Şemî, 17 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yagmûr Yûrtsever: Bila dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em hîn xurttir xwedî li afirênerên têkoşînê, şehîdên xwe derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê Şirîn Elemhûlî û Hozan Mizgîn hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin: Dema têkoşîn û serkeftinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Cemîl Bayik: Em manîfestoya duyemîn pêş dixin
Rojane

Cemîl Bayik: Em manîfestoya duyemîn pêş dixin

Cemîl Bayik got, “Tevgera Apoyî her tim mîna avê diherike” û ragihand ku ew li ser esasê çareseriya pirsgirêkên azadî û demokrasiyê yên gelen Rojhilata Navîn û mirovahiyê, ‘manifestoya duyemîn’ pêş dixin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Gulan 2025 Dema xwendinê: 27 dq.
Parvekirin

PKK’ê di 5-7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist. Di kongreyê de biryar hate dayîn ku çêkera rêxistinî ya Partiyê were fesixkirin û dawî li têkoşîna çekdarî were. Ji delegeyên kongreye Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, Endama Dîwana Kongreyê Xalîde Engîzek û Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Ozgur Şerker ji Stêrk TV re nirxandin kirin.

Kongreya 12’emîn a ku we di 5-7’ê Gulanê de lidar xistî bi rastî jî deng veda. Em dixwazin bi Partiya Karkerên Kurdistanê re destpê bikin. Ji ber ku dîrokekî ye 52 sal. Hûn di kongreya yekemîn de jî amade bûn heta niha. Rêberê Gelê Kurd dema ku behsa Partiya Karkerên Kurdistan dike, dibêje ku me welatparêziya welatekî ku kesê cesaret nedikir navê wê hilde ser zimanê xwe girt ser milê xwe. Hûn di kongreya yekemîn de amade bûn, her wiha hûn di kongreya 12’emîn de jî amade bûn. Em dixwazin vê pêvajoyê ji ve pirs bikin. Ji wê rojê heta vê rojê çawa hat, şert û mercek ya Kurdistanê çawa hebû? Biryarên ku îro hatin girtin her kes mereq dike, em dixwazin ji we guhdar bikin.

Cemîl Bayik: Di destpêkê de ez kongreya 12’emîn a PKK’ê li hemû gelê Kurdistanê, gelê Rojhilata Navîn, li mirovahiyê, li Rêber Apo pîroz dikim. Kongreya 12’emîn me di heyva şehîdan de pêk anî, di dîrokê tevgera me de rast e dibe ku di hemû heyvan de şehîd hebe lê şehîdên Gulanê cihek xwe yê taybet heye. Di kesayeta hevalê Fûat û hevalê Riza de hemû şehîdên Gulanê û şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim û hurmet û minetdariya xwe diyar dikim. Eger ku Kongreya 12’emîn bi serkeftî çêbû, ev li ser kedek mezin, têkoşînek mezin, berdêlên mezin û êşên mezin çêbû. Di serî de Rêber Apo kedekî pir mezin pêş xist. Li ser vê kedê ev kongre hat çêkirin. Li ser keda şehîdan, li ser kedê gelê me, dostên me û bi taybet jî şehîd Sirri Sureyya Onder kedek mezin pêş xist. Encamê vê ev kongre çêbû û bi serkeftî pêk hat, bi serkeftî biryar wergirt.

Wextê ku PKK’ê hat damezrandin rewşekî zêde ne baş hebû. Li Tirkiye tevgerê sosyalîst ê demokratîk darbekî mezin xwaribû. Dîsa di tevgerê Kurd de çiqas Kurdan raperîn çêkiribin, têkoşîn kiribin jî bi qetliaman, bi koçberiyê, bi girtinê temam bûn. Yanî wexta ku Rêber Apo mudaxeleyê dîrokê kir, ew mudaxile mudaxaleyekî dîrokî bû. Wisa di şertê ne baş, derfetê ku mirov bêje nebûyîn de, şertên zor û zehmet de ew mudaxile pêş xist. Eger ku mudaxileyên Rêber Apo ne bûna, bi navê Kurd û Kurdistan dibe ku îro kesek tîştek ne nediaxîvî û ne jî jiyan dikir. Ev heqîqetekî ye. Derketina Rêber Apo, mudaxileyê Rêber Apo ne wisa derketin û mudaxilyekî normal e. Ne di şertên asayî de, di nav derfeta de ev mudaxile çêbû. Rêber Apo jî dibêje wexta ku me ew mudaxile pêş xist, bi navê Kurd û Kurdistan tîştek li holê nebû. Yanî ne kesekî welatê Kurdistan dianî ser ziman, ne jî welatparêziyek li Kurdistan kes dianî ziman.

