Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, nûnerên sazî û dezgehên girêdayî rêveberiya xweser bi merasîmeke bi heybet şervanê QSD`ê Zûhêr (Zûhêr Elî), Mêrxaz ( Mêrxaz Ibrahîm), Mistefa ( Misatefa Hemo) ku di 3`ê Çile li Cirniyê, her wiha şervanên YPJ`ê Sozdar (Zêneb Ebdullqadir), Rojhilat Ereb (Fatme Melek) ku di 2`ê Çileyê de li Bendava Tişrînê şehîd bûn, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê veşartin.
Di merasîmê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir, Şêx Murşid Meşûq El Xiznawî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.
Şêx Murşid diyar kir ku îro rojeke dîrokî ye, ku ew li kelha berxwedanê ne û got: “Em di rojava di qonaxeke dîrokî re derbas dibin. Îro jî roja man û nemanê ye. Yan mayîn û yan jî nemayînê ye. Di vê demê de em sedsalên xwe dinivisînin. Em tu carî xwîna keç û xortên xwe li erdê nahêlin. Em heta dawiyê li derdora tevgera xwe ya siyasî kom bibin, em ê di bin wê sîwanê de jî bi ser bikevin.”
Xiznawî anî ziman ku dijmin dixwaze Kobanê tune bike û got: “Kobanê nakeve û wê nekeve û wê her tim li hember dijmin serî hilde û wê bi ser bikeve. Em soz didin şehîdên xwe ku tu carî xwîna wan li endê nehêlin.”
Ji Rêveberiya Meclisa Jin a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman sersaxî ji malbata her 5 şehîdan re xwest û bejna xwe li hember darbestên şehîdan tewand.
Cewahir Osman anî ziman ku ew şehedeta her 5 şehîdan li Rêber Apo û malbatên şehîdan pîroz dikin û got: “Em ji dijmin re dibêjin ji hêza me ditirsin, ji ber ku em xwedî hêza xwe ne. Van şehîdan jî hêza xwe ji şehîdên beriya xwe girtibûn. Lê em jî soz didin rêya şehîdan ku em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û her tim planên dijmin têk bibin. Em ê tu carî xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin, şopdarên rêya şehîdan bin.”
Piştre wesîqeya şehîdan ji aliyên Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatan hate kirin.
Cenazeyên şehîdan li ber tilîliyên dayikan û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hatin veşartin.