Kenneth Law ê 60 salî di dozeke ku li Kanadayê tê dîtin de kîmyewiyên kujerî ji sedan kesên çar aliyên cîhanê re şandiye û alîkariya xwekuştinê kiriye qebûl kir. Dozgeran ragihandin ku piştî ragihandina cezayê wî ew ê 14 sûcdariyên cînayetên li dijî Law paşve bikşînin. Law ê ku li dadgeheke li eyaleta Ontarioyê sûcdariyûn derbarê xwe de qebûl kir wû biryar di meha Îlonê de were ragihandin.
Dozgeran diyar kirin ku Law “pakêtên xwekuştinê” zêdetirî sed wealtiyên Kanada, Îngiltere, DYE, Îtalya, Awûstûralya, Zelanda Nû û bi dehan welatên din re şandiye. Dadgehê daxuyand ku Law rola xwe ya di mirina 14 kesan li Ontarioyê ku temenê wan di navbera 16 û 36 salî de bû, qebûl kiriye.
Law ê ku kîtên mirinê ji sedan kesan re şandibû wê ji cînayetê neyê darizandin
Kenneth Law ê ku "pakêtên xwekuştinê" yên kîmyewiyên kujerî tê de hebûn û ji sedan welatiyên Kanada, Îngiltere û DYE’yê re şandibû sûcên alîkarî û teşwîqkirinê qebûl kir. Dozger wê 14 sûcdariyên cînayetan paşve bikşînin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

