Çalakiya nobetê ya xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, zêdeyî du salanin bi biryardariyek xûrt berdewam dike. Çalakî her 5 şevan carekî ji aliyê komekî nu ve tê dewirgirtin û çalakî êdî wekî navendek ya xwe perwerdekirinê lê hatiye.
Komên ku tevlî çalakiyê dibin, li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk, perspektîfên Rêber Apo û sînevîzyonên têkildarî jiyan û têkoşîna Rêbertî perwerde dibînin. Her wiha çalakî ji aliyê gel û xebatkaran ve tên serdankirin û aktîvîteyên cûr be cûr tên li darxistin. Çalakî piştî peyama ku Rêber Apo di 8’ê Tebaxê de ji bo xelkê Wargeha Mexmûrê re şandibû û şûnde derbasî qonaxekî nû bûye û êdî bi coşekî hîn mezintir çalakî tê berdewamkirin.
Li ser vê yekî çalakvanên ciwan yên çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re peyivîn û soza xwe ya bi Rêber Apo re dûbarekirin.
‘EM GAV PAŞVE NEAVÊJIN’
Welat Bilehî di destpêka axaftinên xwe de çalakiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kir û got: “Ev nêzî sê salanin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de. Erk û berpirsyartiyên me wek ciwan hene, divê em ji bo doza xwe têbikoşin û li erkên xwe rabin. Em wek çalakvanên Mexmûrê ti caran ji çalakiya xwe gav di paş de navêjin û emê hertim li pey doza Rêberê xwe bin. Em di çalakiyê de xwe perwerde dikin, taybet jî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dixwînin û xwe pêş dixin.”
‘HÎN JÎ TECRÎD DEWAM DIKE’
Welat Bilehî di dirêjiya axaftinên xwe de behsa Pêvajoya Aştiyê kir û wiha pêde çû: “Rêber Apo pêvajoyek daye destpêkirin, wek tevger gelek gavên mezin hatine avêtin û tişta ku ketî ser milên wan kirine. Lê belê dewlet vê aliyê de bêdenge. Mixabin hîn jî tecrîda li ser Rêbertî berdewame. Em daxwaz dikin ku dewlet zûtirîn dem gavan bavêjin ji bo ku aştiya me çêbibe. Divê Konseya Ewropayê jî li ser biryarên xwe bisekinin û Mafê Hêviyê yê ji bo Rêber Apo divê bê dayîn.”
‘DIVÊ KOMÎSYON BIÇE ÎMRALIYÊ’
Rojîn Ebûzêd jî got, “Ev demek dirêje ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek ya nobetê hatiye destpêkirin. Em wek gel û ciwanên Mexmûrê ji bo Rêberê xwe di çalakiyan de ne û em li ser rêya Rêberê xwe dimeşin. Rêber Apo ji bo me peyamek şandibû, me hêzek mezin ji wê peyamê girtiye. Wê peyamê coşek mezin xiste nav çalakiya me. Em hêvîdarin ku komîsyona hatî çêkirin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin û rojek ji ya din zûtir gavan bavêjin. Ev demeke gav nehatiye avêtin û ev yek xeteriya sekinandina pêvajoyê ye. Em wek gelê Mexmûrê hêvî dikin ku gav zû bên avêtin.”
Rojîn Ebûzêd herî dawî qala biryara Konseya Ewropayê ya têkildarî Mafê Hêviyê ji bo Rêber Apo nirxand û bang li Konseya Ewropayê kir da ku xeztê li Tirkiyê bike ji bo demildest biryarê pêkbînin.
‘EM JI BO RÊBERÊ XWE AMADE NE’
Serhat Yûsûf jî bi vî rengî axivî: “Em wek gel û taybet jî wek ciwanên Mexmûrê nêzî 3 salanin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiya nobetê de ne. Çalakiya me têr û tejî derbas dibe. Wek ciwanên Mexmûrê di vvê pêvajoyê de çi bikeve ser milên me em amadene pêkbînin. Ji ber ku Rêbertiya me, xeta me ya sore! Em wek ciwan ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî em di çalakiyan de ne û emê hîn zêdetir jî van çalakiyan zêde bikin. Çi bikeve ser milên me em amadene ji bo Rêbertiya xwe.”
‘KEVOKA AŞTIYÊ BI BASKEKÎ NAFIRE’
Serhat Yûsûf di dewama axaftinên xwe de bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo dayî destpêkirin û ev tişt bilêv kirin: “Wek tê zanîn Rêbertiya me pêvajoyek ya aştiyê daye destpêkirin. Em ji Rêbertiya xwe bawerin ku wê aştiyê ji bo tevahî cîhanê bîne. Em jî wek gelê Mexmûrê di vê pêvajoyê de bi xwe perwerdekirina Manîfestoya Rêber Apo re soza xwe dûbare kir. Me bi perwerdeyan da diyarkirin ku em wek ciwanên Mexmûrê çiqas bi Rêbertiya xwe ve girêdayîne. Lê belê em dibînin ku dewlet di vê mijarê de ti gav ne avêtine. Ev yek nayê qebulkirin. Divê demildest dewleta Tirk gavan bavêje, ger ne avêje bila baş bizane kevoka aştiyê bi yek baskî nafire.”