Yekşem, 18 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê şehîd Helo Sûrên li Şarezûrê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Divê Kurd tevlî vî şerê hebûn û rûmetê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muhsîn Osman: Berxwedana Helebê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd mîladek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Helebê li Silêmaniyê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Li Dêrazorê êrişên li ser navendên petrolê û cihê sivîlan
Li navenda bajarê Tebqayê şer
Çete bombeyan li avahiyên Tişrînê dibarîne
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê ji bo Abdurrahîm Demîr hatin ba hev
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Abdurrahîm Demîr hatin ba hev

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Abdurrahîm Demîr ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan werin darizandin, di hefteya 1012’emîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku di destê wan de qerenfîlên sor hebûn, wêneyên windayan hilgirtin û vê hefteyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê di 17’ê tebaxa 1995’an de li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê hat windakirin, pirsîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe axivî.

Tepe diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya lêgerîna edaletê ya sûcên dewletê yên li Tirkiyeyê înkarkirina heqîqetê ye û wiha got: “Tevî şahid, belge û delîlan jî, serlêdanên me yên der barê kesên me yên winda de ku cenazeyên wan li kêleka rê, goristanên bêkekan an jî bîrên asîdê hatin dîtin, an qet nehatin dîtin, di belgeyên fermî yên dewletê de weke ‘îdiayên razber’ hatin qeydkirin. Di encama bêcezabûna vê polîtîkaya înkarê de, kesên ku di girtîgehê de fermana windayan dane, yên ku sûc kirine û rayedarên ku çavên xwe ji sûc girtine nehatine darizandin. Berovajî, ew hatin parastin. Pêvajoyên darazê yên ku dê aqûbeta windayan eşkere bikin û berpirsyaran cezabikin nehatin meşandin û rê li ber derketina heqîqetê hat girtin.”

Tepe destnîşan kir 29 sal in binçavkirina Abdurrahîm Demîr tê înkarkirin û wiha bilêv kir: “Em îro ji bo pêkanîna edaletê û aşkerakirina li aqûbeta Abdurrahîm kom bûn. Dayik û birayê Abdurrahîm, Kesriye Demîr û Mehmet Demîr bêyî ku agahî ji Abdurrahîm bigiri jiyana xwe ji dest dan. Em niha dibin dengê wan. Abdurrahîn di 17’ê tebaxa 1995’an de ji Mehserta Mêrdînê ji bo biçe Edenê li otobusê siwar bû. Piştî rêwîtiya bi qasî saetekê otobus li qereqola Şavalet a Qosera Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin. Leşkerên ku nasnameya wî kontrol kirin Abdurrahîm ji otobusê daxistin û ew binçav kirin. Kesên ku bûn şahidê bûyerê ji Malbata Demîr re gotin ku Abdurrahîm hatiye binçavkirin û ew birine Qereqola Cendirmeyan a Şavaletê. Dayika wî Kesriye Demîr a ku çû midûriyeta polîsan bersiva ‘Me kesekî wiha negirtiye’ dan. Hemû hewldan bi ser neketin. Em bang li rayedarên darazê dikin; di doza Abdurrahîm Demîr de dawî li bêcezabûna 29 salan bînin û lêpirsîneke bi bandor bidin destpêkirin. Çiqas sal jî derbas bibin, em ê ji bo Abdurrahîm Demîr, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Paşê xwişka Hayrettîn Eren ê ku di binçavan de hatibû windakirin Îkbal Eren axivî û diyar kir ku wê têkoşîna edaletê ya Dayikên Şemiyê wê her berdewam bike û xwest aqûbeta windayan bê eşkerekirin.

Herî dawî jî ji bo bîranîna kesên di binçavan de hatin windakirin qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku dorpêçkirî ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê bi çalakiyên xwe 15’ê Tebaxê silav kirin
Nûçeya Pişt re ‘Xeter e ku rojekê jî di girtîgehê de bin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dikana xwe bi alavên kevneşop xemilandiye

Remezan Ebd El Rehman ê ku dikana xwe ji cihê firotinê veguherandiye cihê kevneşopiyên kevin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojava lêgerîna li Yekîtiya Neteweyî ya Kurd

Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Kurd ku tê payin 20'ê Adarê pêk were, li gel afirandina…

Ji aliyê Stêrk TV

Bozan: Nêzîkatiya li hemberî Rojava bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku gel daxuyaniyên siyasî yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?