Rêber Apo bi mudaxaleya xwe Kurdistanê jî welatparêziya Kurdistanê jî rakir ser piya, xist dîrokê, zindîbûnekî mezin çêkir. Yanî ji bo vê gelê Kurd jî, gelê Rojhilata Navîn jî, mirovahî lazim e vê heqîqetê baş bibîne. Rêber Apo hê di destpêkê de heta Partî hat avakirin, gelek têkoşîn pêş xist, di aliyê îdeolojîk de, di aliyê felsefeyê de têkoşînekî pir dijwar pêş xist. Di ser wê têkoşînê de em gihiştin Partîbûnê. Li Enqereyê komekî biçûk bû komekî îdeolojîk, pişte ew kom bû komekî siyasî, li ser wê esasê bû tevgerekî ciwanan. Li ser van pêngavan, li ser gelek civînan, pêngava Partîbûnê hat pêşxistin. Damezrandina PKK’ê di dîroka gelê Kurdistanê de xwedî cîhek taybet. Ji ber ku ew dîroka ku ber bi tunebûne ve diçû zivirand. Kurdan êdî bi xwe dîrok nivîsand. Ji ber ku heta wê wextê dîroka ku dihat nivîsandin ne ji bo Kurdan bû, Kurd têde nebûn. Înkar û îmhaya Kurdan hebû. Bi damezrandina PKK’ê Kurdan destpêkirin ku bi xwe dîrokê ava bikin. Bi navê Kurd û Kurdistan tu tevger nemabûn hatibûn tasfiyekirin, bi qetliaman, bi koçberiyan, bi asimilasyonan, dîsa tevgerê sosyalîs ê demokratîk jî li Tirkiyeyê hatibû tasfiyekirin. Yanî di şert û mercên zehmet de bi berdêl û êşên mezin ew pêngavane hemû hatin pêşxistin, wisa bi rêhet pêş neketin. Wextê ku ev tevger hê gava destpêkê avêtin, gelek kes li dijî vê tevgerê sekînin. Xwestin pêşî li vê tevgerê bigrin. Digotin ku ev fikir, ev felsefe, têkoşîna vê fikrê lazim e nekeve Kurdistanê, van ji bo Kurdan tîştek nadin qezenckirin, vaye heta bi navê Kurd û Kurdistanê tîştek li holê mabe jî wê jî ji holê radike. Wisa astengiyê çêdikirin. Lê Rêber Apo li dijî van astengiyan hemû sekinî. Di encama wê de ev tevger pêş ket, gav avêt û xwe gihand partîbûnê. Rêber Apo di jiyana xwe de têkoşîna ku pêş xist, ji bo Kurdekî ku di her şertekî de ji bo azadî û demorkasiyê têkoşîn bike, avakirin ji bo xwe esas wergirt. Li Kurdistanê jiyaneke azad ji bo xwe esas wergirt. Got eger ku jiyan hebe wê azad be, jiyanê ku heyî ne jiyaneke ku Kurd lê jiyan bikin e, mirov nikare ji vê re bibêje jiyan. Ji bo vê bi navê Kurdistanê bi navê gelê Kurdistan jiyan çi ye mirin çi ye derxist holê û li her kesî da fêmkirin. Li Kurdistanê têkoşînekî çawa lazim e pêş bikeve, felsefeyekî çawa, îdeolijiyekî çawa, siyasetek çawa, rêxistinekî çawa, rêbertiyekî çawa, milîtanekî çawa, welatparêziyekî çawa lazim e pêş bikeve ku Kurd ji mirinê derkevin û bikaribin li ser piyan bisekine û ji bo xwe jiyan bike û têkoşîn bike.

