Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş nobeta li pêşiya Wezareta Edaletê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakvanên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe!
Rojane

Çalakvanên Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe!

Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka Kurd"  li gelek bajaran hatine destpêkirin, didomin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê ve hatiye destpêkirin di roja 100’an de berdewam dike. Ji taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê gelek kes çûn serdana Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome.

Di serdanê de Aslihan Tîmur axivî û wiha got: “Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî bi taybet birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Heta ev tecrîd bi dawî bibe em ê nobeta xwe bidomînin. Em dayik dixwazin maseyek bê danîn û muzakere dest pê bikin. Em ê sibe bi cil û bergên xwe yên neteweyî dengê xwe li qada Newrozê bilind bikin.”

MÊRSÎN

Nobeta Edaletê ku bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî û çareseriya pirsgirêka kurd” hat destpêkirin, li Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) di roja 103’an de berdewam dike. Nobeta ku Meclîsa Dayikên Aştiyê jî beşdar bû, gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Di çalakiya ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin de li ber erbanê kilam hatin gotin.

MÊRDÎN

Dayikên Aştiyê yên ji Artûklûyê û xizmên girtiyan Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’ê ya tê lidarxistin dewr girtin. Îro endamên Komeleya 78’an û gelek welatî çûn serdana Nobeta Edaletê û piştgirî dan. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ku di nobetê de amadekariyên xwe yên Newrozê berdewam kirin û Komkujiya Helebceyê jî şermezar kirin.

Parlamentera berê ya HDP’ê Gulser Yildirim Nobeta Edaletê ziyaret kir û got, “Zilm li gelê Kurd, li ser mafên gelê Kurd, li ser jiyana gelê Kurd kirin. Ji ber vê yekê dema em îro li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, zextên li girtîgehan, qeyûmên ku li ser vîna gelê Kurd hatine tayînkirin dinêrin, em dibînin ku ev hemû encamên zîhniyeta înkar û îmhayê ne. Nobeta edaletê ya ku îro dayikên me didomînin, parçeyek ji têkoşîna mezin a ji bo azadiya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Di sedsala 21’an de gelê Kurd wê azadiya xwe bi dest bixe, azadiya Rêberê xwe bi dest bixe û bi çareseriya demokratîk jiyana xwe ji nû ve ava bike.”

AMED

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) li Amedê di roja 103’yan de didome. Beşdarên çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Rêzan berdilkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan. Xizmên girtiyan xwestin dengê girtiyên li girtîgehan bê bihîstin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin. Çalakiya nobetê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ÊLIH

Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hatibû destpêkirin, li avahiya DBP’ê di roja 45’an de dewam kir. Nobeta ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê yên Êlihê Zeynep Oduncu, Mehmet Ruştu Tiryakî, Namzeta Hevşaredariya Êlihê ya DEM’ê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê ve hat ziyaretkirin. Di çalakiya nobetê de bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stran û dirûşmeyan bi dawî bû.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re (EGE-TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatiye destpêkirin di roja 41’an de ye. Di çalakiya nobetê ya li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Bûcayê de, xizmên girtiyan timî dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakiya nobetê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa li Amedê didome
Nûçeya Pişt re KONGRA GEL: Newroza ji Rêber Apo re azadî pîroz be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê paşve gav avêt: Pênaseya ‘Ereb’ hate rakirin

Piştî bertekên tund ên Kurdan û Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê pênaseya "Erebê Sûrî"…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amûdê bi hezaran kes ji bo mafê ziman meşiyan

Li Amûdê bi hezaran kes ji bo naskirina mafê çandî û zimanî yê gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevgirtina Rewşenbîran: Divê statuya Zanîngeha Rojava bê parastin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?