Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên Kantona Firatê ji ANF’ê re axivîn û destnîşan kirin ku tenê bi fikrê Rêber Apo wê aloziya heyî çareser bibe.
Şêniyê bi navê Birîndar Elî anî ziman ku ji dîrokê û vir ve komkujî, ferman û talan li ser Kurdan hatiye kirin û ev yek şermezar kir. Elî got, “Di dîrokê de timî êrîşî Kurdan kirine da ku wan tune bikin. Lê belê bi derketina Rêbertî re me ji nû ve riya xwe, dîroka xwe û heta nasnameya xwe nas kir.”
‘ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN BI FIKRÊ RÊBER APO ÇARESER DIBE’
Birîndar Elî ragihand ku çareseriya tevahî aloziyên li Rojhlata Navîn, bi fikrê Rêber Apo dibe û wiha dewam kir: “Em şopdarê Rêberê xwe û xeta şehîdên xwe ne. Rêberê me jî gotiye em bi diyalogê tevahî pirsgirêkên xwe çareser dikin, em ne aşiqê mirinê ne, lê faşîzma dewleta Tirk dixwaze me tune bike. Lê belê em ê faşîzmê têk bibin û bi ser bikevin.”
‘EM Ê BI ROJ Û ŞEV LI QADAN BIN’
Jina bi navê Cîhan Bozan jî diyar kir ku ew ê heta dawiyê bi hêza xwe re bin û got, “Em berxwedaniyê dikin, em bi fikrê Rêber Apo li ber xwe didin. Em ê bi her awayî li ser piyan bin, roj û şev em ê li qadan bin. Çareseriya tevahî pirsgirêkan li Îmraliyê ye. Fikir û gotina Rêber Apo çi be, em ê li gorî tevbigerin. Em ê bi xeta netewa demokratîk bi ser bikevin. Em bi hemû netewên xwe, Asûr, Ermen, Suryan, Ereb, Kurd û Çerkes ji bo parastina axa xwe seferber in, em bi hêza xwe bawer in û hêza me jî bi ser dikeve.”