Rêber Apo ji ber vê yekê mudaxileyeke piralî û dîrokî pêş xist. Ji ber ku li Kurdistanê bi navê Kurd û Kurdistan êdî tîştekî nemabû, lazim e tu her tiştî ji nû ve ava bikî, li holê gelek nîne, li holê Kurdisan nîne wekî cenazeyekî li holê ye. Tu çawa bikî ku vê cenazeyê rakî, zindî bikî, ji mirinê çawa jiyanê ava bikî? Tiştê ku Rêber Apo bi PKK’ê re pêş xistî, li ser vê esasî ye. Yanî li cîhanê gelek miletên bindest hene, dagirkeran welat bi dest xwe xistine, siyaseta xwe meşandine lê tu caran tiştê ku li Kurdistanê hatiye pêşxistin jiyan nebûye. Yanî Kurdistan cuda ye. Bi temamî îmha heye. Gelekî wiha zindîkirin, ji bo azadiya xwe di her şertekî de ku bikaribin têkoşînê bikin derxistin û pêş xistin ne wisa rêhet e. Wekî ku min got bi berdêlên mezin, bi êşên mezin, bi têkoşînên mezin çêbûn. Wextê ku kongre yekemîn hate pêşxistin, vêya heyecanekî mezin çêkir, hem di min de hem jî di hevalên ku tevlî kongreyê bûyîn de çêkir, hem jî hevalên ku di nav kar de bûn tesîrekî mezin çêkir. Wextê ku kongre çêbû û kongre hat îlankirin, li cîhanê jî kesek hesab nedikir ku bi navê Kurd û Kurdistan tevgerekî wiha derbikeve. Mirov dikare bibêje ku her kesek şok bû dewleta Tirk jî şok bû, cîhan jî şok bû. Li Kurdistanê di nav gel û hevalan de jî coş û moralekî mezin hat jiyankirin. Dibe ku gavê ku Rêber Apo di kongreya yekemîn de avêt, her keskî tam bi kûrahî fêm nekir, lê wisa jî be ji bo ku bi navê Kurdistan bi navê gelê Kurdisatan têkoşînek azadî û demokrasiyê hatibe rêxistinkirin û hatibe îlankirin ev ji bo her kesekî bû coş û moralek mezin. Min bi xwe jî ew coş, moral û heyecanê jiyan kir. Çima? Ji ber ku heta wê wextî bi navê Kurd û Kurdistan çi rêxistinkirin û têkoşînek nebû, civakê rêxistinkirî nebû, nasnameyek nebû, yekemîn car gelê Kurd digihişt dîrokekî, digişt rêxistinekî, rêbertiyekî, nasnameyekî, têkoşînekî. Ji bo vê girîng e. Heya wê deme ti kesê nedizanî, jiyan çiye, mirin çiye. Her kesê êdî qedera ku dagirkeran ji bo Kurdan nivîsandî qebûl kiribû. Rêber Apo jî ev yek berevajî veguherand. Lewma ew mudaxile, mudaxileyekî dîrokî ye.

Rêber Apo bi vî rengî destpê kir û heya roja me gelek têkoşîn, pêş xistin. PKK şoreş di nava şoreşê de pêşxistin e. Armanca Rêber Apo, jiyan û civakek azad bû. Ji bo vê jî hemû temenê xwe feda kir. Ji vê encam jî girt. Rêber Apo got, Kurd hene û dê hebin. Dema hebûna gele Kurd îspat kir û Kurd rakirin ser piya, Rêber Apo got, “me vejîn pêk anî; divê em vê bi azadiyê temam bikin.” Ev yek di sala 1993’yan de got. Êdî dixwest pirsgirêka Kurdistanê bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Lê bele dewleta Tirk ji ber ku xwedî zihniyeta înkar û îmhayê ye, pêngava hatî destpêkirin sabote kir. Pêşketina wê pêngavê, nehişt ku pirsgirêk bi rêyên siyasî û demokratîk bê çareserkirin. Lê belê Rêber Apo ji bo vê israr kir û di sala 1995’an de pêngaveke hîn mezintir pêş xist. Ji bo pêşxistina armanca xwe ya demokrasi û azadiyê û pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareserkirin, di Kongreya 5’an de guhertin danî pêşiya Tevgerê. Pêngava ku di 1993’yan de pêş xistî, xwest hîn zêdetir pêş bixe.

