Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, di hefteya hezar û 112’an de li Qada Galatasarayê hatin ba hev.
Di çalakiyê de hate xwestin ku faîlên nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundem Ferhat Tepe (19) bên darizandin ku 28’ê Tîrmeha 1993’yan hate binçavkirin û piştre hate qetilkirin.














