Ji bo parastina çand û zimanê gelekî her tim dengbêj hebûn ku hewl dan vê yekê bi kilamên xwe nîşan bidin. Dengbêjî gihandine heta vê serdemê. Bi giranî li nava gundan digeriyan û jiyana xwe bi rêya vegotina destan, kilam û çîrokan dewam kirin. Ji ber vê yekê jî di nava gel de weke nûnerên herî mezin ên çanda devkî têne naskirin.
Ziman, dîrok, êş, hesret, kêfxweşî, eşq û hemû bûyerên civakîbûna Kurd tînin ziman. Bi taybetî li herêma Serhedê dengbêj Şakiro, Evdalê Zeynikê, Karapetê Xaço û gelek ên mîna wan ev çand parastin. Yek ji nifşên nû yên vê kevneşopiyê jî Şehîd Îbrahîm Sari (Emre Atabay) bû.
Şehîd Îbrahîm bi salan li çiyayên Kurdistanê kilamên azadiyê got û hunera xwe bi vî rengî pêk anî. Di her stran, kilamên xwe de eşq, dilsozî, îrade, hezkirin, dîrok û destan hebû. Dema ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê gotin, tenê şer û çek tê bîra gelek mirovan. Lê belê dema ku mijar gerîlayên PKK’ê be ev rewş berevajî dibe. Ji bo gerîla huner nebe nabe. Lewma Hozan Mizgîn, Hozan Sefkan, Hozan Serhat, Hozan Hogir, Delîla û gelek gerîlayên hunermend ên ku me nekarî navên wan bibêjin li çiyê bi hunera xwe bûn destan. Şehîd Îbrahîm Sari jî da ser şopa hunermendên beriya xwe.
Îbrahîm sala 1991’ê li navçeya Ebex a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wî di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi sekna xwe ya welatparêziyê ya li dijî dijmin dihate naskirin. Li gel zext û zordariyê jî ti carî tawîz ji çanda xwe neda, her tim ew parast. Îbrahîm jî bi dilsoziya bi çanda welatparêziyê ya malbata xwe mezin bû. Hîn ji zarokatiyê ve bûyer hemû ji nêz ve dişopand, êşên gelê Kurd dikişand ji bav, dayik, pîrik û kalikê xwe hîn bû. Kilamên dengbêjan lêkolîn kir, bi kilamên Şakiro û Evdalê Zeynikê mezin bû. Di van kilaman de êşa Kurdan, berxwedan, destan, ziman û çanda Kurdan hîn bû.
Ya ku li ser gelê Kurd dihate ferzkirin ti carî qebûl nekir. Ji ber vê yekê hîn di zarokatiyê de nakokî pê re peyda bûn û ji bo xwe bigihîne rastiyê kete nava lêgerînê. Îbrahîm bi exlaqekî rast mezin bû, zû tevlî nava karên tevgera azadiyê bû. Di demekê de ku sala 2009’an operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk a faşîst dihatin kirin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê yên azad. Êdî malbateke mezin a Îbrahîm hebû li nav mezin bibe û bibe xwedî wate. Ji bo karibe têkoşîna azadiyê û Rêbertî hîn ji nêz ve nas bike jiyana xwe bi jiyana partiyê re kir yek. Karê xwe yê destpêkê jî karên ciwanan bû. Demekê hewl da ciwanên Bakur li ser jiyaneek rast û bi exlaq bi rêxistin bike. Ji bo wî êdî rawestandin tine bû. Di nava karên ciwanan de armanca xwe mezin kir û ev qad êdî têra wî nedikir. Dixwest demek beriya demekê xwe bigihîne çiyayên Kurdistanê û bi rê bikeve. Mîna zarokekî pak, bi hêvî û kelecanî bû. Nêrînên wî timî tûj û bi şopa tolhildanê bûn. Di çavên wî de hêvî û azadî hebû. Dilê wê bêrawestan bû. Li pey xewn û xeyalên xwe bû, dilê wî bi agir tijî bû. Welatparêzî ji kilamên dengbêjan hîn bûbû; ji çîrokên dengbêjan hînî hezkirina welatê xwe bûbû. Ew zarokekî Serhedê bû û êşên gelê xwe di dilê xwe de kom kiribû. Ji bo hilanîna tolê bi rê ketibû. Ew şoreşgerekî dengbêj bû û şervanekî azadiyê bû, ew êdî Îbrahîm Sari bû.