Armanca Rêber Apo pêşxistina jiyanek azad bû, vê yekê jî encex bi azadiya jinê dikarî pêş bixe. Lewma teoriya azadiya jinê, îdeolojiya wê pêş xistibû. Di kongreya 5’an de rêxistinbûna wê pêş xist. Guhertineke li ser vî esasî bû. Piştre xwest pêngavên di 1998, 1993-95’an de dayî destpê kirin, temam bike. Lê belê bi Komploya Navneteweyî bersiva vê yekê dan. Nehêlan Rêber Apo vê pêngavê pêş bixe.

Rêber Apo li Îmraliyê di nava şert û mercên zehmet de, şoreşa îdeolojîk pêş xist. Di warê îdeolojîk de şoreşek nû pêş xist, di nava tevgerê de guhertinên esas pêş xist. Xwest pirsgirêkê li ser vê esasê, bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Lê belê ji ber ku di zihniyeta dewleta Tirk de înkar û îmha heye, siyaseta ‘çok tewandinê’ pêş xist. Tevî van hemûyan, Rêber Apo pêngava ku di sala 1993’yan de esas girtî, da domandin û di vê yekê de israr kir. Dewleta Tirk bi siyaseta xwe nedikarî encam werbigire. Dixwest tevgerê bi temamî ji holê rake, lê bele gele me, gerîla û dostên me têkoşîn meşand, berdêlên mezin dan, şehîdên mezin dan, êşên mezin kişandin lê nehiştin siyaseta qirkirinê bi ser bikeve, ew siyaset pûç kirin. Ji xeynî vê li Rojhiîlata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêş ket, di vî şerî de hin encam derketin holê. Dewleta Tirk dît ku nikare bi siyaseta ‘çok tewandinê’ encam bigire, dît ku hingî israr dike pirsgirêkên Tirkiyeyê kûrtir dibin, ji bo Tirkiyeyê xeterî pêş dikevin. Şerê li Rojhilata navîn jî guhertinên esas afirand, wê demê siyaseta ku meşandine ji bo dewleta Tirk xeteriyên mezin afirandin, lewma gotin divê em di siyaseta xwe de guhertinê çêbikin. Bi vî rengî em hatin Kongreya 12’an.

35 salin hûn di vê meşê de cih digirin. Meşeke mezin e, temenek e. PKK’ê di Kongreya 12’an de biryarên nû da. Biryar da ku di rêbazên têkoşînê de guhertinan bike. Hûn jî di kongreyê amade bûn, hûn di dîwanê de bûn. Bê guman vê rewşê, di gel, hevrê û civakê de hestiyarî çêkir. Di heman deme de hin pirs hene ku divê bersiva wan were dayîn. Hûn ji vir û şûnde çawa dinirxînin? We ev yek weke pêvajoyeke têkoşînê, destpkek nû nirxand. Di kongreye de herî zêde mijara guhertin-veguherînê derket pêş. Têkoşîna ji vir û şûnde hûn çawa dinirxînin?

Xalîde Engîzek: Ez jî destpêkê heval Fuat û Riza bi rêzdarî bi bîr tînim. Di şexsê her du hevalan de şehîdên Meha Gulanê bi minet bi bîr tînim û li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ez Rêber Apo silav dikim ku ji bo lidarxistina kongreyê xwedî kedeke mezin e. Di heman deme de Sirri Sureyya Onder di vê rêyê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû. Ez wî jî bi rêzdarî bi bîr tînim.

Di pêvajoyeke wiha de ku Şerê Cîhanê yê 3’yan tê meşandin de, lidarxistina Kongreya 12’an xwedî wateyeke mezin e. Me bi pêşdîtinên Rêber Apo û rastnirxandina wî ya pêvajoyê, kongreya xwe ya 12’an pêk anî. Ji bo vê jî car din Rêber Apo silav dikim, kongre li Rêber Apo û gelê me pîroz be.

