Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, behsa yek ji kadroyên damezrîner a PKK’ê şehîd Alî Haydar Kaytan kir.
We kengî û çawa Alî Haydar Kaytan (Fûat) nas kir?
Ji bo PKK’ê û gelê Kurd me rêberek mezin şehîd da. PKK’ê û gelê Kurd êşek mezin dijî û dê bijî. Eger êşek mirov qels dike an jî ji holê radike, ev yek dê were wateya xiyanet li hevrê Fûat kirine. Êş çiqas mezin bê jiyîn, ev yek divê bibe sedema jiyîn û zindî hiştina hevrê Fûat. Êşa PKK’ê û gelê Kurd eger bi vî rengî be, dikare bi wate be. Ji ber ku hevrê Fûat jî her tim digot ‘divê êş qels nebe û neyê ji bîr kirin.’ Ji ber vê yekê divê îxanet nebe.
Em êşê çiqas mezin bijîn, tolhildan jî dê ewçend mezin bê hilanîn. Em dikarin bi vî rengî armancên xwe li Kurdistanê pêk bînin. Ji ber ku hêrseke mezin a hevrê Fûat li dijî dijmin hebû. Ji ber ku malbata hevrê Fûat komkujiya Dersimê jiya bû û parçeyek ji sirgûnê bû. Bi vê mezin bû û ji ber vê yekê êşek mezin hîs kir. Ji ber ku êşeke ewçend mezin hîs dikir, hêrs û nefreta wî jî ya li hemberî mêtingeriya Tirk û komkujiyê gelekî mezin bû.
‘HEVRÊ FÛAT WÊ HER MEZIN BIJÎ Û EM Ê BIDIN JIYÎN’
Ji ber vê yekê divê em êşê ji bîr nekin. Eger em ji bîr bikin wê demê em ê xiyanetê li wî û gelê wî bikin. Me sozeke dabû şehîdan. Bi vê wesîleyê re ez careke din vê soza xwe dubare dikim: Şehadeta hevrê Fûat hem ji bo me û hem jî ji bo gelê me wê bibe wesîleyê jiyan û zindî hiştinê. Ev yek di şexsê hevrê Fûat de ji bo hemû şehîdên têkoşîna azadiyê deyna me ye.
Di nava her şert û mercî de em ê deyna xwe bidin. Em vê rastiyê ji Rêber Apo hînbûn. Ji ber ku Rêber Apo her şehadetek ji bo têkoşîna azadiyê veguherand qonaxeke mezintir. Eger îro PKK’ê û gelê Kurd gihiştibin astekê û pêşketibin, bingeha xwe ji nêzîkatiya Rêber Apo ya li hember şehîdan digire. Kesê ku bi Rêber Apo re hevrêtî bike, wê sekna Rêber Apo ya ji bo şehîdan ji xwe re esas bigire. Hevrê Fûat jî vê yekê esas girt.
Her tim divê her şehîd bigihêje wateya xwe. Ew çi ne? Di aliyê hişmendî, rêxistinî û têkoşînê de her tim pêngav li ser pêngavê avêtin e. Şehadeta hevrê Fûat jî vê rastiyê li me ferz dike. Li ser vê bingehê dimeşe. Em li ser vê rêya bingehîn dimeşin û hemû hevrêyên me û gelê me wê şehadeta hevrê Fûat bi vê hişmendiyê bidin jiyîn. Êşa windakirina wî wê neyê sivikkirin û neyê ji bîr kirin. Ev êş wê her tim bi kûrahî were hîskirin ku azadî were afirandin û armanc pêk werin.
Hevrê Fûat şehîdekî me yê mezin e. Bi têkoşîn û keda xwe giyana xwe terbiye kir û di kesayetiya xwe de rastiya Rêber Apo da rûnişkandin. Ji bo vê jî ne tenê jiyaneke mezin di heman demê de nirxên vê jiyanê jî jiyaye. Wî ev jiyana mezin ne tenê ji bo xwe, ji bo me, ji bo gelê me, gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê li ser bingeha nirxên azadiyê ava kir. Ji ber vê yekê cihê xwe di dîrokê de girtiye.
‘HER TIŞTÊ KU XIZMETÊ JI JIYANA AZAD RE NAKE LI XWE HERAM KIR’
Ji bo kesên ku dixwazin têkoşîna azadî û demokrasiyê pêş bixin û sosyalîzmê pêş bixin nirxên mezin ava kir. Ji bo vê jî jiyaneke mezin e. Bi vî rengî jiyaneke mezin da hebûnê. Rêber Apo got, ‘Ez jiyaneke ku xizmetê ji jiyana azad re nake qebûl nakim û min li xwe heram kir’. Hevrê Fûat jî ev yek ji xwe re weke prensîb digirt dest. Got, ‘Divê jiyan azad be’. Got, ‘Ez her tiştê ku xizmetê ji jiyana azad re nake, li xwe heram dikim’ û ev yek li xwe heram jî kir.