Li Kurdistanê şerekî giran diqewimî. Di dilê Îbrahîm de tovên eşqa welat veşartî bûn. Hîn temenê xwe biçûk bû, lê fêhm kiribû ku li çiyê bi roja hilê re wê bi wate bibe. Lewma ji bo jiyanê diviyabû ber bi rojê ve bimeşiya. Her gava ku diavêt, dikir ku tîna rojê wî hîn bêhtir germ bike. Li welatê ku stranên gelê wê jî dihatin qedexekirin, wê li çiyayên azad karîbûya stranên xwe bi rengekî azad bigota. Stran û kilam ruh û zimanê wî bûn; di dilê wî de efsûn bû. Meşa Îbrahîm bi dilê xwe yê bi stranan dagirtî li çiyayên Kurdistanê bû. Wê têkoşîna xwe li çiyê dewam bikira, bi dengê xwe wê çiya û deştên Kurdistanê bixemilandibûya.
Di dawiya sala 2013’an de min hevalê Îbrahîm dît. Meh û nîvekê em li heman qadê mabûn. Di nava gerîla de yek ji wan hevalan bû ku ez gelekî bi germahî û samîmî pêşwazî kir. Meh û nîveke ku min bi hevalê Îbrahîm re derbas kir, dibe ku demeke kurt bû; lê belê ji bo min mîna salan bû ku bi hev re meşiyan, sohbet kirin, xwarin xwarin, hev nas kirin. Tembûra wî timî pê re bû. Li her qada ku lê bû li tembûrê dixist, distira yan jî tenê bi dengê xwe kilam digot û qada lê bû hîn bi wate dikir. Beriya ku tevlî nava refên gerîla bibe xeyaleke wî hebû, her tim qalê dikir. Timî dixwest li nava gerîla hunera xwe pêk bîne. Huner û şoreş bi hev re dinirxand. Digot ‘Huner ji şoreşê cuda nabe’. Min hêz û moraleke mezin ji wî werdigirt. Dikare bê gotin, hevalê Îbrahîm tevahiya jiyana xwe bi pakbûna zarokatiyê jiya. Salên xwe yên zarokatiyê parve dikir. Eşqa parvekirinê mirov bi kûrahî jê hîs dikir. Bi biryar bû ku jiyana fedakariyê bijî. Zanîbû ku bêyî dayina berdêlan nikare bi rengekî azad bijî. Timî digot, şoreşgerî karekî ji rêzê nîne. Ji bo şoreşgeriyê ked, hişmendî, îrade, dilsozî pêwîst bû. Ev hemû jî di kesayetiya Îbrahîm de hebû.
Bi rojevên ji rêzê mijûl nedibû. Jiyana xwe bi xeta Rêbertî û jiyana partiyê re kiribû yek. Hevalê Îbrahîm navê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sari Îbrahîm (Ramazan Toptaş) li xwe kiribû. Têkoşîna jiyana wî xwendibû. Hîn di ciwantiya xwe de rojnivîska fermandarê pêşeng ê PKK’ê Ş. Egîd Mahsûm Korkmaz a pêngava 15’ê Tebaxê xwendibû. Yên ku di nava vê pêngavê de hebû, lêkolîn kiribû. Herî zêde jî yek ji lehengên vê pêngavê Sari Îbrahîm bandor lê kiribû.
Timî ji xwe re dikir esas ku li ser xeta şehîdan bimeşe. Di heman demê de karên hunerê jî weke parçeyek ji jiyana xwe didît. Mîna Hozan Serhat, Hozan Sefkan, Hozan Mizgîn, Hozan Hogir, Hozan Argeş û Delîla dixwest li ser rêya hunermendên şoreşger bimeşe. Dengbêjî û hunermendiya wî xweser bû. Di dengê wî de şer û eşqa welêt hebû. Her gotineke kilamên wî li ser têkoşînê û eşqa civakê bû. Xwest çanda dengbêjiyê di nava şoreşê de dewam bike.
Îbrahîm Sari di nava jiyana gerîlatiyê ya 6 salan de şahidî ji gelek bûyeran re kiribû, gelek lehengî kiribû. Sala 2015’an tevlî ‘Operasyona Şoreşgerî ya Elkê’ bû ku 24 saetan dewam kir. Di encama vê operasyonê de artêşa Tirk derbeke giran xwar. Artêşa Tirk bi derfetên xwe yên teknîkê, ÎHA, SÎHA û balafirên şer bersiv da. Di şerê sê rojan ê navbera gerîla û artêşa Tirk de Îbrahîm Sari li gel 8 hevrêyên xwe bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.