Weke tê zanîn di sala 2000’an de PKK’ê xwe fesix kir û jinûve ava kir. Ez tevlî kongreya PKK’ê ya 11’an jî bûm. Kongreya 11’an a PKK’ê ji destpêkê heya dawiyê guhertine. Navê wê partî ye, lê bernameya partiyê naveroka Parêznameya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo ye. PKK’ê li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li Rojava guhertin-veguhertineke mezin pêk anî. Ev yek giranî li ser zihniyete bû, li ser ji xwe bawerbûnê bû. Şoreşa Rojava li ser vê bingehê pêk hat. Eger li Rojava şoreş pêk hatibe, navê xwe li hemû cîhanê dabe bihîstin, her kes xwedî li Rojava derketibe, ev bi saya têkoşîna PKK’ê çêbû. Bi keda Rêber Apo çêbû. PKK’ê li ser van nirxan, Kongreya xwe ya 12’an pêk anî. Bi belgeyên Rêber Apo tevlîbûna kongreyê çêbû. Di çavê hevalên beşdarî kongreye bûyî de hêvî, moral û motivasyon hebû. Êş hebû ku êdî wê bi navê PKK’ê xebat neyên meşandin, lê wê li ser mîrateya ku PKK’ê ji me re hiştî guhertin-veguhertin pêk were.

Îro PKK wê di avakirina civaka demokratîk, jiyana komunal û sosyalîzmê de hebûna xwe bidomîne. Lewma PKK’ê weke partî xwe fesix kir û bi saziya nû pêşî li avakirina rêxistinan vekir. Paradigmaya dewleta Kurdistana demokratîk jî guhert. PKK’ê aliyê xwe yê dewletparêz fesix kir. Derbasî dema sosyalîzma demokratîk dibe. Hinek dibêjin, ‘Êdî hinceta dewleta Tirk nema’. Ma PKK asteng bû. Lê bele têkoşîna PKK’ê ji roja ewilî ve rewa bû. PKK rêxistineke civakî û mirovahiyê ye.

Rêber Apo dibêje, ‘me ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. PKK weke komeke ciwanan derket holê. Hîna bi rengekî ciwan dewam dike. Di vê pêvajoya guhertin-veguhertinê de, di stratejiya deme nû de rol û misyona ciwanan çiye? Wezîfe û berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê ciwanan. Rêbazên wê yên têkoşînê wê çawa bin.

Ozgur Şerker: Ez jî destpêkê di şexsê heval Fuat û Riza de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi hurmeteke mezin bi bîr tînim. Gelek caran tê pirskirin, gelo di PKK’ê de wateya ciwantiyê çiye, ciwan di PKK’ê de çi îfade dikin, beşekî wê ye, qenalekî wê ye yan jî li kuderê destpê dike, li kuderê dewam dike? Ez dixwazim vê diyar bikim. Yek ji nuqteyên herî girîng a qonax û pêvajoya ku em têde derbas dibin, ev e. PKK ji destpêkê heya dawiyê ciwanan îfade dike. PKK ciwan destpê kir; ev ji bo tevahiya têkoşîna şoreşê bû helbestek.

Di cîhanê de mirovê herî ciwan Rêber Apo ye. Eger îro ev têkoşîn bi vê hêz û ruhê ciwanan dewam dike, çavkaniya vê yekê Rêber apo ye. Ev ji bo hemû hevalên me yên têkoşînê jî derbasdar e. Ji bo ku li Îmraliyê dojehê bi Rêbertî bidin jiyankirin, gelek zext pêk anîn, lê tevî vê yekê jî Rêbertî sekna xwe ya ciwan parast, şoreş ciwan kir û bi vî rengî xwest nûbûnekê pêk bîne. Xwest di civakê de azadiyê pêş bixe. 52 sal in Rêber Apo mîna maratonekê ev meş da destpêkirin.

Di encama têkoşîna 52 salan de, ev civak hat wê qonaxê ku di şexsê civaka Kurd de hemû civakên bindest azadiya xwe bi dest bixin. Gelek kes dibêjin ev tê çi wateyê, çawa wiha çêbû, çima wiha çêbû, hestên we çi ne? Em serbilind in. Çima em serblind in? Ji ber ku em bawer dikin ku civakek wê di şexsê Kurd û Kurdistanê de li ser bingehê sosyalîzma demokratîk azad bibe. Em jî weke endamên vê têkoşînê, weke fedayiyên Rêber Apo ji bo pêşketina vê wê hewl bidin. PKK destaneke welê ye ku wê her tim ciwantiya xwe biparêze.

