- Pirsa çima wisa ye û çawa dikarin derbas bibin, dibe ku herî zede di van rojên cejnê de ji hev bê pirsîn. Bi hêviya ku cejn bi rastî jî weke cejn be, cejn pîroz be.
Cejn şahiya ruhê mirov ê parvekirinê ye. Daneheva kedê, her wiha dîdara kêfxweşiya danehevê ye. Ji komika piçûk heta roja me ya îro ku bi milyonan, milyaran kes bi bîr û baweriyên cuda, ji bo parvekirin, hestkirin, veguhestin û berdewamiya hest û nirxên xwe yên pîroz bi navê cejnên curbecur tên ba hev. Ev kêfxweşî û şahî, di serpêhatiya mirovahiyê de xwedî dîrokeke kur û qedîm e. Li bêndera çandiniyê, daneheva keda salê, misogerkirina berdewamiya mirovahiyê, serkeftina civakbûnê û bihêzkirina wateyê weke şahiya pîrozkirinê di nava civakan de pêş ket. Şahî wate li xwe barkir û di heman demê de wate jî bi xwe re kevneşopî, rêûresma vê şahiyê bi rêk û pêk kir. Wateya van şahiyan jiyan bû, ji bo demeke din parastina jiyanê bû. Bi hemû endamên xwe yên civakê serxistina jiyanê hêjayî pîrozkirinê bû. Bi awayê herî adilane parvekirina danehevê bû jî di heman demê de. Spasdarî û rêza herî bi nirx a ji bo xwezayê bû.
Li gorî vê her civakek bi rengê taybetmendiyên xwe yên ku tê de jiyan dike, reng û dengê didara cejna xwe da çêkirinê. Parvekirina li gorî bereketa heyî destûra bingehîn ya vê yekê bû. Dexl û dan, nêçîrî, masîvanî bi xwe re teşe didan civakan û civakan jî li gorî van cejnên xwe, wate li xwe bar dikirin. Ev diyardeya qedîm, di serpêhatiya mirovahiyê de bi guhertin û veguhertinan, zêdekirin û kêmkirina wateya li xwe barkiriye heta roja me ya îro hat. Rengê xwe guhert lê berdewamiya xwe ji dest neda. Ev yek di gelek cejn û merasîmên netewî, olî û çandî de xwe nişan dide.
Îro jî li gorî ola Îslamê cejne. Ev cejn li ser esasê ol û baweriyê ye. Wateya xwe ji baweriyê digre. Lê rîşeyên xwe ji wê wateya herî kevnar a mirovahiyê digre. Di hest û baweriyê de ji milyar zêdetir kesên li ser rûyê erdê tîne ba hev. Bi rastî li tevahî dinê, li derdora hest û hizrekê danehava ewqas mirovan heqîqeta baweriyê lê di heman demê de bihêzbûna heqîqeta hîmên avakarê civakê jî nişan dide. Ev cejne ku bi qasî mehekê mirov bedena xwe jê re amade kir, ev cejne ku mirov bi hemû rêûresmên xwe, xwe nêzî xwedayê xwe kir, selametê ji xwe û ji cîhanê re kir, ev cejne ku divê yên ji hev xeyîdî bên cem hev û li hev biborin, ev cejne ku divê ne hilweşandin lê avakarî bê hilbijardin. Ji ber ku cejna ola Îslamê ye ku wateya navê wê bi xwe Aşitî ye.
Lê mixabin di nav van kêliyên cejna ola aşitiyê de jî, herî zêde li ser erdnîgariya ku ola Îslamê pêk hatiye şer, qirkirin, kuştin û talan xwe nîşan dide. Rojane bi kuştin û şerên dijwar re rûbirû dimînin. Weke çerxeke ku nikare bê şikandin di nav kuştin û qirkirinê de tên û diçin. Pirsa çima wisa ye û çawa dikarin derbas bibin, dibe ku herî zede di van rojên cejnê de ji hev bê pirsîn. Bi hêviya ku cejn bi rastî jî weke cejn be, cejn pîroz be.