În, 28 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê di 1’e İlonê de li Amedê meş were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê taziyeya şehîdan: Malbatan banga ‘em xwedî li pêvajoyê derkevin’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Em di dilê deriyê derbasbûna bêpevçûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê di roja sêyemîn a taziyeyê de ji bo şehîdan mewlûd hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdên azadiyê meşa bi meşaleyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kevirên Deraseyê de êş û berxwedana veşartî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Îlhan: Têkoşîna ku bi berdêlên giran tê meşandin hîn bi encam nebûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê bi sedan kes serdana sersaxiya şehîd Şiyar Jîrkî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Cîzra Botanê bi serdana girseyî berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Daxuyaniyên Barrack hatin redkirin
Rojava

Daxuyaniyên Barrack hatin redkirin

35 partî û hêzên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyên nûnerê serokê Emerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack red kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

35 partî û hêzên siyasî yên li bajar û deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak in, bi daxuyaniyekê daxuyaniyên dawîn ên nûnerê serokê Emerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack red kirin.

Hêzên siyasî fikarên xwe li hember daxuyaniyên dawîn ên nûnerê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack nîşan dan û ev tişt anî ziman: “Daxuyaniyên Barrack li dijî rola wî weke navbeynkarê nêzîkirina nêrînan e û li dijî rola erênî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku hewl dide ewlehî û îstîqrarê li Sûriyeyê misoger bike, ye.”

Hêz û partiyan ev daxuyanî red kirin û ev tişt diyar kir: “Em dibînin ev daxuyanî me vedigerînin çargoşeya yekemîn ji cewhera krîza Sûriyeyê û sedemên destpêkirina şoreşgera gelê Sûriyeyê ya 2011’an. Di wê demê de gel li dijî rejîma Baas’ê serî hilda, banga azadî û rûmetê, avakirina dewleteke pirrengî û nenavendî kir.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev çend sal e hewl didin modeleke rêveberî ya li ser bingeha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava bikin û hate gotin vê modelê ewlehî û îstîqrar ji milyonan Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî, Tirkmen, Misliman, Xiristiyan û Êzidî re dabîn kir û saziyên sivîl a temsîla vîna gelên herêmê dike û hêzeke leşkerî ya QSD’ê ji bo têkoşîna dijî terorê û parastina nirxên mirovahiyê bike, ava kir û ev hêz bi Koalîsyona Navneteweyî re li dijî terorê têdikoşe.

Di daxuyaniyê de bal li ser peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri de hat kişandin û hat diyarkirin ku divê çareyeke siyasî ya giştî bi rêya dan û standinên di navbera tevahî aliyan de pêk bê û Sûriyeyek demokratîk were avakirin.

Hêzên siyasî da zanîn ku ev peyam bi girseyî hat pêşwazîkirin û aliyên herêmî û navneteweyî pişgtirî danê. Ji ber ku ev gaveke girîng e, ber bi jinûve avakirina Sûriyeyê li ser bingehên hevkarî, pirrengî, edalet û nenavendîbûnê.

Hêz û partiyan di daxuyaniya xwe de piştgirî da şandeya nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman ku ev şande vîna civakê ye, mafên tevahî Sûriyeyiyan û modela Rêveberiya Xweser wek beşek ji siberoja Sûriyeya nû, diparêze.

Di dawiyê de hêzên siyasî gotin her sekeftina her proseyeke dan û stadinê bi xwespartina rêgeza hevkariya rastîn û rêzgirtina taybetmendiyên her du aliyan ne, ji lew re divê siberoja Sûriyeyê bi destê Sûriyeyiyan tevahî be û li ser bingeha naskirin, edalet û hevkariyê be.

Partî û hêzên li ser vê daxuyaniyê îmze kirine ev in:

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

2-Partiya Kesk a Demokrat

3-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

4-Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

5-Partiya Komunîst a Kurdistanê

6- Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

7-Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye

8- Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

9- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

10-Partiya Sûriyeya Pêşerojê

11- Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

12- Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

13- Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

14-Heye El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî).

15-Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

16- Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

17-Partiya Çaksazîyê-Sûriye

18-Partiya Asûrî ya Demokrat

19- Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

20- Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

21-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

22-Kongra Star

23-Partiya Muhafizkaran

24-Partiya Têkoşîna Demokrat

25- Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê

26-Partiya Demokrat  a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

27-Partiya Guhertina Demokratîk

28-Partiya Yekitiya Suryanî

29-Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

30-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

31-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)

32-Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî

33-Partiya Sûraya ya Demokrat

34-Partiya El Weten El Sûrî

35-Partiya Sûriya

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Roja 9’ê Tîrmehê rojeke cuda li asîmanê welêt hilat’
Nûçeya Pişt re ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG NRÇ: Cihê xwe di dîrokê de girtin

HPG NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Weke lehengên Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xeze û Şerîa Rojava êrîş dewam dikin: Payebilindekî Hamasê mir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li rojavayê Xezeyê berpirsyarê amûra ewlekariya giştî ya Hamasê Mahmûd el…

Ji aliyê Stêrk TV

Salih Gedo: Bi tecrîdê re mafê gelan tê binpêkirin

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Nirxên ku Mamoste Şemal afirand, gelê me gihand asteke mezintir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrdîn, Sêrt û Amedê bîranîn sersaxiyên şehîdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

PYD: Divê mafên Kurdan bibin beşek ji avaniya destûrî ya Sûriyeyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

M. Saît Yildirim ê ku krîza dil derbas kir, car din şandin girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?