TEVGERA APOYÎ HER TIM MÎNA AVÊ DIHERIKE

We diyar kir ku li Rojhilata Navîn geşedanên nû diqewimin, plana ‘Çok tewandinê’ li dijî gele Kurd ketiye dewrê. We got, ev plan bi ser neket, berxwedana gel, berxwedana gerîla, berxwedana dostan ji vê re bûn asteng û piştî geşedanên li Rojhilata Navîn dewleta Tirk neçar ma ku siyaseta xwe biguhere.  Piştî banga 27’ê Sibatê kongre pêk hat. Hûn vê qonaxê çawa dinirxînin?

Cemîl Bayik: Kêliya destpêkê ya ku min Rêber Apo fêm kirî, çawa li cem min guhertinek destpê kir, min moral û coşek mezin jiyan kir, li ser wê jî dema kongreya ewilî pêk hat çawa ew moral û kelecana min mezin bûyî be, di Kongreya 12’an de jî moral, bawerî, coş û xwesteka min a têkoşînê zêde bû. Sedemên vê yekê hene, ji ber ku Tevgera Apoyî her tim diherike, mîna avê ye. Di destpêkê de dibe bi komeke pir biçûk destpê kir, lê piştre ew kom mezin bû, bû tevgereke ciwanan, piştre bû partiyek. Manîfestoya destpêkê; pirsgirêka Kurd wê çawa derkeve holê, wê çawa her kes fêm bike, wê çawa li ser vê esasê pirsgirêka Kurd were rojevê û çareserî pêş bikeve. Vê yekê moral û kelecanek mezin afirand. Li ser vê bingehê têkoşînek hate pêşxistin. Gelek ji mirinê vegeriya, zindî bû û rabû ser piyan. Kongreya 12’an ev pêngav gihand qonaxeke hîn mezintir.

Tevgera ku bi komeke biçûk destpê kirî, niha belavî cîhanê bûye, bûye tevgereke gerdûnî. Tenê pirsgirêka Kurd esas nagire, pirsgirêkên azadî û demokrasiye yên mirovahiyê jî esas digire. Kelecan û coşa min ji ber vê yekê ye. Her kes îro Tevgera ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin, gelê Kurd û jinên Kurd mînak digire; dixwaze pirsgirêkên xwe li ser heqîqeta Rêber Apo çareser bike. Tişa ku di me de coş û moralê çêdike, ev e.

Di destpêkê de me bi manifestoya me ya ewilî nasnameya Kurd, gelê Kurd û civaka Kurd ava bû. Civakeke evîndarê azadiyê, ava bû. Civakeke evîndarê azadiyê ava bû. Gelekî ku di şer şert û mercî de ji bo azadiyê têbikoşe, ava bû. Li ser vî bingehî niha em paradîgameyek nû, manîfestoya duyemîn pêş dixin. Ev paradîgma û manîfesto ne tenê pirsgirêka Kurd, dixwaze pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê çareser bike. Rêber Apo êdî tenê ji gelê Kurd pêşengiyê nake, ji bo hemû gelan û mirovahiyê pêşengiyê dike. Gelê Kurd, jinên Kurd ji bo hemû gelan dibin mînak. Li ser vî bingehî, pêngav tê pêşxistin. Ev jî kelecan û moraleke mezin dide me. Rastiya Tevgera Apoyî çiye? Timî di nava xwe de şoreş kirine. Timî nûbûn pêşxistin e. Lewma ji çarçoveya Kurdistanê derdikeve, di çarçoveyeke gerdûnî de dijî. Ji bo vê her kes tevgerê mînak digire, esas digire. Mîna min gotî, Tevgera Apoyî bi komeke biçûk destpê kir û îro gihişt qonaxeke gerdûnî.

