Gelê bajêr ku li dijî desteserkirina Şaredariya Êlihê roj li pêşiya şaredariyê li ber xwe didin, bi ciwanan re li kolanan li ber xwe didin. Ciwanên ku li taxên Emeklî Tokî, Hîlal, Karşiyaka, Petrolkent, Baglar, Korike, Pazeryerî, Bayindir, Cûdî û Petrolê bi danîna barîkatan rê girtin, bersiv dan êrîşên polîsên Tirk.
Ciwanên ku timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Ciwan fedayiyên Apo ne”, “Qeyûm wê biçin, gel wê bên” û “PKK gel e gel li vir e” berz kirin, li taxan agir pêxistin.
Ciwanan bi bombeyên destçêkirî û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşên polîsan a b gaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk.