Gelê katona Firatê ji bo 9 şehîdên QSDˋê yên di êrîşên çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker de navbera 8-11’ê Kanûnê şehîdbên li Şehîdgeha Şehîd Dicle ya Kobanê merasîmeke biheybet li dar xistin.
Di merasîmê de di şexsê Dilyar (Dilyar Beyrem), Behcet (Behcet Omer), Xişman (Xişman Îsmaîl), Dijwar Xizênê (Riyad Bekî) Şervan Kobanê (Feyad Şêxo), Baz Kobanê (Mihemed Ibrahîm), Ayşe (Ayşe Abdulqadir), Îman (Îman El Mûsa) û Xemgîn Firat (Ocalan Mislim) ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivî û got: “Dewleta Tirk bi van êrîş û sûcan kina xwe li hember şervan û gelê me hiltîne. Lê bila baş bizane, dê êrîşên ku pêk tîne bibin destpêka têkçûna dewleta Tirk. Çawa Kobanê bû cihê destpêka têkçûna DAÎŞˋê îro jî Erdogan tirba xwe li vir dikole û wê bibe destpêka têkçûna wê jî. Îroj em Kurd û Ereb û hemû neteweyên din, ji bo welatê xwe di nava têkoşînê de ne. Dewleta Tirk dixwaze car din projeya Osmanî pêk bîne. Lê vaye şervanên me destanên lehengiyê dinivîsînin. Îradeya me ji teknîka wan bi hêztir e.”
Piştre jî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Bekir Ceradê axivî û got:” Şevanên me ji bo parastina rûmetê bênavber têkoşîneke bêhempa raber dikin. Em di dîrokeke dirêj de ji bo mafên xwe têdikoşin.”
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.