ÇEKA GUHERTINÊ JIN E

Rêber Apo bi perspektîfên ji kongreyê re şandî, di rastiyê de giranî da ser beşa herî girîng, têkoşîna jinê û azadiya jinê. Lewma di pêvajoya têkoşîneke nû de ji we pirs dikim.

Xalîde Engîzek: Rêbertî di parêznameyên xwe yên Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de bi giranî paradîgmaya xwe li ser azadiyê jinê, yanî ekolojîk û azadiya jinê daye rûnişkandin. Dibêje, divê zanista civakî jinûve were pênasekirin. Weke ruhê zanista civakî jî Jineolojî pêşniyar kir. Evane hatin lêkolînkirin. Esas felsefeya Apoyî, paradîgmaya Rêber Apo meselê tenê weke çareserkirina meseleya neteweyî na, helbet meseleya neteweyî girîng e lê belê mesele ne tenê avakirina dewletekê, ne tenê diyarkirina statuyeke teng e. Sosyolojiya azadiyê li ser esasên wê da rûnişkandin. Kûrkirina mesafeya di navbera sosyolojî û îdeolojiyê de…

Ev jî wê bi çi bibe? Felsefeya Rêber Apo, felsefeya jiyana azad e. Jiyana azad bi jin û mêrê azad dikare bê afirandin. Rê û rêbazê vê çiye? Rê û rêbaz siyaseta demokratîk û jiyana komunal e. Jiyana komunal, bi tarzê kolektîf xebitîn û komunal jiyankirin e. Rêbertî hîn bêhtir li ser vê disekine. Berê jî Rêber Apo di nava PKK’ê de rola esas dabû jinê. Rêber Apo di nava PKK’ê de jin bi rengekî xweser rêxistin kir. Çima? Ji ber ku xwest bi jinê sosyolojiya PKK’ê biguhere. Wê tarzê jiyana PKK’ê hatiba guhertin. Rêbertî got, çeka min a guhertinê. Rêbertî Tevgera Jinê di PKK’ê de her tim kir pîvan û çeka guhertin-veguhertinê. Dahûrandinên Rêbertî ji sedî 90 li ser jiyana azad in. Jiyan jî li dora jinê azad dibe.

RÊBER APO PÊŞDÎTINÊN XWE WEKE ÇARÇOVE PÊŞKÊŞÎ KONGREYÊ KIR

Cemîl Bayik: Divê her kes heqîqet û rastiya Rêber Apo baş fêm bike. Rêber Apo tenê ji bo gelê Kurd na, ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê çareseriya pirsgirêkê esas girtiye. Ji bo vê jî gav tên pêşxistin. Rêber Apo hem di xwe de guhertin-veguhertinê çêdike, hem di tevger û hem jî di gel de. Ev heqîqeta Rêber Apo ye, heqîqeta Tevgera Apoyî ye. Rêber Apo hin gav avêtin ku pirsgirêka Kurd çawa vegerîne ser zemînê siyasî û hiqûqî û pirsgirêkê li ser vê bingehê çareser bike. Berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe, ew gav avêtin. Rêber Apo di van gavan de cidî ye. Tevgera me jî Rêber Apo esas digire, li ser vî bingehî gavan diavêje. Li vir Rêber Apo wê çi bike? Eşkere ye; wê pirsgirêkê çawa li ser bingehê siyasî û hiqûqî çareser bike? Li ser vê esasê pêş bixe. Bername, rêxistinbûn û têkoşîna vê çiye? Li ser vî bingehî Rêber Apo niha li ser disekine. Hin pêşdîtinên xwe pêşkêşî kongreyê kir. Hetta got, “Ev çarçoveyeke. Divê hûn di vê çarçoveyê de lêhêrbûnê bikin, ez jî lêhêrbûnê dikim. Pêngavê pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Yagmûr Yûrtsever: Bila dewlet û hikûmet berpirsyarî bigire ser xwe
Nûçeya Pişt re Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şervanan 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyan rûxandin

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Harûn 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Sonmez hat binçavkirin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Mûrat Sonmez li Taxa Ofîsê hat binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Îmamoglû sewqî edliyeyê hat kirin

Ekrem Îmamoglû yê binçavkiriî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Di çarçoveya lêpirsînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Xizmên windayan li 4 bajaran bang kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?