Tevahiya jiyana xwe fedayê partî, hevrêtî, gelê Kurd, mirovahiyê û xizmeta azadiyê kir. Taybetmendiyên ku xizmetê ji van re neke di şexsê xwe de ji holê rakir, ew ji xwe re heram kir. Ji bo vê jî di nava xwe de kesayetiyek mezin ava kir; Ji ber vê yekê kesayeteke mezin e, rêberekî me û gelê me ye. Me tu carî hevrê Fûat winda nekir; em mezin bi ser ketin. Gelê me û partiya me kesayeteke mezin û rêberek bi dest xist.
Hevrê Fûat min li Enqereyê nas kir. Dema li Enqereyê min zanîngeh dixwend, Rêber Apo ew bi min da naskirin. Me xwest em xaniyekî kirê bikin. Rêber Apo got, ‘Em ê bi hev re bimînin, hevrê Fûat jî wê li cem me bimîne’. Min berê qet hevrê Fûat nedîtibû, min ew nas nedikir. Rêber Apo got, ‘Ew hevalekî ji Dersimê ye, li zanîngeha siyasetê dixwîne’. Digot, ‘hevalekî gelekî baş e, ew ê jî bi me re bimîne, em her sê jî wê bi hev re bimînin’.
Ji ber ku qet min wî nas nedikir, difikirîm ka ‘hevrêyek çawaye’. Dema ku Rêber Apo gotibû ew ji Dersimê ye, pê bandor bibûm. Li Dersimê komkujî dîtibû û li koçberiyê jiyabû. Ji bo vê jî ji ber ku ji Dersimê ye, min meraq dikir ku komkujiya Dersimê çi bandor li ser wî kiriye û xwedî kesayetiyeke çawa bû. Min xwest bi rêya wî re Dersimê û gelê wê nas bikim. Wekî din, min xwest komkujiya ku dewleta Tirk li Dersîmê li gelê me kir, fêhm bikim. Min pir meraq dikir. Dibe ku min nîşan nedaba, lê belê ji ber em ê bi hevrêyekî ya ji Dersimê re bimînin, bandoreke girîng a manewî li min kir.
Rêber Apo dema gotibû ku em ê tevî hevrê Fûat bimînin wisa behsa wî kiribû, ‘Ew li zanîngeha me dixwîne, ez wî nas dikim, hevrêyekî baş e û gelekî dilnizm e’. Min jî got baş e. Piştî ku me xanî kirê kir, ew heval jî hat. Rêber Apo got, ‘hevrêyê ku min behsa wî dikir ev e.’ Û bi vî awayî me hev nas kir. Sala 1973y’an bû. Min hevrê Fûat bi vî awayî nas kir.
Bêguman bi rêya hevrê Fûat û jiyana wî min xwest hem rastiya dijmin, hem jî kesayetiya gelê Dersimê baştir fêm bikim. Yanî ew komkujî encameke çawa bi xwe re anîbû? Ji ber ku ev ji bo min gelekî girîng bû. Min jî rastiya xwe bi Apo re nas kiribû. Min rastiya gelê Kurd û dijminê gelê Kurd nas kiribû. Lê belê ev nasandin ne kûr û pir alî bû. Dîroka ku Rêber Apo behs dikir min xwest bi kesayetiya hevrê Fûat hîn bêhtir nas bikim û bi kûrahî fêm bikim. Ji ber ku ji Dersimê bû. Dersim gelekî tişt jiyabû. Ji bo vê jî min xwest bi kesayeta hevalê xwe Kurdistan, civaka Kurd û dijminê Kurdan fêm bikim û heta xwe baştir fêm bikim.
‘DI NAVA JIYANÊ DE DILNIZM Û XWERÛ BÛ’
Hevrê Fûat di nava jiyanê de pir dilnizm û xwerû bû. Gelekî bi Rêber Apo ve girêdayî bû. Ji ber ku derfetên me tune bûn, ew her tim baldar bû. Li hêlekê me ji malbatên xwe hin tişt dianîn û li hêla din jî di cihên cuda de em dixebitîn û me hewl dida bi vî rengî xwe îdare bikira. Vê yekê jî têra me nedikir. Me jî ji hevalên xwe yên sosyalîst, demokrat ên zanîngehê hinek alîkarî digirt û bi vî rengî me hewl da em îdare bikin.
Ji ber ku em jiyaneke bi vî rengî dijiyan, hevrê Fûat ji bo bikaranîna derfetên di destê me de bi baldarî nêz dibû. Di nava wan bêderfetiyan de jî, ji bo ku Rêber Apo bikaribe bêhtir bixebite, diviya bû ku em hê bêhtir fedekarî bikin. Ji ber ku hemû çarenûsa me û qedera gelê me bi Rêber Apo ve girêdayî bû. Rêber Apo şexsiyetekî mezin bû; felsefe, nêzîkatiya li pirsgirêkan, çareserî û hestên wî gelekî xurt bû. Ji ber vê yekê digot, ji bo Rêber Apo bi awayekî rehet bixebite divê zehmetî nekişîne. Ew digot Rêber Apo çiqas baş bixebite, em ê encamên baştir bi dest bixin.
