Şerê qirkirina siyasî, înkar û îmhayê ya ku dewleta Tirk di bin rêveberiya rejîma Erdogan de li dijî gelê Kurd dimeşîne, li hemû parçeyên Kurdistanê didome bi taybetî jî li Rojava û Başûr. Rejîma Erdogan ev nêzî 3 sal in tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne.
Divê mirov şerê rejîma Erdogan a li hemberî Kurdan çawa binirxîne? Bi taybetî ji bo civaka Tirk a ku di 10 salên dawî de bi krîzan tê birêvebirin, rêya çareseriyê çiye? Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê çi wateyê? Ji aliyê Kurdan ve ku di sed salên dawî de rû bi rûyê şerên giran û zextên siyasî maye, rewş çiye? Ji bo bersiva van pirsan hemûyan, yek ji profesorên Dibistana Bilind a Zanistên Civakî ya Parîsê (EHESS), dîrokzan, civaknas û zanyarê siyasetê Hamît Bozarslan ji ANF’ê re axivî.
‘ERDOGAN MÎRATEYA ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ DIDOMÎNE’
Prof. Hamît Bozarslan wiha dest bi axaftina xwe kir: “Erdogan mîrateya ku ji Îttîhat û Terakkî tê, didomîne. Îttîhat-Terakkî û îdeolojiya Kemalîzmê îro di bin navê Îslamiyetê de tê domandin. Ji dervey vê îdeolojiyê piştî sala 2015’an li Tirkiyeyê blokeke nû ya desthilatdariyê ava bû. Di bingehê vê bloka desthilatdariyê de MHP heye. Di hedefa vê blokê de Kurd hene. Dibe mijar ne tenê Kurd bin, di heman demê de meseleya Qerebaxê tê dîtin. Dijminên dîrokî yên Tirkiyeyê hene. Ev dijmin; dijminên hundir in, dijminên etnîk in. Lewma ji min re pir ecêb nayê ku Erdogan vê şerî didomîne, ji ber ku mîrateyeke bi vî rengî dîrokî didomîne.”
‘YÊN KU TIRKIYEYÊ Û TIRKÎTIYÊ AZAD BIKIN, KURD IN’
Bozarslan ragihand ku yên ku Tirkiyeyê û Tirkîtiyê azad bikin, Kurd in û wiha got: “Lê divê civaka Tirk ji vê yekê re amade be. Gel û komên ku Îsraîlê û civaka Îsraîlê azad bikin, Fîlîstînî ne. Bi heman rengî yên Tirkiyeyê azad bikin, Kurd in. Her wiha divê li Tirkiyeyê di nava Tirkan de tevgereke demokratîk hebe, lê tevgereke bi vî rengî tune ye.
Dema em li hilbijartinên dawî dinêrin, muxalefetê meseleya Kurd weke meseleyeke rewa nedît. Bi temamî ji bo berwendiyên xwe nêzî Kurdan bû. Meşruiyeta meseleya Kurd qebûl nekir.”
‘POLÎTÎKAYA DERVE YA TIRKIYEYÊ ÎFLAS KIR’
Prof. Bozarslan anî ziman ku ev demek dirêje Tirkiye xwedî stratejiyeke şantajê ye û got: “DYE têkildarî Rojava hin peyaman ji Tirkiyeyê re dişîne. Di heman demê de divê mirov faktorên Îran û Rûsyayê jî binirxîne. Îran, Rûsya û Tirkiye hem nefretê ji hev dikin, hem jî di gelek waran de girêdayî hev û deyndarê hev in. Di navbera van de hevkariyeke mîna hevkariya di nava hêzên paramîlîter de heye. Di vê hevkariyê de Îran û Rûsyayê têkildarî Rojava hin xetên sor danîne. Derdê van ne Rojava ne jî Kurd in. Naxwazin nifûsa Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê hîn zêdetir bibe. Ev xetên sor di halê hazir de hatine qebûlkirin. Ji dervey vê Tirkiye di polîtîkaya derve de xwedî siyaseteke şantajê ye.
Polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê bi temamî îflas kir. Eger mirov krîza 2009-2010’an a bi Îsraîlê re, ya bi Siûdî Erebistanê re û her wiha krîzên bi Misir û DYE’yê re bi nirxîne, di van krîzan hemûyan de Tirkiyeyê winda kir.
Lê ji bo kevneşopiya Îttîhat û Terakkî tişta esas dijminê hundir e. Ji bo rejîma Erdogan ku vê kevneşopiyê didomîne, dijminê hundir ê herî mezin Kurd in.”
‘KURD LI ROJHILATA NAVÎN FAKTOREKÎ MEZIN IN’
Bozarslan ragihand ku ji aliyê Kurdan ve gelek geşedanên hem erênî hem jî nerênî hene û got: “Divê mirov van tiştên nerênî bifikire. Di nav van nerêniyan de meseleya herî mezin ew e ku di navbera Kurdan de entegrasyoneke hundir, tifaqek tune ye. Ev rewş hem ji bo Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê pir girîng e. Divê Kurdîtî zimanekî nû yê têkoşînê û rêbazên nû pêş bixin. Bi taybetî li Tirkiyeyê ev rê, rêyên siyasî ne, lê di heman demê de dibe ku bi rengê rêyên çandî jî be. Divê siyaseta wan a çandê ji nû ve bê hizirîn, bi rêya çandê peyamên cuda ji Tirkîtiyê re bên şandin. Li aliyek din jî tevî hemû zextan Kurdîtî li ser piyan dimîne û hîna jî Kurd li Rojhilata Navîn yek ji faktorên girîng in.
Îtîhatî îdeolojiyek e û di heman demê de stratejî û çarçoveyeke tolhildanê ye. Ev feraseta tolhildanê tecrîdkirin û mehkûmkirina kesekî ku weke dijmin dibînin e. Îttîhat û Terakkî ev yek dikir, Kemalîzm ev yek dikir. Yên ku bi kuştinê jî ev tişt dikirin, hebûn. Di dema Erdogan de jî cînayetên siyasî çêbûn. Lê ger mirov Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş yan jî Osman Kavala binirxîne, evane yên ku rejîma Erdogan yan jî hin hêzên di nava rejîmê de ew weke dijmin îlan kirine, ew kes weke hedefa tolhildanê îlan kirine. Lewma di serî de Ocalan li dijî van kesan bêhiqûqiyeke mezin tê kirin.
Di meseleya Ocalan de feraseteke din a duyemîn heye; axaftina Ocalan wê bandoreke mezin di nava Kurdan de nîşan bide. Desthilatdarî hin caran gotinên bi vî rengî dibêje, ‘Di navbera Ocalan û tevgera Kurd de nakokî hene, Ocalan nêzî me ye, yan jî Ocalan li dijî van e’. Eger Ocalan baxive wê derkeve holê ku ev gotin hemû vale ne.
Dîsa em dizanin ku Ocalan li Rojava tawîzê nade Tirkiyeyê. Ji ber van faktoran tecrîd tê meşandin.
Erdogan di 10-15 salên dawî de ken ji bîr kiriye. Dema mirov li gotinên wî dinêre, quretî û sixêfan dike. Ev ziman di heman demê de çarçoveyek e ku tevahiya siyasetê çêdike. Ev yek ne tenê li cem Erdogan, li cem Donald Trûmp û Pûtîn jî xuya dike.
Desthilatdarî di heman demê de dibe veguhere mekanîzmayeke ku rasyonalîteya xwe jî îmha bike. Lewma di demokrasiyê de hevsengî û mekanîzmayên kontrolê pir girîng in.”