Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di 5ê Tebaxê de bi 367 îmzayên parlamenteran ji Serokiya Meclise re hatibû şandin di Komîsyona Edaletê de tê nîqaşkirin. Di civîna ku partiyên siyasî nirxandinan dikin de, Serokê Koma Yenî Partiyê Murat Emîr û Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Turan Taşkin mafê axaftinê girtin.
Murat Emîr bertek nîşanî nûçeyên ku dibêjin wê Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji pêşnûmeya qanûnê sûd wernegire da. Emîr rexne kir ku Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Can Atalay û siyasetmedarên din ên girtî tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hîna nehatine tahliyekirin û anî ziman ku divê ewlehiya hiqûqê pêk were û azadiya derbirînê were mîsogerkirin.
Emîr diyar kir ku di pêşnûmeyê de kêmasî hene, lê wekî Yenî Partiyê ew ê piştgiriyê bidin. Endamên ÎYÎ Partiyê bertek nîşanî Yenî Partiyê da.
Endamê Komîsyonê yê CHPê Turan Taşkin Ozer jî bi lêv kir ku divê ew qanûn bi awayekî demokratîk ji hemû raya giştî re bihata parvekirin û rêbaza desthilatê rexne kir û got: “Helbet derdê me ne ew ê ku em çareseriya vê pirsgirêke re bibin asteng lê bi pêşniyaran piştgiriya pêvajoyê bikin. Rêya ji tundiyê rizgarbûna demokratîkbûnê. Tenê bêçekbûn tundiyê ji holê ranake. Pêdivî bi demokratîkbûyinê heye. Helbet ew gava yekem e. Lê divê demokratîkbûyinê bibîrbixînin ji bo aştiya mayindê demokratîkbûyin hewceyê. Di komîsyona meclise de jî hatibû gotin ku divê qada demokrasiyê be fireh kirin.”
Turan Taşkin Ozer destnîşan kir ku ji bo mayindê bûna pêvajoyê hewcehî bi demokratîkbûyinê heye û got: “Ew pêvajo hem bi çêkbûnê û hem jî demokratîkbûyinê hewce dike. Her dû ji hev nayên qutkirin. Helbet bêçekbûn dê bibe lê li rex wê demokratîkbûyin jî dê bibe. Yanî welatiyekî Kurd li Mêrdînê dê nebêje pêvajo heye lê çima hê li qeyûm li ser peywirê ye. Piştgiriya ji bo pêvajoyê her ku diçe zêde dibe lê baweriya welatiyan ji bo desthilatê kêm e. Ji bo demokratîkbûyinê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêkbînin û Can Atalay serbest berdin. Helbet erêniyên vê pêvajoyê hene. Êdî ciwanên me namirin. Ji vê baştir tiştek tune ye. Heke em vê pêvajoyê bikarin bigihînin encamê çavkaniyên ji şer dê ji gel re bên veqetandin. Lê ji bo mîsogerkirina aştiya civakî pêdivî bi nêrîn û hişmendiyeke nû heye û avêtina van gavan heye.”

