Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Endamên komîsyonê yên partiyên siyasî tevlî civÎnê bûn. Civîn bi axaftinên li ser xal û naveroka qanûna çarçoveyî berdewam dike. Endamên komîsyonê li ser xalên qanûna çarçoveyî nirxandinan dikin.
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan ku di komîsyonê de axivîn Sirri Sureyya Onder û kesên di têkoşîna wekhevî û azadiyê de jiyana xwe ji dest danê bi bîranî û dest bi axaftina xwe kir. Dîlan Kunt Ayan bi lêv kir ku biratiya Kurd û Tirkan dîrokiyê û ji ber polîkayên şaş herçiqas ew giredayin lewaz bibe jî qût nebûyê. Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka demokrasiyeyê û wiha axivî: “Înkarkirina vê pirsgirêke bi polîtikayên ewlehiyê nêzîkbûna pirsgirêke tenê êşan mezin dike. Em îro di merhaleyeke dîrokî ku şûna polîtikayên ewlehiyê hiqûqê girtiyê de ne. Em di destpêka rêyeke dirêj de ne. Ew gava destpêke ji hemû gelên me re bi xêr be.”
Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku divê temsîliyeta jinan jî di koordînasyon û mekanîzmayên bên avakirin de bi cih were û wiha pê dê çû: “Ji bo mîsogeriya civakîbûnê û revabûnê divê temsiliyeta jinan jî bi awayekî wekhev tevlî pêvajoyê bibe. Jin, yek ji kesên herî zêde ji pêvajoyên şer bandor bûne, di avakirina aştiyê û avakirina lihevhatina civakî de xwedî roleke bingehîn in. Beşdariya çalak a jinan di mekanîzmayên biryardanê de tenê mesela temsîliyeta wekhev nîne. Yek ji şertên bingehîn ên domdariya pêvajoyan, civakîbûna wan û gihîştina serkeftinê ye. Çawa ku di gihîştina vê xalê de têkoşîn, ked û biryardariya jinan bandor bûye, ji bo pêşerojê jî di avakirina aştiyê de roleke avaker a jinan ji bo me jî yek jî xala herî girÎng e. Di xala 7an a qanûnê de ‘Di avakirina bin komîsyonan de temsileyeta jinan ber bi çav dê be girtin’ li ser be zêde kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em girîng dibînin ku komîsyonên taybet ên jinan jî ben ava kirin.”
Her wiha Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser xala 4an a qanûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dozekê de ku biryara beraetê ji aliyê dadgeha asta yekem ve hatiye dayîn û di bin îtîrazê de ye, divê dadgeha îstînafê ya herêmî, li gorî sedemê, biryara beraetê bi nirxandina wê li gorî bingehê piştrast bike. Lêbelê, heke madeya heyî bi awayekî rast were şîrovekirin, xala ku dibêje ew “biryar dê be xira kirin” dikare bibe sedema berevajîkirinek teknîkî ya biryara beraetê, dozê vedigerîne dadgeha asta yekem ku li wir biryara paşxistinê tê dayîn, ku ev dikare li dijî armanca qanûnê be. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku made were xurtkirin.”

