nûnerên eşîr û pêkhateyan de, serdana Meclîsa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo kir.
Serokê ajansa (UNRWA) a Neteweyên Yekbûyî ji penaberên Filistînî berpirsyar e, diyar kir ku talan û qaçaxçîtî li Xezeyê “zêde bûye" û ev jî alîkariyên mirovî "asteng" dike.
Dîplomatên Îranê diyar kirin ku Îran û Bahreyn biryar dane ku hevdîtinên dîplomatîk ên ku ev 8 sal in bi awayekî qut bi rêve diçe ji nû ve pêk bînin.
Hat ragihandin ku di êrîşên çekdarî yên li hemberî sînagog, du dêr û nuqteyek polîsan ên li paytexta Mahaçkale û bajarê peravê Derbentê ya Dagistanê de herî kêm 19 mirine.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê dişopîne, ragihand ku sê sal û çar meh cezayê girtîgehê li aktîvîstekî Kurd hatiye birîn.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encamê de 2 drone, radarek, mobesseyek û çepereke dagirkeran hatin îmhakirin.
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a kurkçulerê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê hatin kirin.
Şandeya CHP'ê ku herêmên şewatê yên navbera Amed û Mêrdînê ziyaret kir, diyar kir ku sedema mirina mirovan ji ber bêberpirsyariya DEDAŞ'ê û destwerdana bi derengî ye.
Li Girtîgeha li Amedê bi dehan girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê.
Doza kûmpasê ya Kobanê ya duyemîn ku li hemberî pênc siyasetmedarên HDP'yî hate destpêkirin wê roja Sêşemê pêk were.
Di nava sê rojên dawî de li Amed, Îzmîr û Edene jî di nav de li 7 bajaran di bûyerên şîdeta li hemberî jinê de herî kêm 8 jin ji…
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê ku operasyona dagirkeriyê lê dewam dike, qadên daristanî têne bombekirin. Li Elke jî şer diqewime.
Hate ragihandin, ku dewleta Tirk a dagirker şeva Yekşemê konvoyeke din a leşkerî yıa ji wesayitên zirxî û çekên giran derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye.
Dewleta Îranê ji niha ve diyar kiriye ka dê kî bibe serokkomarê Îranê, yan dê Qalîbaf bibe yan dê Mistefapûr Mihemedî bibe serokkomar.
Têkevin hesabê xwe