Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ku didome, li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar xist.
Dogan a bi armanca balê bikişîne ser zextên li ser zimanê dayikê bi Kurdî dest bi axaftina xwe kir, destnîşan kir ku zextên li ser çand û zimanê Kurdî her ku diçe zêdetir bûn lê dê li dijî hemû zextan bisekinin.
ROJEVA MYK’Ê
Dogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di rojeva me de çi heye. Helbet parlamenter Can Atalay ê bi israr di girtîgehê de tê ragirtin û tiştên em têkildarî vê yekê de bikin hene. Zextên bi destê lijneyên çavdêrî û îdareyê ku qet ji rojeva me nakeve û li girtîgehan weke pêkanîneke rêbaza êşkenceyê tê bikaranîn heye. Dîsa xizaniya li Tirkiyeyê ku ji rojeva me dernakeve heye. Êrîşên li dijî çand û hunera Kurdî hene. Peymaneke leşkerî ya nû derket pêşberî me. Xwezî me bi awayekî din gotibûya û nîqaş kiribûya. Yek ji mijara ku em li ser disekinin jî peymana di navbera Bexda û Enqereyê û nîqaşên destûra bingehîn a nû ne. Helbet ev rojeva me ya jêneveger e. Ez ê têkildarî vê nîqaş û meylên MYK ya me jî we re parve bikim. Li aliyê din jî kampayaya me ya ‘Nan û Edalet’ a girêdayî van krîzên me behsa wan kirin heye.
Em bi Can Atalay dest pê bikin. Li rayagiştî hin xeletiyên ku rast tên zanîn hene. Can Atalay parlamenterekî ku vîna gelê Hatayê temsîl dike ye. Destûra bingehîn jî wiha îfade dike. Îro em weke DEM Partiyê dixwazin bang li Serokê Meclisê bikin; têkildarî nirxê Meclisê fikarên wî hene û daxuyanî daye. Çalakiya lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşarê weke çalakiyeke ku zirarê bide nirxê Meclisê penase kiriye. Em jî weke DEM Partiyê ji vir bang li birêz Kûrtûlmûş bikin; bêyî ku wext bê windakirin bila mafên reha yên Can Atalay bên îadekirin û biryara AYM’ê bê bicihanîn.
Can Atalay parlamenter e û cihê wî ne girtîgeh Meclis e. Dîsa divê girtiyên Doza Kobanê û Doza Geziyê bi vê nêzîkatiyê bê nirxandin û ji bo bi awayekî azad siyasetê bikin divê Meclis peywîr û berpirsyartiya xwe bi cih bîne.
LIJNEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN GIRTÎGEHAN Û TALOQKIRINA BERDANAN
Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yê Girtîgehê berdana mirovên 30 sal in di girtîgehê de ne taloq dikin. Çi dike ev Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê, duh Îlhan Samî Çomak 30 sal cezayê lê hatiye birîn xelas kir û divê êdî bê berdan lê têkildarî girtî biryara keyfî dide. Ev ne dadgehe nikare biryareke wiha bide. Ev lijne ketine şûna dadgehan. Rêzikname jî nikare qada pêkanîna qanûnan ji holê rake. Azadî û mafên bingehîn jî bi qanûnan tên sererastkirin. Li cihê ku divê hûn azad bibin bêyî ku biryara dadgehê hebe hûn di girtîgehê de tên ragirtin.
RÊBAZÊ ÊŞKENCEYÊ
Mînakekî din jî Îmralî ye. Li Îmraliyê ji şert û mercên tecrîdê giran in, bi mehan e agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Dîsa taloqkirina berdana Veysî Aktaş. Girtiya nexweş Şîvekar Ataş ê di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tê ragirtin, nexweşekî giran e divê were emeleyatkirin û dermankirin. Li gel vê yekê jî înfaza wê hate şewitandin. 6 caran înfaza girtiyê nexweş ê giran Mehmet Kinat ê 30 sal in girtî ye û di Girtîgeha Tîpa L ya Panosê de tê ragirtin, hate şewitandin. Em dikarin van mînakan zêde bikin. Herwiha Keza Çetîn jî di vê rewşê de ye. Hûn li bendê dimînin ku dê piştî 30 salên girtî werin berdan lê belê mafê hêviyê jî ji destên wan digirin. Lewma ev dibêjin ev tişt rêbazekî nû ya êşkenceyê ye.
POLÎTÎKAYÊN DAGIRKERIYÊ
Lijneyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan û rewşa girtîgehan bi hev re tên nirxandin, neçareserkirina pirsgirêka kurd, tunebûna demokrsiyê, aboriya şer, xizanî. Dema em lê dinêrin li hundir û derve neçareseriyek heye. Şer belavî Rojhilata Navîn bûye. Bi salan e em têkoşînê didomînin. Min navê peymana ji aliyê Enqere û Bexdayê hatiye îmzekirin gava din jî qal kir. Hevkariya Ewlehî ya Leşkerî û Têkoşîna Terorê. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk bi baregehên leşkerî nayên çareserkirin. Îro li Tirkiyeyê tişta herî pêwîst tevgerekî xurt a aştî û demokrasiyê ye.”
KAMPANYAYA NAN Û EDALETÊ
Mixabin di dilê peymanan di navbera Enqere û Bexdayê hatiye îmzekirin de çavberdana destkeftiyên Kurdan in lê divê em vê yekê jî bibînin ku dixwazin Kurdan jî bînin pêşberî hev. Ez dixwazim ji sehayê mînakekî bidim. Kampanyaya me ya Nan û Edaletê didome. Parlamenter, heval û rêveberên me bi gel re tên cem hev. Ji Îzmîrê heya îdirê, ji Êlihê heya Stenbolê didome. Em di mirovan de krîza aborî dibînin, xizaniyekî tazî dibînin. Aboriya şer krîza aborî kûr dike.”
Dehan sal in mijara çêkirina Destûra Bingehîn a nû di rojeva me de ye. Di hêla mijara Destûra Bingehîn a Nû de helwesta me zelal e. Em difikirin ku divê destûra bingehîn bi tifaqa herî berfireh were amadekirin. Divê destûra bingehîn bi rastî jî nû be. Partiya ku di vê mijarê de herî zêde têdikoşe partiya me ye. Em usil û esasê bi hev re digirin dest. Lewma divê bi tevlîbûna tifaqa herî berfireh a demokrasiyê û bi tevlibûna herî berfireh destûra bingehîn a nû were amadekirin.”