Hikumeta Tirk ku polîtîkayên xwe yên desteserkirina şaredariyan li navçeya Miks a Wanê dewam dike, xwe ji kiryareke nû ya ji bo desteserkirina şaredariyan re amade dike. Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman re ne tenê hevşaredar her wiha gel bi xwe tê cezakirin.
Çîftyurek diyar kir ku desthilatdarî guh nade îradeya gel, bi rengekî nehiqûqî qeyûman tayîn dike û bal kişand ser rewşa Hevşaredarê Miksê Ayvan Hazir.
Çîftyurek bi bîr xist ku li hemberî Ayvaz Hazir beriya 9 salan doz hate vekirin, doz hate rawestandin û got, “Çend meh piştî ku hate hilbijartin dosya dozê hate vekirin û di dadgeha destpêkê de ceza hate birîn, ev yek jî ji bo tayînkirina qeyûm weke hincet hate nîşandan. Dosya dozê ya ku 9 salan hate rawestandin te vekir, ceza jî birî, lê belê îstînafa vê heye, pêvajoya dadgeha bilind heye. Bendenemayina vê yekê bi xwe bêhiqûqî ye.”
HEM LI HUNDIR HEM JÎ LI DERVE NAS NAKE
Çîftyurek diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP li hundir û derve îradeya gelê Kurd nas nake û got, “Meheke qala aştî, çareserî, hevkarî û nermbûna di siyasetê de tê kirin. Vê yekê ji gelê Kurd re dibêjin. Bahçelî û Erdogan ên ku vê dibêjin, li hundir û derve dixwazin destketiyên gelê Kurd tine bikin. Qeyûm û polîtîkaya Rojava ji hev cuda nîne. Ev yek konsepteke şer e. Ev helwesteke xitimandî ye û ne tenê Kurd wê bi hemû gelan bide windakirin.”