Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan rapora têkildarî girtîgehên tîpên Y û S’yê de eşkere kir. Rapor, li navenda giştî ya partiyê hat eşkerekirin. Turkdogan, got ku daneyên Wezareta Dadê ku dibêje li Tirkiyeyê 403 girtîgeh hene û 295 hezar kes lê tên ragirtin rast nînin. Turkdogan, wiha domand: “Ji 1’ê tîrmehê ve li girtîgehan 342 hezar kes hene.”
Turkdogan, girtîgehên bi tîpa Y û S’yê weke “girtîgehan bi tîpa qutiyan” pênase kir û wiha domand: “Bi taybet jî girtiyên siyasî lê tên ragirtin. Me piştî serdana gelek girtîgehên bi tîpa Y û S’yê ev rapor amade kir. Divê ev girtîgeh bên girtin. Li van girtîgehan girtiyan dirizînin. Xetere li ser jiyana girtiyên li vir tên girtin heye û mafên wan ên tenduristî û jiyanê tê binpêkirin. Ev gelek talûke ye. Em çima dibêjin ‘bi tîpa qutiyê’, ji ber ku odeyên wê yan yekkesî ne yan jî ji bo 3 kesan e û deriyê ketinê heye. Deriyê wewşa wan tune ye. Gelo girtîgeheke wiha çawa dibe? Deriyê hewşê tune ye. Ji bo wê we ji korîdorê re derbas dikin û hûn li cihekî din derdikevin hewşê. Ev yek derqanûnî ye. Di qanûnan de dibêje ‘divê ronahiya tavê hebe.’ Baş e dê çawa bigire? Dê çawa bikarin hewayê paqij bigirin?”
Turkdogan, da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê mafê berdana bişert a girtiyan ji holê rakirine û ji ber van binpêkirinan gelek girtiyan jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewamê de Turkdogan anî ziman ku tevahiya sepanên niha yên behsa xeberê bingeha xwe ji sepanên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê digirin û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan bi salan bi tenê bû û hêj bi tenê ye. Piştî sala 1999’an, di sala 2009’an de statûya wê girtîgehê veguherandin Tîpa F’yê. Piştre jî 3 kes şandin wir. Ew jî bi tenê dimînin. Hefteyê nîvsaetê – em nizanin ka heye yan na – mafê bikaranîna qada hevpar heye. Ev modêl li wir dest pê kirin û li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Bêyî ku li nasnameya siyasî were nihêrtin, divê her kes bi tiştên li girtîgehan diqewimin re eleqeder be. Partiyên siyasî yên li Meclisê car bi car girtîgehan vedibêjin û komîsyona mafên mirovan vedibêje. Lê divê ev li Girtîgeha Îmraliyê dest pê bike. Çavkaniya hemû sepanên nebaş ew der e. Rewşeke agahînegirtina mutleq heye ku ev 3 sal û nîvin didome. Lê partiyên din qala vê rewşê nakin. Lê divê dengê xwe bikin.”
Turkdogan, axaftina xwe wiha qedand: “Divê edalet ji bo her kesî be. Heta ku ev rejîma zextker vî welatî birêve bibe, dê rêya her kesî bikeve girtîgehan. Lewma hûn mecbûr in bi mafên mirovan ên li girtîgehan re eleqedar bin. Û bêguman divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. Divê ev girtîgeh bên girtin. Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan, cihêkariya di rejîma înfazê de divê bê bidawîkirin û dawiyê li sepana taloqkirina tehliyeyan were anîn. Ev lijneye xwe dixin şûna dadgehê û dema girtîmayînê dirêj dikin. Divê ev tevek bên rakirin, cezayên disiplînê yên keyfî bên bidawîkirin, divê rayeyên dadgehê yên dewrî dadgeriya înfazê hatine kirin dîsa li dadgehan bên vegerandin. Divê girtîgehên bi tîpa qutiyê bên girtin.”