Em dikarin di nav bêderfetiyan de bijîn, lê divê em nehêlin ev yek bandor li Rêber Apo bike. Digot, ‘Temam derfetên me kêm in û ji bo karê me têr nakin, lê divê em vê yekê esas bigirin’. Lê belê Rêber Apo bi taybetî di mijara derfetên madî de vê nêzîkatiyê qebûl nake; wî tu carî destûr neda ku em bi rengekî taybet nêzî wî bibin. Digot, ‘Derfetên me ji xwe diyar in; Ev çavkanî ji bo me hemûyan in. Ez jî heval im; Divê hûn bi vî rengî nêzî min nebin.’ Vê şaş didît û rexne dikir.
Jiyana me ji xwe jiyaneke komunal bû. Hê di wê demê de Rêber Apo di nava tevgerê de jiyana komunal ava kiribû. Ji ber ku derfetên me yên madî kêm bûn, li ser vê bingehê komun esas girt. Zîhniyet, felsefe û hestên wî ev bû. Ji bo vê jî jiyana komunal pêş dixist. Ji ber ku digot , ‘Li Kurdistanê li ser navê jiyanê jiyan tê qetilkirin’. Digot, “Ji bo gelê Kurd jiyan nîne. Jiyana ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye pêşxistin ji bo tinekirina gelê Kurd e. Ji bo Kurdan jiyaneke ku Kurdan dikuje nabe.”
Rêber Apo digot, ‘Gelê Kurd tevkariyên mezin li dîrokê kir, her tişt xist xizmeta mirovahiyê. Lê belê îro li hemberî gelê Kurd pêngaveke tinekirinê heye û mirin tê ferzkirin. Û ev yek li ser navê jiyanê tê kirin. Ji bo vê jî jiyan wateya xwe winda kiriye. Divê li Kurdistanê careke din jiyan wateya xwe ji nû ve bi dest bixe.’ Her wiha digot, ‘Jiyan çi ye û ji çi re mirov dikare bêje jiyan. Divê baş were fêmkirin.’ Digot, ‘Eger jiyana heyî ne jiyan e, qirkirina jiyanê be, wê demê jiyan her çi be divê were pêşxistin ‘ Ji ber vê yekê Rêber Apo jiyana komunal pêş dixist.
Hevrê Fûat vê jiyanê weke jiyanek rast didît. Dît ku ev jiyan ji bo gelê Kurd xizmet dike, ew ji mirinê rizgar dike, pêş dixe, bedew dike û ew dewlemend dike. Ji bo vê jî hevrê Fûat xwest ku ev jiyan ji bilî wê malê li derve jî pêş bikeve û ji bo vê têkoşiya. Eger milîtaniya PKK’ê li ser bingeha fedaîbûnê pêşketibe, bingeha xwe ji jiyana komunal a ku Rêber Apo hê di wê demê de pêş xistiye digire. Rêber Apo ti carî ji bo xwe tiştek nexwest. Yên ku bi Rêber Apo re hevrêtî kiribin jî li ser vê bingehê pêş ketin.
‘TEVÎ ŞERT Û MERCÊN DIJWAR JÎ ME DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA’
Ez dixwazim li vir mînakekê bidim: Ji ber ku derfetên me yên aborî kêm bûn me nedikarî îdare bikin, me kar digirt. Ez, hevrê Fûad û Rêber Apo carnan jî çend hevalên din bi hev re em dixebitîn da ku em zû wî karî biqedînin da ku em bi karibin pê re xwe bi rê ve bibin. Hem ji bo hewcedariyên mala me û hem jî ji bo dibistanê. Em di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijiyan. Hevalan ti carî gazin nedikirin ku em ê di nava van şert û mercên giran de têkoşîneke çawa ji bo Kurdistanê bimeşînin. Ti carî gazincên bi vî rengî nekirin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo rastiya şoreşa Kurdistanê bi me dabû fêmkirin. Karakterê wê şoreşê zor û zehmetî bû. Hûn dikarin di nava şert û mercên zehmet de ji bo jiyanê têbikoşin. Eger hûn ji vê birevin, ne hûn dikarin li Kurdistanê têkoşînekê bimeşînin, ne jî dikarin ji bo gelê Kurd jiyaneke alternatîf bi pêş bixin. Dibe ku ev êşê biafirîne, lê divê mirov ji êş û zehmetiyê dûr nekeve da ku bersiv ji van re were dayin.
Hê di serî de Rêber Apo ev zîhniyet û kesayet pêş xist. Eger hevrê Fûat kesayet û zîhniyeteke mezin ava kiribe, ji xwe re tiştek nexwestibe û her tiştî ji xizmeta partî, gel û azadiyê re feda bike, encama vê jiyanê ye.
Dewam dike…