Şervanê QSDˈê Hemze (Eymen Îbrahîm) ku 25ˈê Kanûnê li Zirganê şehîd bûbû û şervanên Hêzên Komandos Xalid (Mihemed Mihsin) û Cesar (Newaf El Qetî) ku 25ˈê Kanûnê li Dêr Hafirê şehîd bûbûn, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdên Şedadê hatin spartina axê. Di merasîmê de şervanê Hêzên Komandos Umer (Xalid El Nasir) jî ku 30ˈê Mijdarê li Şehbayê şehîd bûbû, hat bîranîn.
Merasîm ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê ve hat lidarxistin. Bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl, siyasî û hêzên leşkerî beşdarî merasîmê bûn.
Piştî merasîmê toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Komandosê ve hat lidarxistin.
Ji rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Etiye sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Keda zarokên me berdêla rûmeta vî welatî ye. Divê em hemû li dora QSDˈê kom bibin ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û rûmeta me berdêlên giran didin.”
Ebdulmecîd Etiye şervanên li eniyên berxwedanê silav kirin û peyama piştgiriyê da.
Di dawiyê de wesîqeyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Girseyê cenazeyên şehîd Hemze, Xalid û Cesar bi dirûşmên “Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd” spartin axê.