Xezal Marzban a Xiristiyan ku li beşa jinan a girtîgeha Evînê tê girtin, piştî li dijî şert û mercên xirab ên li beşa jinan û veguhestina ji nişka ve ya gelek girtiyan li heman beşê şermezar kir, ji aliyê rayedaran ve tundî lê hate kirin. Tevî ku hat piştrastkirin ku destê wê yê çepê şikestî ye jî, rakirina nexweşxaneyê û girtina xizmetên tenduristî yê pispor hate astengkirin.
Li gorî agahiyan bûyer di 14’ê Tîrmeha 2026’an, piştî ku Xezal Marzban li dijî şert û mercên xirab ên li beşa jinan a girtîgeha Evînê nerazîbûn nîşan daye, qewimî.
Li gorî raporan piştî nêzî 60 girtiyên nû ji nişka ve sewqî beşa jinan a girtîgeha Evînê hatin kirin, şert û mercên qawîşê ji bo girtiyan hê zortir bû û Xezal Marzban li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan da. Piştî nerazîbûnê, rayedarên girtîgehê bi awayek tund, tundî li dijî wê bi karanîne û di encama tundiyê de destê wê yê çepê şikest.
Piştî bûyerê bijîşkê girtîgeha Evînê, Xezal Marzban muayene kir û destnîşan kir ku destê wê yê çepê şikestiye. Bijîşkê girtîgehê her wiha da zanîn ku divê bi lezgînî ji bo tadawiya tenduristî ya pispor sewqî nexweşxaneyek derveyî girtîgehê bê kirin.
Lê belê, rayedarên girtîgehê heta niha red kirine ku pêşniyara bijîşkî bicihbînin û bişînin nexweşxaneyê. Xezal Marzban hîn jî ji ber şikestina destê xwe di girtîgehê de êşê dikşîne û nikare tedawiya pispor werbigire.
Xezal Marzban mezûna hiqûqê ye û bûye Xiristiyan, berê di nav de sûcê ‘cesaretkirin û teşwîqkirina çalakiyên cînayet û tundiyê’ di nav de ji sûcên cûda, bi qasî 10 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Niha li beşa jinan a girtîgeha Evînê tê ragirtin.

